Li Rihayê şahiya 8'ê Adarê

  • 15:35 7 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
RIHA - Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşamevî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi jinên Rihayê re şahiya muzîkê li dar xist. Endama Rêveberiya Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşamevî Şevreş Yazir di şahiyê de axivî û got, "Heta ku jin azad nebin civak azad nabe."
 
Li Rihayê Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşamevî bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê şahiya muzîkê li dar xist. Li salona ku şahî lê hat lidarxistin pankartên "Jin, jiyan, azadî", "Hevgirtina jinan berdewam dike", "Em hebûn, em hene, em ê hebin" hatin daliqandin.
 
'Heta jin azad nebin civak azad nabe'
 
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşamevî Şevreş Yazir axaftina vekirinê ya şahiyê kir û bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê. Şevreş got, “Îro roja ku sembola têkoşîna jinan a ji bo serxwebûn û azadiyê ye, ji bo rakirina neheqiyên siyasî û aborî, bidawîkirina cihêkariya zayendî, pêşîgirtina li her cure şîdetê û misogerkirina şert û mercên jiyan û xebatê yên bi rûmet e ku li gorî rûmeta mirovahiyê ye.  Di her 8'ê Adarê de girîngiya jinê di jiyana siyasî, hunerî û karsaziyê de derdikeve holê û bi vî rengî rojev tê ronîkirin. Dema 8'ê Adarê tê em dibêjin heta ku pirsgirêk bên çareserkirin, ne ku salê carekê werin nîqaşkirin dê têkoşîn bidome. Ji ber ku Newekhevî çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Heta ku di hemû qadên jiyanê de polîtîkayên wekheviyê neyên avakirin pirsgirêk çareser nabe. Heta jin azad nebin civak azad nabe."
 
 Piştî axaftina vekirinê koma muzîkê ya Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşamevî ya bi navê "Bi Ruhê Muzîkê Hevdîtina Jinan" bi cil û bergên neteweyî derket ser dikê. Di şahiya muzîkê de ku gelek stranên Kurdî û Tirkî hatin gotin, jinan govend gerand.
 
Şahiya muzîkê bi tilîlî û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.