'Divê her kurdek bibe şervanên zimanê xwe'

  • 10:02 21 Sibat 2024
  • Çand û Huner
 
Rozerin Gultekin
 
AMED - Helbestkar Nûrcan Delîl, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê axivî û got: "Li dijî astengiyên li hemberî ziman divê her kurdek bibe xwedî zimanê xwe. Bibe şervanê zimanê xwe."
 
Ji bo parastina zimanên di bin talûkeyê de ne UNESCO'yê 21'ê Sibata 1999'an wekî Roja Zimanê Dayikê îlan kir. Li gel vêya gelek peymanên navneteweyî û belge ji bo parastina ziman hene lê belê dewletên wekî Tirkiyeyê yên otorîter mafê zimanê dayikê nas nake. Lê belê têkoşîna li dijî polîtîkaya yekzimanî dewam dike. Ji Rêvebera Komeleya Wêjekarên Kurd Nûrcan Delil têkildarî zimanê dayikê û zextên li ser ziman nirxandin kir. 
 
'Ziman tune be gel jî tune ye'
 
Nûrcanê anî ziman ku ziman hebûna gelekî îfade dike û wiha got:"Gelek bi zimanê xwe çanda xwe û nasnameya xwe xwedî deke. Ziman destpêka mirovahiyê ye. Zimanê gelekî tune be ew gel jî tune ye. Kurdî û çanda kurdan gelekî dewlemend e. Koka zimanan ji kurdî tê. Ji ber vêya dibêjin ger em kurdî serbest bikin wê kurdî bikeve pêşiya zimanê me. Loma jî destûrê nadin ku zimanê kurdî serbest bibe û pêş bikeve. Ger em wekî kurd zimanê xwe neparêzin, ger em ji bo zimanê xwe şer nekin, her kurd heger nebe şervanekî zimanê xwe zimanê me wê demê nabe xwedî statu. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin û xebatên ji bo ziman bikin. UNESCO 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê îlan kir lê belê ji bo ziman li ser piyan bimînin çiqasî têkoşînê dike ? Divê mirov li ser vê mijarê nîqaş bike."
 
'Gel dema bi zimanê xwe biaxivin wê demê ew ê pirsgirêk çareser bibin'
 
Nûrcanê da zanîn ji bo  gelek bê tunekirin ji zimanê wî gelî divê bê destpêkirin û wiha pêde çû:"Ez tim bi zimanê xwe diaxivîm lê belê ji bo vê yekê min xebat nedikirin. Min dîroka xwe xwend ez hîn zêde hînî zimanê xwe bûm wê demê min dît ez hîn bextewar dibim. Ji ber zimanê min hebûna min e loma min dest bi xebatên di vî warî de kir. Dema ez li zimanê xwe xwedî derkevim ez li xwe jî xwedî derdikevim. Bişavtin ji ziman û çandê dest pê dike. Ger heta niha kurd li ser piyan mabe sedema vêya xwedîderketina li ziman û çanda xwe ye. Heger zarok bi taybet bi zimanê xwe biaxivin wê demê kesayeta wan li gor wî zimanî pêş dikeve. Zarokek dema bi zimanekî biyan mezin bibin tam kesayeta wan pêş nakeve. Li gel vêya dema hemû gel bi zimanê xwe biaxivin wê pirsgirêkên rojane çareser bibin ev ji bo pêşketina têkiliyan gaveke girîng e. "
 
Newekhevî li pêşiya jinên wêjekar astengî ye
 
Nûrcanê bal kişand ser rola jinan a di qada pêşketina wêjeyê de û wiha lê zêde kir:"Xebatên jinan di vî warî de di asteke baş de ye. Lê belê jin ji ber newekheviya zayenda civakî zehmetiyan dibînin. Dema me Komeleya Wêjekarên Kurd vekir gelek jinan di komeleyê de cihê xwe digirtin. Lê belê ji ber rolên li ser jinan hatine ferzkirin di warê xebatê de zehmetî dîtin. Çareseriya vê yekê jî guhertina zihniyetê ye. Divê pêşî li jinan bê vekirin. Divê jin têbikoşin. Divê perwerdeyên Jineolojiyê yên bi hev re bên dayin."
 
'Divê em li her derê bi Kurdî biaxivin'
 
Nûrcanê da zanîn ew di Komeleya Wêjekarên Kurd de cihê xwe digire û xebatên ziman dide meşandin û wiha bi dawî kir:"Em wekî gelê kurd li zimanê xwe xwedî derketin û em ê li zimanê xwe xwedî derkevin. Di sala 2024'an de divê em zimanê kurdî wekî zimanê fermî bidin qebûlkirin û ji bo vê yekê çi ji destên me bê em bikin. Divê em li her derê bi Kurdî biaxivin."