Taximê Voleybolê yê Jinan çû serdana hevşaredaran

  • 13:52 9 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Werzîşvanên ciwan ên Taximê Voleybolê yê Jinan û heyeta wê ya teknîk, çûn serdana hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun.
 
Werzîşvanên ciwan ên Taximê Voleybolê yê Jinan û heyeta wê ya teknîk, çûn serdana hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun. Taximê Voleybolê yê Jinan ê di bin banê Serokatiya Daîre ya Xizmetên Werzîşê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat avakirin di lîstikên îsal de kûpaya şampiyontiyê girt û derketin lîga duyem. 
 
Werzîşvanên jin ên bi kûpaya şampiyontiyê hatin serdana hevşaredaran forma jî diyarî wan kir. 
 
Hevşaredaran werzîşvanên jin pîroz kirin û ji bo sezona nû serkeftin ji bo wan xwestin.