Lêgerîna edeletê ya malbata Şenyaşar didome

  • 18:50 26 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar di roja 87’emîn de Nobeta Edeletê berdewam kir.
 
 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li ber Wezareta Edaletê di roja 87'an de dewam kir.
 
 Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat girtin, ji çalakiya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar ve hatibû destpêkirin bi bandor bû û çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Wezareta Edaletê ku dabû destpêkirin di roja 12’an de berdewam kir.