Çi bû?

  • 09:05 16 Sibat 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Bêguman yên ku herî zêde di pêvajoya pandemiyê de bi bandor bûn jin bûn. Di nav malbatê de tundiya li ser jinê zêde bû. Barê jinan giran bû. Tevî ji sedî 70’ê sektora civakî û tenduristiyê li cîhanê jin bûn jî ji qada cemawerî dur xistin. Yên ewil ji kar hatin avêtin jin bûn.  Kar û barê lênerînê wekê ku berpirsyariya jinan e nîşan dan."
 
Nagîhan Akarsel
 
Pandemî wek krîza global di jiyana me de cih girt. Li gelek deverî bi biryarên hevpar yên hikûmetan bi teşe bû. Bi pandemiyê re ji 16’ê Adara 2020’an şûnde dibistan û gelek qadên cemawerî hatin girtin. Di serî de hilberîn, perwerde û kar, têkiliyên civakî sînorkirin. Vê terza jiyana nû perwerde jî bi teşe kir. Mevcudiyeta fîzîkî û semînerên veguhestina komî hatin rakirin. Perwerde bû sanal û xwendekar hepsê ser ekranan kirin.  Perwerda rû bi rû bidawî bû. Ders onlîne hatin dayîn.
 
Krîz herî zêde ji cudahiyên civakî xwedî bû. Li gor armanca maksîmîzekirina karê ya global, plan hat temamirin. Ewil wek pêvajoya ku mirovan wekhev dike pêk bînin jî di nav demê de newekhevî hat dîtin. Aliyên ku ji ewlehiya civakî û aborî bêpar, zor û zehmetiyên mezin kişandin. Bi taybet penaber, jin, xizan bi serdestiyê re hatin rû hev û di pêvajoya pandemiyê de zehmetî mezin bûn. Newekhevî, mexduriyet mezin bû.  Jin û karkeran di vê krîzê de winda kirin. Hêzên syalîst şoreşger ku ev rast tahlil nekirin, der barê pêşerojê de jî nebûn xwedî fikrek zelal. Di serî de tenduristî, perwerde û aborî, polîtîkayê civakî yên xurt yên der barê gel de tune bûn. Ev hem di alî dewletan de hem di alî hêzên demokratîk şoreşger de derket holê. 
 
Bi vê krîzê re mirov daxistin hebûnek biyolojîk a saf. Tepîteke Foucalult a der barê vê de di vê demê de şênber hat jiyîn. Têkiliya jiyana biyolojîk û siyasetê ya bi biyo-polîtîkayê re, di heman demê de di navenda pevçûnên siyasî de cih girt. Beden xetereyên herî mezin hatin îlankirin. Li dijî van xetereyan nezelaliya tedbîrên karantînayê kûr û giran bûn. Têkiliyên civakî li ser cihana dijital hat meşandin.Ji bo parastina jiyanê jî hîjyena beden û navbera civakî danîn pêş me.
 
Tirsa mirinê cîhana fikr û rihî ya mirovan dagir kir. Civakîbûn, nêzîkbûn, ger hat qedexekirin. Sînorkirina hemû mafên esas normal hat dîtin. Bîranîn, hişê me hat bêwatekirin. Dewletan ligel tedbîrên awarte lîsteya mirinan rêz kir. Mirî bêyî merasim hatin definkirin. Çeteyên enfeksyona rojane hat avakirin. Karantînayên biyo-polîtîk hatin ferzkirin.  Hawirek tirsê hat afirandin. Hîlma mirovan, germa bedena mirovan ji ser telefonan hat kontrolkirin û alarma xetereyê hat dayîn.
 
Nîşaneyên ewil yên cîhanê yên dîstopît li Asyayê  wek rejîmên şopandina dîjîtal hat diyarkirin. Ligel virolog û epîdemîyologan, pisporên bilîşîm û maroveriyan, di têkoşîna li dijî vîrusê de cihên xwe girtin. Her dem her têkilî her aktîvte xistin bin kontrolê û şopandinê. Li ser pergala puanê ev hat kirin. Dan û standineke bê sînor hat kirin. Li Çînê têgeheke qada taybet nema. Mînak li Pekînê li îstasyonê germa bedena mirovan bi kamerayan dihat kontrolkirin û germ bilindbûna îstasyonê demildest ji her kesî re peyam dişand.  Di çapemeniya civakî de ji bo karantina bê kontrolkirin hat gotin ku dron tên bikaranîn. Ji bo ekîbên lêkolîna dîjtal bên avakirin jî ketin tevgerê. Ya ku dihat kirin biyo-polîtîka bû. Li Koreyê di avahiyekê de vîrusa korona hatibûna tespîtkirin  û ger kes nêzî vê avahiyê bibûna, bi hevkarya corona app alarm dihat dayîn. Li Tayvanê der barê cihên ku vîrus lê belav bûye agahdarî dikirin.
 
Rewşa awarte wisa awarte hat nîşandan ku wek terzeke jiyanê  bê qebûlkirin jî polîtîkayên cur bi cur afirandin. Ev pêkanînên ku gihiştin faşîzmê wek yekane riya rizgariyê hat nîşandan. Tedbîrên ku ji bo parastinê ferz kirin, wek zanistîne parastin. Karantîna, qedexeya derketina derve, ger hat qedexekirin. Têkiliyên imrovan birin qada dîjîtal. Yek ji pêkanînên esas aşî bû. Ev wek şert danîn pêş.  Deriyên sînor li penaberan girtin. Ji bo sermayedar tenduristiya xwe biparêzin jî  li karkeran xebat hat ferzkirin.
 
Bêguman yên ku herî zêde di pêvajoya pandemiyê de bi bandor bûn jin bûn. Di nav malbatê de tundiya li ser jinê zêde bû. Barê jinan giran bû. Tevî ji sedî 70’ê sektora civakî û tenduristiyê li cîhanê jin bûn jî ji qada cemawerî dur xistin. Yên ewil ji kar hatin avêtin jin bûn.  Kar û barê lênerînê wekê ku berpirsyariya jinan e nîşan dan. Karên wek hemşîretî, mamostetî û paqijî ku tevî ku jiyanê hildiberînin jî bê nirx hatin hiştin. Ji ber kapîtalîzm girêdayê karê ye. Armanca wan karê bidest bixin û li gorî hewcedariyên piyasayê bi teşe dibin. Vê jî li ser gelek nesneyan bi kar tînin. Yanî kapîtalîzm ji nesneyan xwedî dibe. Kirde jî desthilatdariya mêre û hêza wan ya esas jî pere ye. Beden, ked û cîhana jinê tê nesenekirin. Statuya jinê jî bi zayend, hejmara zarokên tînin dinê û hêza erzan a kar tê diyarkirin. Pêkanînên ku destpêkê îdiakirin ku ji bo tedbîran dikin, di du salên dawî de kirin terza jiyanê.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Navbera Dîstopya û Utopyayê de nîqaşên pandemîk’ bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara taybet a pandemiyê ya kovara Jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.