Hûn der barê pençeşêra malzarok û memikan de çi dizanin?

  • 09:02 15 Cotmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca hişmendî û agahdarkirina nexweşiyên pençeşêra malzarok û memikan, Platforma "Kontrol bi te re ye bersiv di gen de ye" hat avakirin. Platorm li dijî pençeşêrê dibêje "Em rûpelek nû vedikin."
 
Komeleya Onkolojiya Tibî ya Tirk (TTOD) bi armanca der barê nexweşiyên pençeşêra memikan û malzarokê de civakê agadar bike platforma înternetê ya "Kontrol bi te re ye bersiv di gen de ye" vekir. Lîstikvan Arzum Onan jî sefiriye projeye dike. Der barê rîskên nexweşiyê de û cureyên pençeşêrê de agahî tên dayîn.
 
Cureya ku herî zêde tê teşhîskirin pençeşêra memikan
 
Li gorî daneyên malperê pençeşêra memikan cureyê ku herî zêde li cîhanê tê teşîskirinê û piranî piştî temenê 50’yî re tê dîtin lê di temenê ciwan de jî gelek kes bi vê nexweşiyê dikevin. Ji 7 jinan yek bi vê pençeşêrê dikevin. Di vê nexweşiyê de kontrol û dermankirin gelek girînge.
 
Pençeşêra malzarokê ya herî xetere
 
Pençeşêra malzarokê jî li cîhanê yek ji pençeşêrên herî zêde bi jinan re tê dîtin û salê  li 314 hezar jinî ev teşîs tê danîn. Li welatên pêşketkî ji hezar jinî bi 7 kesîre li welatên şûnde ketî jî zêdetir tê dîtin. Di ser temenê 40’î de ji 100 inî  1.4 heb bi nexweşiya pençeşêra malzarokê dikevin. Taybetiya herî mezin a vê nexweşiyê dema tê teşhîskirin  piranî di astên pêşketî de ne. Hr wiha cureyê ku herî zêde rîska mirinê dihewîne ye.
 
Têkoşîna li dijî pençeşêrê
 
Cigirê Serokê TTOD’ê Prof. Dr Nûrî Karadurmuş di axaftinek xwe de bal dikşîne ser pençeşêra memikan û diyar dike ku piranî di ser temenê 50’yî de tê dîtin lê di bin temenê 50’yî de jî gelek jin bi vê nexweşiyê dikevin. Nûrî diyar dike ku têkoşîna li dijî pençeşêra pêsîrê gelek krîtîk û girîng e.
 
Endama Lijneya Rêvebreiya TTOD Doç Dr. Gokşen Înanç Îmamgolu jî der barê her dur cureyên pençeşêrê de diyar dike ku  pençeşêra malzarokê li cîhanê cureyê herî zêde bi jinan re tê dîtinê ye û di nav cureyên pençeşêrê de di rêza 8’an de cih digire. Gokçen diyar dike ku li cîhanê salê 314 hezar jin teşîsa pençeşêra malzarokê lê tê kirin û ji van 207 hezar ji ber vê jiyana xwe ji dest didin. Gokçen diyar dike ku li dijî vê nexweşiyê divê jin kongrolê bigirin destê xwe û ji ber vê jî projeya "Kontrol bi te re ye,  bersiv di gen de ye" ava kirine. Gokçenê bang li hemû jinan kir ku di mijara nexweşiyê û faktorên rîskê de bibin xwedî agahî.
 
Serokê Onkolojiya herêma Navneteweyî ya Astrazenaca Tî Hwî How jî destnîşan kir ku hedefa wan ev e ku pençeşêra dibe sedema mirinê ji holê rabikin.
 
Lîstikvan Arzum Onan daxuyakirin ku bi armanca piştgiriyê bide xebatên hişmendiya derbarê pençeşêrên malzarok û memikan sefiriya projeye dike û bang li hemû jinan kir ku platformê ziyaret bikin û derbarê ku rîska pençeşêrê dihewînin an na de kontrolan bikin.
 
Ji ser malpera  www.cevabigende.com hun dikarin xwe bigihînin navnîşanê platformê.