Di rêveberiyên herêmî de zimanê dayikê hat niqaşkirin

  • 16:37 3 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
WAN - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji aliyê TJA, ARSÎSA û Kovara Destar ve "Di rêveberiyên herêmî de girîngiya zimanê kurdî" hat niqaşkirin. Di komxebata "Em ê bi zimanê xwe bajarên xwe biafrînin" de, di rêveberiyên herêmî de zimanê dayikê hat nîqaşkirin.
 
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA Kovara Destar, di çarçoveya çalakî û xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Komxebata, “Di rêveberiyên herêmî de girîngiya zimanê Kurdî û em ê bi zimanê xwe bajarên xwe biafirînin” hat lidarxistin. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Neslîhan Şedal û namzetên jin ên hevşaredariyê yên navçeyê, Hevseroka bajêr Gulşen Kurt, hevserokên jin ên navçeyê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî komxebatê bûn. Li salona ku komxebat lê hat lidarxistin pankartên "Ziman laş e li laşê xwe xwedî derbikevin" û "Her dem kurdî li her derê kurdî" hatin daliqandin, beşdaran bi cil û bergên xwe yên neteweyî rengê xwe li atolyeyê dan.
 
'Divê propaganda bi zimanê zikmakî bê kirin'
 
Piştî rêzgirtinê yek ji mamosteyên ARSÎSA'yê Nazîme Arvas axivî. Nazîme, wate û girîngiya ziman vegot û destnîşan kir ku divê jin di hemû qadên jiyanê de li zimanê xwe xwedî derkevin û bibin pêşengên vê yekê. Piştre Hevseroka Kovara Destar Jîn Avesta got ku ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demeke kurt maye û divê hevserokên jin bi zimanên xwe yên zikmakî propagandayê bikin.
 
Di warê ziman de girîngiya projeyên hevşaredaran
 
Jîn bi kurtasî armanca komxebatê rave kir û got, “Ji bo pêşxistina xebatên ziman li Wanê bi hev re ne. Projeyên ziman ên hevşaredaran çi ne? Çawa dikare çêtir bibin? “Em çawa dikarin bi deng û nasnameya jinan bajarên xwe pêş bixin?
 
'Ya ku pergala hevserokatiyê zindî bike û biparêze jin in'
 
Jîn amaje bi wê yekê kir ku zîhniyeta mêr di civakê de serdest e, anî ziman ku di hilbijartinên herêmî de pergala hevserokatiyê ji aliyê hikûmetê ve ji nîqaşan re hat vekirin. Jîn diyar kir ku ya ku wê pergala hevserokatiyê zindî bihêle û biparêze helwest û biryardariya hevserokên jin e û got, “Faşîzmeke pir kûr bi zîhniyeta mêr hatiye meşandin. Li hemberî hişmendiya mêr em dikarin têkoşîneke çawa bimeşînin? Em îro ji bo vê armancê bi hev re ne. “Îro jî em ê li ser vî esasî nîqaşên xwe bidomînin.
 
'Asîmîlasyona li ser Kurdan polîtîkaya sed salî ye'
 
Jînê, bi bîr xist ku qeyûmên ku li Kurdistanê ji bo du serdeman hatine wezîfedarkirin, zimanê kurdî jî kirine hedef û got, qeyûmên tayînkirî tabela, sazî, park û kursên ku ji bo zimanê kurd pêş bixin hatibûn vekirin desteser kirin. Jînê, da zanîn ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî dîroka wan vedigere sed salan û destnîşan kir ku bertek û refleksên li hemberî vê yekê lawaz bûne, ji ber ku zîhniyeta mêr polîtîkayên zextê bi sazî û piralî pêk tîne.
 
Piştî axafitina vekirin komxebat ji çapemeniyê re gitî hat dewamkirin.