Li Amedê li 136 nokteyan xebatên paqijiyê

  • 12:29 26 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED -Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li gel ekîbên xwe yên paqijiyê li Dortyola navçeya Rezanê dest bi xebatên paqijiyê kirin.
 
Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo paqijkirina 136 nokteyên sereke, yên wekî meydan, termînalên otobusan ên navbera bajarn, termînalên otobusan ên navçeyê, odeyên lezgîn ên nexweşxaneyên taybet û giştî û cihên bendemayînê yên li navenda bajêr dest bi kampanyaya paqijiyê kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergûn beşdarî kampanyaya ku li Taxa Dortyol a navçeya Rezanê  dest pê kir, bûn. Hevşaredaran li gel wesayitên paqijiyê û xebatkarên paqijiyê, kolan û peyarêk bi avê şuştin. Welatiyan di dema xebatê de eleqeyeke mezin nîşanî Hevşaredaran dan û bi çepikan piştgirî dan Hevşaredaran.
 
'Starta kampanyaya paqijiyê hat dayîn'
 
Serra Bucak der barê kampanyayê de daxuyanî da û diyar kir ku wan li gel şaredariyên Rezan, Yenîşehîr, Sûr û Peyasê ji bo 136 nuqteyên bajêr xebat û kampanyaya paqijiyê dane destpêkirin. Serra got, “Îro em Hevşaredarên Bajarê Mezin, Hevşaredarên Rezan û Yenîşehîrê, gelê xwe û ekîbên xwe yên paqijiyê re ji Çaryana Baglarê dest bi kampanyayê dikin. Di xebatên me de dê kolanên me bi rêbaza şuştinê bên paqijkirin. Ji îro û pê ve em ê kampanya xwe ya ji bo Amed û Rezanek paqijtir bidomînin. Ji bo paqijmayîna bajêr divê em gelaşa  xwe bavêjin konteynir û gelaşxaneyan û bajarê xwe paqij bikin. "
 
Kolan hatin paqijkirin
 
Xebatkarên paqijiyê tevahiya şevê li Kolana Nuhet Coşkun, Fatîh û Kolana Gurselê bi ava sabûnê paqijî kirin.