Rêxistinên jinan dê bibin diyarker û şopdarên pêvajoyê

  • 09:03 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinên ku di encamên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bûn hêza diyarker, bang li rêveberiyên herêmî kirin ku di ji nû ve avakirina bajaran de hevkariyê bikin û diyar kirin ku ew ê diyarker û şopdarên pêvajoyê bin.
 
Piştî ku tifaqa AKP-MHP'ê di hilbijartina herêmî yên 31'ê Adarê de têkçû jinan caren din zend û bendê xwe badan û dest bi xebatan kirin. Bi tayînkirina qeyûman re li bajarên Kurdistanê destkeftiyên jinan hatin xespkirin, li bajarên Tirkiyeyê jî xebatên jinan hatin astengkirin û rawestandin. Sazî û dezgehên jinan biryarbûna xwe ya ji bo avakirina bajarên nû di fikr û ramanên xwe de tînin ziman. 
 
Nûnerên rêxistinên jinan bendewariyên xwe yên ji rêveberiyên herêmî ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman. 
 
'Divê feraset biguhere'
 
Rêvebera Komeleya Dema Jinê Fatmanûr Çete, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser encamên hilbijartinê û got: "Zêdebûna hejmara hevşaredarên jin girîng e. Jinên ku tên bijartin gelo çiqas xwedî nêzîkatî û nêrîna jinê esas digirin. Wek Meral Akşener û Tansû Çîller. Stenbol ji bo jinan ne bajarekî bi ewle ye. Jin êvarê nikarin bi azad li kolanan bigerin. Divê di serî de kolan ji bo jinan bi ewlê be. Jin rihetî bikarin bi şaredariyê re di nav têkiliyê de bin. Li taxan dikarin kooperatîf û kreşan ava bikin. Mînakên kooperatîfan li Amedê hebûn. Şaredariyên Bajarên Mezin Amed û Stenbol dikarin bi hev re projeyan bixin meriyetê. Em wek Komeleya Dema Jinê em ê serdana şaredariyan biin. Ne tenê di dema hilbijartinê de di xebatan de jî divê serdana saziyên sivîl bên kirin û xebatên hevpar bên meşandin. Xebatên wek atolye, perwerde, panel, projeyên îstîhdamê bên zêdekirin. Her wiha heke li şaredariyan serdestiya zîhniyeta mêr hebe kijan partî dibe bila bibe feraset naguhere. Divê bi feraseta jinê xebat bên meşandin."
 
Diyarkirina li aqûbeta hilbijartinê 
 
Endama Piştevaniya Mar Îrem Kayikçi, diyar kir ku ji ber polîtîkayên îktîdarê qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe û wiha bi lêv kir: "Şerê ku ji bo nan tê dayîn aqûbeta hilbijartinê diyar kir. Jin bi kînek mezin û hêviya guherînê berê xwe da sindoqan. Li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê hersek mezin heye. Her wiha hêza ku îktîdarê biguherîne jî jin in. Wek Piştevaniya Mor li Samandaga Hatayê tifaqa guherînê tecrûbeyeke me çêbû."
 
'Divê parvekirina tecrûbeyan bidome'
 
Îrem, da zanîn ku hêvî dikin ku kolan û qadên jiyanê yên bi ewlê bên afirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo vê yekê jî dê şopdarê pêvajoyê bin. Çima stargehen jinan nayên vekirin? Çima bi rihetî xwe nagîhinin ŞONIM'an? Çima kolan û maşîneyên di nava bajêr bê ewlê ne? Ji bo vê yeke em jin dê zextê li rêveberiyên herêmî bikin. Em ê bi rêxistin û saziyên jinan bên cem hev. Me bi saziyên jinan re dest bi civînan kir. Em ê yekitiya xwe mezin bikin. Me dest bi serdana şaredariyan jî kir. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin. Di pergala hevserokatiyê de Tevgera Jinên Kurd tecrûbeyek bi dest xist. Ev yek rêbaza meşandina têkoşînê nîşanî me da. Divê parvekirina tecrûbeyan bidome." 
 
'Plansaziyên ku hêvî bide civakê girîng e' 
 
Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Elîf Baysal jî diyar kir muxalefeta civakî pêş dikeve û got: "Gel di sindoqan de bersiv da faşîzma AKP-MHP'ê. Ev yek bû moralek. Ji bo têkoşîna jinan encamên hilbijartinê girîng bû. Ji ber ku mutabaê me diyar bûn û jin dikarin bi rihetî diyalogê daynîn. Divê rêveberiyên herêmî bi rêxistinên jinan re ji bo jinan polîtîkayên derbarê jinan de biafirîne. Divê derfetên ku jin bikarin li derve bixebitin bên avakirin. Hejmara kreşan bên zêdekirin. Divê jin bi rihetî xwe bighînin stargehan. Dema ku ev kar tên kirin dikarin bi rêxistinên jinan re jî xebatan bikin. Pêşxistina mekanîzmayên bi vî rengî girîng e. Plansazî û polîtîkayên ku hêvî bide civak, jin, ciwan, karker û kedkaran girîng e.