Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin

  • 15:53 9 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên protestokirina êrişên li dijî DEM Partî ya Bêrecûkê de wiha hate gotin: “Em ji Mehmet Begît û çeteyên ku pişta xwe dayê natirsin.” 
 
Êrişên li dijî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bêrecûk a Rihayê li gelek bajaran hatin protestokirin. Di çalakiyan de bertek nîşanî Mehmet Begît ê di 29’ê nîsanê de îstîfa kirî û kekê wî Mehmet Begît ê ji ber êrişa li dijî DEM Partiyê hatine binçavkirin hatin nîşandan. 
 
Riha
 
Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Zeynep Oduncu jî di nav de bi sedan kesan li pêşiya Şaredariya Bêrecûkê daxuyanî dan. Polîsan hewl dan çalakiyê asteng bikin û beşdaran dirûşma “Na ji xespkirina îradeyê re, îstîfa bike” hate berzkirin û dovîzên “Na ji xespkirina îradeyê re, îstîfa bike”, “Ji diziyê re destûr tune ye”, “Şaredarî ya gel e dê wisa bimîne” û “Gel ji heqê xwe bistîne hat” hatin hilgirtin. 
 
Endamê Meclisa Şaredariyê yê DEM Partiyî Hakan Arici wiha got: “Her çend bibêjin kesên nasnameyên wan diyar jî, em baş dizanin ku kîjan derdorên tarî vî hedî di xwe de dibînin. Zîhniyeta ku hewl dide bi siyaseta al û posteran qirêjiyên xwe veşêrin bila baş bizanin ku dê polîtîkayên reşkirin nekarin me ji rêya me bikin. Em ê heta dawiyê xwedî li îradeya gel derkevin. Gel dengê xwe neda Begît, da DEM Partiyê. Bila Sakip Yaşar, Reşît Çerîkan û Mahmût Dîrîer ên tev li xeta xiyanetê ya Begît bûn baş bizanin ku dîrok tu caran xiyanetan û xayinan ji bîr nake. Hûn di wijdana gel de sûcdar in. Tavilê dev ji vê lîstika qirêjî berdin. Divê Begît tavilê qoltixa xesp kirî berde û ji gel lêborînê bixwaze. Heta ku em tiştên aydên xwe digirin dê têbikoşin. Tu hêz nikarin me ji doza me bikin. Ji bilî îstîfaya Begît tu rêyên din nînin. Em natirsin, li vir in.” 
 
Bang li Wezîrê Dadê kir 
 
Parlamenter Saliha jî wiha got: “Divê Begît îstîfa bike. Îktîdara ku du serdemin bi rêya qeyûman nekarî îradeya gel xesp bike, niha jî hewl dide bi rêya polîtîkayên şerê taybet xesp bike. Begît û çeteyên ku ew pişta xwe pê germ dike nikarin me bitirsînin. Banga me li wezîrê dadê ew e ku peywira xwe pêk bîne.” 
 
'Em ê bi berxwedanê bi ser kevin'
 
Çalakî bi dirûşma “Begîtê diz îstîfa bike” bi dawî bû. Piştre jî parlamenter û hevşaredar çûn serdana esnafan. Piştî serdana esnafan, bi sedan kes bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bêrecûk ranezê li şaredariyê diz heye” û “Dizo îstîfa bike” ber bi avahiya DEM Partiyê ya du caran rastî êrişê hatî meşiyan. 
 
Wan
 
Li Wanê jî li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî anî ziman ku heke îktîdara AKP-MHP’ê encamên hilbijartinê baş fêm nake, dê berxwedana li Wanê li her deverê belav bibe û dawiya îktîdarê bîne. Veysî, da zanîn ku kesên kesên di rojên dawî de bi referansa AKP-qeyûm girtine şaredariyê, tesarûfa qanûnî ya şaredariyê krîmînalîze dikin. Veysî, bertek nîşanî Ziya Turk ê ji bo tayînkirina qeyûman “nûçeyên” provakatîf çêdike û ji bo van nûçeyan jî bi rêya “abonetî” û “reklamê” bi milyonan lîre ji şaredariyê girtî da. Veysî, wiha domand: “Qelemşorê qeyûm ji bo xespa qeyûm nûçeyan çêdike. Em baş dizanin kî van xwedî dikin. Bila kesek hînbûnên xwe yên xelet û neheq ên berê dubare neke. Berteka demokratîk a li dijî hewldana tayînkirina qeyûman dê berteka li dijî xespkirina mazbatayê hatiye nîşandan li pey xwe bihêle.”
 
Veysî, got ku mîna di demên berê de dê gel li dijî êrişên nû jî berteka xwe nîşan bide û wiha pê de çû: “Ji roja encamên hilbijartinê diyar bûn heta niha li Bêrecûkê bi rêya têkiliyên malbat û eşîran li dijî partiya me hewldanên provakatîf tên kirin. Çeteyên ku têkoşîn û berxwedana li dijî xiyanetê ranagirin, guleyan ber didin ked û têkoşîna gel.” 
 
Êlih
 
Li Êlihê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext nikarin me têk bibin” hate hilgirtin û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Hevseroka Bajar Songul Korkmaz got ku dê îradeya gel bi ser keve û dê kes nekare vê îradeyê xesp bike. Hevserokê DBP’a Bajar Resûl Çetîn jî ev tişt anî ziman: “Ji ewil xwestin bi hîleyan bi ser kevin. Mehmet Begît bi îstîfakirinê re xiyanet li îradeya xelkê Bêrecûkê kir. Dê berxwedan û têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta xayîn, xespkar û çete bidome.”