Dayikên Aştiyê daxwaza berdana Makbûle Ozer kir

  • 16:17 27 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Dayikên Aştiyê daxwaza berdana Makbûle Ozer a 83 salî kir û bertek nîşanî êrişên li hember çapemeniya kurd kir. 
 
Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo Makbûle Ozer a 83 salî hatî girtin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên li ser çapemeniya kurd û girtina rojnamegeran.
 
Di daxuyaniyê de Raîfe Ozbey axivî û diyar kir ku Makbûle û girtiyên din divê serbest bên berdan û got: "Makbûle 83 salî ye û çawa dibin girtîgehê. Sûcê wê çî ye? Heke li dervê gelo dê çi sûcê bike? Ev bû çend car birin girtîgehê. Derûniya dayikê xirab bû. Ev ne qanûn e. Her wiha li Tirkiyeyê gelek girtiyên nexweş hene. Em qanûnên faşîst ên ku jinên temên mezin digire qebûl nakin."
 
Raîfe, bal kişand ser operasyona li hemberî çapemeniyê û girtina 3 rojnamegeran û got: "Êriş birin ser televîzyonan. Lê nikarin televîzyonên me bigirin. Her wiha êrişê komele û çapemeniya kurd dikin. Bi kijan qanûnê vê yekê dikin. Em vê yekê qebûl nakini. Em carekdin bang dikini ku bila deriyê zinndana vebin." 
 
 
Havva Kiran jî axivî û wiha bal kişand ser êrişên li hemberî televîzyonên kurd: "Ev televîzyon hest û êşa kurdan tîne ziman. Dewleta ku ji xwe re dibêje em mafê mirovan diparêzin me bêtehemûliya wan a li hemberî kurdan dît. Hemû sazî û dezgehên navneteweyî bila vê bêtehemûliyê bibîne. Em êrişa ku pêk hatî şermezar dikin. Bila êdî dawî li zilmê bînin. Em her tim li cem çapemeniya kurd bûn û em piştevaniya wan dikin. Destê xwe yên qirêj li ser kurdan rakin."