Nexweşiyên alerjik çawa dikarin bên kontrolkirin!

  • 09:02 12 Mijdar 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi zarokan re nexweşiyên alerjik her diçin zêde dibin. Ligel ku genetîke, di zikê dayik an jî piştî welidînê ji ber şertên derdorê bi zarokan re dertê holê. Pispor diyar dikin ku şopandin û dermankirin gelek girîng e.
 
Beden bi saya pergala xweparastinê dema madeyê biyanî re bê rû hev, têdikoşe. Lê bi hinek kesan re pergala xwe parastinê hinek madeyên ku zirarê nade beden jî wek dijmin dibîne û li dijî vê têdikoşe. Ev jî dibe sedema xwir, werimîn û sorbûnê. Li gorî tabloyê gelek sedem dertên holê. Ev rewş jî wek alerji tê bi navkirin.
 
Pispora Alerjiya Zarokan û Pedîatriyê Prof. Dr. Muge Toyran der barê nexweşyên alerjîk de nirxandin kir.
 
Mugeyê da zanîn ku derketina reaksiyonên alerjîk  ji genetîka kes zêdetir tê û got: “Ligel vê bi her kesî re jî alerjî dernayê holê. Di zikê dayikê û piştî welidînê de ji ber faktorên derdorê dikare derkeve holê. Xwedîbûn, cigare, qirêjiya hewayê, di temenê biçûk de nav xwezayê de mezin dibin, di temenê biçûk de bi hinek enfeksyonên vîral ketine di alerjîbûnê de rolê dilîze.
 
Nexweşiyên alerjîk yên bi zarokan re tên dîtin
 
Mugeyê nexweşiyên alerjîk yên bi zarokan re zêde tên dîtin wiha rêz kir: “Alerjiyên bi riya hewayê re bi zarokan re astim, alerjîk rînît, atopîk dermatit tên dîtin. Zarokên li dijî xwarinan alerjiya wan heye tabloya wekê atopîk dermatîk, nîşaneyên pergala mîde- roviyan û anafîlaksî dertê holê. Hinek derman ji sorbûna çem bigirin heta anafîlaskî gelek reaksiyonên alerjîk dertîne holê. Nexweşiyên alerjîk hema di beden de nîşaneyan derdixe holê.  Sorbûna çerm, xwarin, her wiha di pergala hilmê de pirsgirêk, kuxik, pişkik, westandin tê dîtin. Di pergala mîde- rojviyan de vereşîn, emel,zû xitimandin dertê holê. Nîşaneyên bi zarokan re tên dîtin jî ger ku test û dermankirin neyê kirin ji nexweşiyên din jî guman tê kirin.  Ji ber vê ji bo zarokan testên provokasyon pêk tên.”
 
Divê bi rêk û pêk bê şopandin
 
Mugreyê daxuyakirin ku di dermankirina nexweşiya alerjiyê bi zarokan re divê ji xurekên ku bandor lê dike xwe dur bigirin û dermanên parastinî bên bikaranîn. Mugeyê bi lêv kir ku dema nişane derkevin holê divê derman bên bikaranîn û got: “ Rêbazeke dermankirinê ya nexweşiyê ji holê rabike tuneye. Ligel vê her zarok her ku mezin bibe ev nexweşî bi giştî derbasdibe. Lê nexweşiyên alerjîk bi rêk û pêk bê şapandin û dermankirin.”