Rojnameger Zehra Dogan bereat kir

  • 13:20 9 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Piştî ku Dadgeha Bilind 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê rojnameger Zehra Dogan betal kir, di danişîna dozê de biryara beraetê hat dayîn.
 
Rojnameger Zehra Dogan piştî ku li Nisêbîna Mêrdînê hat binçavkirin û girtin, bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê dike" bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
Zehra ku bi qasî 2 salan di girtîgehê de ma, piştî ku dosyaya wê hat betalkirin bi serîlêdana wê ya li Dadgeha Bilind di encama guhertina qanûnê de biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn. Li ser vê yekê yekemîn rûniştina doza Zehra îro hat dîtin.
 
Di rûniştina ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin de parêzerê Zehrayê Emrah Akbulut amade bû. Piştî tespîta nasnameyan belgeyên ku di danişînê de hatin wergirtin hatin xwendin. Parêzer anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku di dosyayê de tiştek ku muwekîlê mehkûmkirinê hewce bike tune ye û ji ber vê yekê daxwaza beraeta muwekîlê kirine.
 
Dadgehê bi hinceta ku sûcdariya ku li dijî wê di çarçoveya nêrîna dozger de tê kirin, di qanûnê de weke sûc nayê dîtin biryara beraatê da.