HDK û DEM Partiyê bertek nîşanî êrişên li ser çapemeniyê dan

  • 15:52 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - HDK û DEM Partiyê êriş û binçavkirinên li dijî xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin. 
 
Îro di danê sibehê de li Stenbol, Enqere û Rihayê bi ser malên rojnamegerên Çapemeniya Azad de hate girtin û 9 rojnameger hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de nûçegihana Ajansa Mezpotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemenya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayumat hatin binçavkirin. Di serdegirtina li Enqereyê de nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û di ya Rihayê de jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hate binçavkirin. 
 
HDK û DEM Partiyê êriş û binçavkirinên li dijî xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi serenavê “Zextên li dijî Çapemeniya Azad, destpêka konsepta êrîşeke nû ye” û wiha hate gotin: “Em van êrişên neheq, bêhiqûqî û korsanvarî yên li dijî Çapemeniya Azad şermezar dikin.”
 
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Cihê şermê ye ku Belçîkayê mafên mirovan, demokrasî û azadiya çapemeniyê kiriye qurbana muzakereyên xwe yên bi Tirkiyeyê re. Mixabin welatên Ewropayê careke din nîşan dan ku dema mijar dibe berjewendiyên wan dikarin her cure nirxên mirovahiyê bikin mijara bazarê, dikarin van nirxan pêşkeşî hikûmetên zordar ên otorîter bikin û dji wan re bibin palpişt. Rastiya ku ev êriş di 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd hatiye kirin, di heman demê de nişana helwesta înkarker û dijminane ye. Em desthilata AKP’ê ku xwe dispêre polîtîkayên înkar û şer hişyar dikin: Bi dijminatiya li dijî kurdan re çavkaniyên Tirkiyeyê ji hêzên herêmî û navneteweyî re pêşkeş nekin. Hemû rê û rêbazên ku we ceribandiye têk çûne, tu ji wan encam negirtine û wê encam negirin. Em bang li hemû kesên naxwazin Tirkiye ber bi krîz û kaosekê ve were kaşkirin dikin ku li dijî van êrişan bi hestiyar bin. Em bang dikin ku tavilê êrîşan rawestînin û hevgirtina xwe ya bi çapemeniya azad û mûxalîf re dubare dikin.”
 
Daxuyaniya HDK'ê
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî bertek nîşanî êrişan da. HDK’ê bal kişand ku piştî encamên hilbijartinê yên 31’ê Adarê Çapemeniya Azad hedef hate girtin û wiha got: “Polîtîkayên zextê yên li dijî Çapemeniya Azad bêhiqûqî ne û bêbingeh in. Sedema van serdegirtinan, tedbîrên li hemberî îhtîmala aşkerabûna rastiyê hatine girtin e. Desthilata bi piştgiriya DAIŞ’ê tê binavkirin, bi encamên hilbijartina 31’ê Adarê re rewabûna xwe windakiriye. Li dijî emperyalizm û hevkarên wan ên herêmî bijî têkoşîna hevpar a gelan û kedkaran.”