Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê daxuyanî: Em ê bibin dengê gelê xwe

  • 11:33 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku duh bişev polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Sterk Tv û Medya Haber TV’yê de girtin, kedkarên Stêrk TV û Medya Haber TV bi gotina ‘korsanwarî’ û ‘komployê’ serdegirtina polîsên Belçîkayê şermezar kirin û gotin; “Her wiha em, yanî kedkarên çapemeniya Kurd em ê tim bibin dengê gelê xwe. Tu hêz wê nikaribe dengê me qut bike. Em vê peyamê didin gelê xwe, dostên xwe û aliyên faşîst ên ku hewl didin dengê me qut bikin, ‘em livir in’.”
 
Studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên li bajarê Denderleeûwê di şeva Duşemê de bûn hedefa serdegirtina polîsan. Bêyî hincetek bê nîşandan serdegirtin hate kirin û tevahiya şevê nehiştin ku kedkarên televîzyonê xwe bigihînin avahiyên studyoyan.
 
Kedkarên Stêrk TV û Medya Haber TV daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, “Derî şikandin û bi rengekî korsanwarî ketin hundir, di serî de kompûter xisar dan amûr û materyalên weşanê.”
 
Daxuyanî li ber avahiyên her du qenalên televîzyonê hate dayin. Bi navê Stêrk TV Ramazan Olçen, bi navê Medya Haberê jî Heval Aslan daxuyanî dan. Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
“Polîsên Belçîkayê 23’yê Hezîranê di derdora saet 01.30’an de li bajarê Denderleeûw ê Belçîkayê, bi ser avahiyên ku şîrketa Sterk N.V, Roj N.V û Hîvron N.V lê kar dikin de girtin. Serdegirtin ji aliyê Polîsên Federal ên Belçîkayê ve hatiye kirin û beriya wê ti agahî ji parêzer û rayedarên me yên şîrketê re nehatiye dayîn. Derengiya şevê dema ku ti kes li avahiyê nebûn, deriyên ofîsên me hatine şikandin û bi rengekî korsanwarî ketine hundir. Kompûter, amûr û materyalên me yên çapemeniyê hatine texrîbkirin. Destpêkê em vê êrîşa derhiqûqî û antî-demokratîk a ku li navenda Ewropayê hate kirin, şermezar dikin. Ev rewş ne hewldaneke hiqûqî, ne jî teftîşek e. Ev êrîşeke ku li dijî saziyên Çapemeniya Azad ku dengê gelê Kurd e, hatiye kirin. Ji xwe di heman saetê de jî polîsên Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd ên li Tirkiyeyê de girtine, ev yek dewama êrîşa organîzeyî ye. Her wiha êrîş di salvegera 126’an a medyaya Kurd de hatiye kirin û helbet ev yek manîdar e.
 
Polîsên Belçîkayê di Adara 2010’an de bi ser heman studyoyan de girtibû û di vê serdegirtinê de hemû kompûter û hard dîsk hatibûn desteserkirin. Lêkolînên hatin kirin û dozên hatin vekirin, bêencam man û ti pêkanîn li şîrketên me nehatine ferzkirin. Her wiha şîrketên navborî li gorî qanûnên Belçîkayê karên xwe dikin û weke saziyên ticarî heta niha rû bi rûyê ti pêkanînên qanûnî nemane.
 
Destpêkê em dixwazin diyar bikin ku; ev êrîş li dijî medyaya Kurd a azad û azadiya agahîwergirtina gelê Kurd hatiye kirin. Dewleta Tirk û hevalbendên wê yên navneteweyî, heta niha bi sedan êrîş li dijî medyaya Kurd pêk anîne lê encam wernegirtine. Ji ber ku em yanî kedkarên çapemeniya azad, di her şert û mercî de tevî her cure zextê me karê xwe dewam kir û em ê dewam bikin. Bila her kes vê yekê bizane ku serdegirtinên korsanî yên bi vî rengî, girtin û astengî nikarin me ji rêya me dûr bixin.
 
Dewleta Tirk bi salan ev yek ceriband, bi dehan hempîşeyên me qetil kir lê dîsa jî nekarî çapemeniya azad rawestîne. Gumana me nîne ku ev êrîş di encama têkîliyên qirêj de yên bi rejîma Erdogan a faşîst re hatiye kirin. Li vir em vê bangê li hikûmeta Belçîkayê dikin; hûn bi rejîma Erdogan a faşîst re di encama kîjan cureyên bazariyên qirêj de êrîşî medyaya Kurd dikin? Divê hûn vê ji Kurdan û raya giştî ya Belçîka û cîhanê re eşkere bikin. Eger we bi rejîma Erdogan re bazariyek qirêj nekiribe, wê demê çima hûn bi rengekî korsanwarî êrîşî studyoyên me dikin? Em vê bangê jî li medyaya Belçîka, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dikin; Em li vir karê weşana çapemeniyê dikin. Xebatên me eşkere ne, deriyên me yên studyoyê ji her kesê re vekirî ne. Di serî de polîs her kes dema bixwaze dikare were studyo û ofîsên me û karên me yên li vir bişopînin. Li vir rewşeke veşartî ne mijara gotinê ye.
 
Em dixwazin vê yekê jî bînin ziman ku em êrîşa polîsan a bêyî parêzer û rayedarên şîrketa me weke komployekê dinirxînin. Lêgerînên polîsan ên bêyî girteyên hiqûqî, li gorî me sûc e, binpêkirina hiqûqê ye.
 
Em weke xebatkarên çapemeniya azad em dizanin ku êrîşên bi vî rengî bi tu rewşên hiqûqî nayên îzahkirin. Lê belê em ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin. Parêzerên me wê di zûtirîn demê de li dijî van êrîşên korsan dest bi xebatan bikin.
 
Her wiha em, yanî kedkarên çapemeniya Kurd em ê tim bibin dengê gelê xwe. Tu hêz wê nikaribe dengê me qut bike. Em vê peyamê didin gelê xwe, dostên xwe û aliyên faşîst ên ku hewl didin dengê me qut bikin;  ‘EM LI VIR IN.’  Em ji agahdarkirina gelê xwe û belavkirina ziman û çanda xwe, xwe berpirsiyar dibînin.
 
Ev erk ji bo me pîroz e û ji jiyana me jî bi qîmettir e. Wê li hemberî hemû zextan jî pênûsa me binivîsîne û kamerayên me heqîqetê bikşînin. Rojnamevanên Kurdistanî kiryarên qirêj ên dewleta Tirk ên weke şewitandina gund û daristanan û qetilkirina zarok û jinan ji raya giştî re parve kirin. Her wiha yên ku hovîtiya DAÎŞ’ê ji cîhanê re ragihandin û ji bo ragihandina vê hovîtiyê jiyana xwe ji dest dan, dîsa kedkarên fedaî yên çapemeniya azad bûn. Cîhan hemû vê yekê dizane. Em ê tim şopdarê başî, rastî û heqîqetê bin.”