Ji bo malbata Makbule Ozer ya girtî serdan

  • 19:19 23 Nîsan 2024
  • Rojane
WAN – TUHAY-DER, DEM Parti, TJA û Dayikên Aştiyê çûn serdana malbata Makbule Ozer ya 82 salî ku duh dîsa hatiye girtin. Di serdanê de hat diyar kirin ku Makbule ne di rewşeke ku di girtîgehê de bimîne û divê demildest dest ji biryara girtinê bê berdan.
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAYDER), çû serdana malbata Makbule Ozer ya 82 salî ku duh li Artemêt a Wanê dîsa hatiye girtinê.  Hevserokên DEM Partiyê ya Wanê, Parlametnera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinen Azad (TJA) û Komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Derguşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) tevli serdanê bûn.
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar axivî û da zanîn ku divê demildest dest ji biryarê bê berdan.  Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî balkişand ser rewşa Makbueyê û daxuyakirin ku Makbule ne di rewşeke ku di girtîgehê de bimîne ye û divê demildest ji vê biryarê vegerin.
 
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît jî got helwsta li dijî Makbuleyê helwestek dijminahiyê ye û got divê demildest ji vê biryarê vegerin.
 
Piştî axaftinan serdan bidawî bû.