10'ê Gulana 1908'an: Cara yekem Roja Dayikan hat pîrozkirin

  • 09:02 10 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Li cîhanê cara yekem Roja Dayikan hat pîrozkirin. Aktîvîsta aştiyê Ann Jarvis, di şerê navxweyî ya Emerîkayê de ji bo birîndarên herdu aliyan dixebitî. Ann, di sala 1905’an de jiyana xwe ji dest da. Keça wê her sal Annayê bi bîr dianî. Di sala 1908'an de bibîranîn bi giştî bû. 
 
Bûyerên din ên girîng ên di dîrokê de derketin pêş wiha ne:
 
1860: Li New Yorkê bi tevlîbûna 800 jinan 10'emîn Konferansa Jinan a Neteweyî hat lidarxistin. 
 
1872: Sufrajet, siyasetmedar, nivîskar, rojnamger, edîtora femînist Victoria Wooddhul ji Partiya Mafên Wekhev de namzetiya xwe ya serokatiya Emerîkayê îlan kir. Cara yekem jinek ji bo serokatiyê namzetiya xwe îlan kir. 
 
1897: Psîkanalîst Margaret Mahler a Macar îro hat dinê. Margaret di hêla psîkolojiya zarokan de gelek lêkolîn kir. Bi lêkolînên xwe li cîhanê navdar bû. 
 
1908: Karkerên jin ên Tafiroşan li Bursayê dest bi grevê kirin. Jinan di dema Osmaniyan de li dijî heqdestê kêm û seatên kar li berxwe dan. 
 
1944: Oyinkansola Abayomî ya Nîjeryayî li mala xwe bi 12 jinan re civînek li dar xist û Partiya Jinan a Nîjeryayê ava kir. Oyinkansola li Londonê perwerde dît û piştî ku vegeriya Nîjeryayê bi Komeleya Rêber a Jinan a Nîjeryayî re têkilî danî. Ji bo perwerdeya jin û zarokan xebitî. Cara yekem li Nîjeryayê jinek bû ajokar. 
 
2008: Însiyatîfa Dayikên Aştiyê di Roja Dayikan de li Qada Eminonuyê dowizên "Em aştiyê dixwazin" hilgirtin û çalakî li dar xistin. 
 
2015: Di Komxebata Azadiya Jinan a Pêvajoya Muzakere û Çareseriya Demokratîk de, jinan biryar dan ku xebatên xwe di Meclîsa Azadiya Jinan de bidomînin. Di komxebatê de jinan li ser rê û rêbazên xebatê rawestiyan.
 
2019: Yekîtiya Jinên Ciwan, bi tevlîbûna jinên ciwan ên li Efrîn û Helebê li Wargeha Serdem a Şehbayê komcivîna xwe li dar xist. Nêzî 200 jin tevlî komcivînê bûn.