Tîma Jinan a Amedsporê tîma Beşîktaşê têk bir

  • 17:43 15 Cotmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li seha xwe Tîma Futbolê ya Jinan a Beşîktaşê 1-0 têk bir. 
 
Di hefteya 7'emî na Lîga Super a Futubolê ya Jinan a TFF'ê de Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li seha xwe li gel Tîma Futbolê ya Jinan a Beşîktaşê hatin hemberî hev. Maç li Tesîsa Sporê ya Şaredariya Amedê ku li Semta Seyrantepeya Amedê ye pêk hat. Di beşa ewil de tu tîmekê gol neavêt. Di beşa duyemîn a maçê de Tîma Jinan a Amedsporê di deqîqeya 47'an de ji aliyê lîstikvan Juliate Nana ve golek avêt tîma Beşîktaşê. Maç bi 1-0 bi dawî bû û tîma Beşîktaşê têk çû.