Kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin

  • 14:53 7 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - 8 kesên ku di nav de rojnameger Darya Us û Nurcan Yalçin ên duh li Amedê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê bi dawî bû sewqî edliyeyê hatin kirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de, di serdegirtinên duh ên li Amedê de rojnameger Derya Us û Nurcan Yalçin jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. 
 
Piştî îfadeyên wan ên li emniyetê duh bi dawî bûn, îro sewqî edliyeyê hatin kirin.