25'ê Nîsana 2013'yan: Komxebata 'Em temaşe nakin, em ê ji bo aştiyê têbikoşin'

  • 09:01 25 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê, bi dirûşma "Em temaşe nakin, em ê ji bo aştiyê têbikoşin" komxebatek li dar xist. Di komxebatê de jinan li ser şerê ku 30 sal in didome kirin û plansaziya xwe ya çalakiyan derxistin û banga têkoşînê kirin. 
 
Hin bûyerên îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1967: Lîstikvan Lale Oraloglu ya ji ber ku lîstika wê hat qedexekirin di 11'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kiribû û di 25'ê Nîsanê de rakirin nexweşxaneyê. Lale di 15 Çileya 207'an de di 82 saliya xwe de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
2006: Rojnameger û aktîvîsta Kanadayî Jane Jacobs di 4'ê Gulanêa 1916'an de hat dinê. Jane ya ku bi xebatên xwe yên bajarvaniyê dihat nasîn diyar kir ku veguheztina bajêr daxwazên kesên bajarî pêşwazî nake.  Jane di 25'ê Nîsana 2006'an de jiyana xwe ji dest da.
 
2016: Li navçeya Artemêt a Wanê starta perwerdeya wekheviya zayendî hat dayîn. Perwerdeya yekem a ku ji aliyê Mudura Polîtîkayên Jinê Sabriye Kanat û derûnînasa şaredariyê Sînem Koca ve li taxa Çîçekliyê hat  dayîn.