Li ser penceşêra memikan li Tebqayê panelek hat lidarxistin

  • 16:11 28 Cotmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tebqayê ji hêla Koordînasyona Jinan a Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk,panelek li ser penceşêra memikan hat lidarxistin. 
 
Koordînasyona Jinan a Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê panelek li ser penceşêra memikan li dar xist. Panel bi sernavê 'Destpêkirina zû ya penceşêra memikan bi mamografiyê' li hola Meclisa Qanûnsaz hate lidarxistin. Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Necah El Hisên axaftina destpêkê kir.
 
Di panelê de nîqaşên li ser penceşêra memikan, nîşane û gavên ji bo testkirina mamografiyê hatin kirin. Radyolog Îman El Îsa axivî û wiha got: "Penceşêra memikan ya herî zêde di nava jinan de berbelav e.
 
Alîkariya zêde ya hişyarkirina li ser penceşêra memikan û fînansekirina lêkolînan hişt ku pêşketinek di teşhîs û dermankirinê de çêbe. Nîşaneyên wê ew in ku goşt di memikan de hişk dibe, mezinahiya wan biguhere, her wiha çermê sor dibe yan jî wekî qaliqê porteqalê kunkunî dibe. 
 
Faktorên xetereya pêketina penceşêra memikan li gel jinan ew in ku temenê mezin û qutbûna menopauseyê ne. Ji bo kêmkirina wan nîşaneyan divê beşeke herî kêm a dermankirina hormonal ku jin di rewşên bêparkirin û derengmayîna mehane de ji bo demek herî kurt bi kar tînin, were bikaranîn.
 
Dema nîşaneyên girêdayî nexweşiyê yan jî hebûna nexweşiyê girêdayî malbatê hebe, encamên mamografiyê yên destpêkê ne, divê testên teşhîsê yên zêde werin kirin."
 
Di dawiya panelê de broşurên têkildarî wê nexweşiyê li beşdaran hatin belavkirin.