Jinan li dijî êrişan dengê xwe bilind kirin

  • 15:43 20 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Eyn Îsayê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî rêvebera Rêxistina Sara hat şermezarkirin û soza domandina têkoşînê hat dayîn.
 
Dewleta tirk duh bi balafireke bê mirov a bi çek li ser rêya gundê Eyn Bet ê Kobanê de erebeya endameke Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kir hedef. Di encamê de endama rêxistinê û hevjînê wê bi giranî birîndar bûn.
 
Li navçeya Eyn Îsa ya kantona Firatê Kongra Star û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya 2 daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de êrişa li dijî enedama Rêxistina Sara hat şermezarkirin.
 
Di daxuyaniyan de êrişên dewleta tirk ên li ser sivîlan hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku dewleta tirk ji destkeftiyên jinan ditirse ku li ser asta siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi dest xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin dê li hemberî êrişan têkoşînê geş bikin.
 
Di daxuyaniyan de bang li jinan hate kirin ku li hemberî  hovîtiya dewleta tirk bisekinin û teşhîr bikin.
 
Di daxuyaniyan de bêdengiya civata navneteweyî ya li hember hedefgirtina jinan hate şermezarkirin û bang li aliyên têkildar hat kirin ku sûcdar di dadgehên navneteweyî de darizînin.
 
Di dawiya daxuyaniyan de, banga li girtina qada hewayî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber êrişan hat kirin.