Ji bo pêşeroj bê tahayulkirin...

  • 09:02 9 Sibat 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Germahiya global, guherîna avhewayê, çek girtin, pirsgirêkên birçîbûnê, pandemî û gelek krîzên din, di mohra xwe li 5 sedsalên dawî kiriye û qirkirinên civak, jiyan û jinê jî encama vê ne. Jiyan û civak wek alav dîtin û ev di şexsê jinê de kirin rêbaza esas a zanistê ye. Ji ber vê bi guman nêzî zanista heyî bûyîn rêbazek zanistî ya esas e."
 
Nagîhan Akarsel
 
Enfeksyona vîral têgeheke ku ji bo gelek nexweşiyên ku vîrus dibe sedema wan tê bikaranîn. Vîrsu jî di her ekosîstemê de cureyê herî zêde a hebûna biyolojîk e. Xwedî esasken ku hema belav dibe ye. Di hucreyên dijîn de dikarin xwe kopî bikin. Pêkane derbasî her zindiyî bibin. Her wiha di qada dîjîtal de jî bernameyeke kompîturê ya ku daneyên têgeha vîrusê texrîb dike heye.
 
Nexweşiya vîrusa Covîd-19 bi navê din vîrusa korona di adara 2020’an de li bajarê Wuhan a Çînê derket holê. Bi lez li cîhanê belav bû. Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanê ji 14’ê Adara 2020’an şûnde pandemiya cîhanê îlan kir. ji 14’ê Mijdara 2021’ê şûnde 253 mîlyon û 105 hezar û 861 kes bi koronayê ketin. 5 mîlyon û 98 hezar û 522 kes di encama kovîdê de mirin. Ji bo mirovan 7,5 mîlyar doz aşî hat dayîn. (Ozgur polîtîka) 
 
Ev têketin kavila daneye krîza pandemiya du salan me jiyaye. Lê tiştên hatin jiyîn pir pir wêdetir bû. Vîrusa covîd-19 ji krîzeke tenduristiyê wêdetir, krîza modernîta kapîtalîst qestê jiyana me dike. Qiririna jiyan û civakê tê jiyîn. Di vê mijarê de hewce bi nêzîkatiyeke giştî heye.
 
Felsefeya ku vê pêvajoyê îfade dike û şîroveya herî pêşketî (Abdullah Ocalan sosyolojiya azadiyê) bi zanistê nirxandin girîng e. Zanista herî giştî zanista zanîstan e. Felsefe, zanîna rêgezên herî giştî ya xwe dispêre  armanc, nirx û jiyana mirovan e. (Ahmet Cevizci, ferhenga felsefeyê) Abdullah Ocalan di manifestoya Şaristaniya Demokratîk de zanista civakî wek felsefe îfade dike û di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de wiha dibêje: “Wek zanista civakî felsefe roleke wek pêvajoya vejînê dide ber me. Li dijî zanista ku bûye destilatdar, vegera li felsefeye rêgeha civaka azad e.”
 
Lê zanista di destê hêzên sermaye û detshilatdariyê de ye, çavkaniya tekelan e. Li ser navê zanistê zanistî tê kirin. Zanistvanî para heqîqeta zanista desthilatdariyê dike tekela xwe û tê wateya xurkirina serdestiya wê. Germahiya global, guherîna avhewayê, çek girtin, pirsgirêkên birçîbûnê, pandemî û gelek krîzên din, di mohra xwe li 5 sedsalên dawî kiriye û qirkirinên civak, jiyan û jinê jî encama vê ne. Jiyan û civak wek alav dîtin û ev di şexsê jinê de kirin rêbaza esas a zanistê ye. Ji ber vê bi guman nêzî zanista heyî bûyîn rêbazek zanistî ya esas e. 
 
Abdullah Ocalan di pirtûka sosyolojiya azadiyê de vê wisa vedibêje: “Li gorî min texrîbata herî mezin a kapîtalîzmê tunekirina têgeha jinê ye. Tê gotin ku em sedema herî xurt a zanist û ragîhandinê de dijîn. Lê tevî pêşketina mezin a zanistê, hîna venasîna civak û jiyanê balkêş tê dîtin. Divê wê demê ev bê pirsîn: Zanista çi û ji bo kê zanist? Heta ku bersiva van bê dayîn, wê bersiva pirsa ‘jiyan çiye û têkilkiya bi civakê re çawaye’ bê fêmkirin.”
 
Rêbazek din a zanistê jî nezelalkirina pêşeroj û demê ye. Antropolog Marc Auge dibêje ‘Naqokiya herî mezin a serdema me pêşketinên herî mezin yên zanistê ne û li dijî em wêrekiya tasavura pêşerojê nakin.’ Marc bi vê tespîtek rast dike. Di serdemek ku pêşeroj ne zelale û gotinên der barê de zêde bûne de  der barê utopyaya pêkan de nirxandin tên kirin.
 
Polîtîkayên dijberê civakê û jiyanê yên hêzên desthilatdaran herî dawî di mînaka krîza pandemiyê de hat jiyîn. Di vî alî de di pêvajoya pandemiyê de pêvajoya hilberîna zanînê, pêvajoya hilberîna jiyanê bû. Hewcedariya bi zanista civakî gelek aşkera ye. Jineolojî zanisteke civakî ya ku îdiaya wê ya bibe zanista jiyanê û rastiya der barê jinê de lêkolîn bike, heye. Krîza jinê bi zanista jiyanê Jîneolojiyê çareserkirin pêkane. Beriya her tiştî divê em sekna xweya li dijî hebûna xwe biguherin. 
 
Di vê esasê de bi krîza covîd-19 re çi hat jiyîn divê em li vê binêrin. Ya duyem jî em ê cih bigin nerînên feylozofên ku vê rewşê analiz dikin. Em ê li ser nîqaşên pandemîk yên navbera dîstopya û utopya de diguherin binêrin. Em ê der barê vê de nîqaşên xwe bimeşînin.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘Çi bû?’ bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara Taybet a Pandemiyê ya Kovara Jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.