Pirsgirêk û perspektîfên çareseriyê (3)

  • 09:06 10 Çile 2024
  • Dosya
 
Di krîza Rojhilata Navîn de sazkirina netew dewletên ereb û Îsraîl
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku derbarê netewe dewletên Ereb û pêkhatina Îsraîl weke çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de tespîtên girîng kir jî bal kişand ser çareseriyê.
 
Gelek feylesof, rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û rojnamevanên cîhanê yên navdar kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd” dan destpêkirin. Kampanya  gav bi gav belav dibe. Her wiha gerdûnîbûna ramanên Abdullah Ocalan e û ji krîzên bingehîn ên îro re perspektîfek çareseriyê pêşkêş dike.
 
Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" (Parastina kurdên di hawêra qirkirinê de) de bal dikişîne ser pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn û çareseriya wê datîne holê. Ev perspektîf bala gelek kesî dikişîne ser xwe. Di meşa îro de em ê bal bikişînin ser netew dewletên ereb û sazkirina Îsraîlê. Ev nirxandinên ku hatî kirin bingeha şerê Îsralîl û Fîlîstînê jî tîne ziman. 
 
Şêxên temsîla hiyerarşiya jor
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku yek ji jêderên bingehîn yên krîza Rojhilata Navîn pêvajoya bi hev re avakirina dewletên netewe yên Ereb û Îsraîlê ye û wiha dirêjî dide nirxandinên xwe: "Dema di serê sedsala 19'an de Ingilîstanê li ser Împaratoriya Osmanî dest bi operasyonan kir û divê de şêxên Ereb weke beştê pê deriyên kelhan dişkînin bi kar anîn. Li Balkanan zanyarên dînî yên Ortodoks ên bi eslê xwe Grek bi kar anîn û destek da avakirina dewleta netewe ya Yewnan û bi vî awayî jihevdeketina Împaratoriyê li Balkanan bi lez kir. Li Başûrê Împratoriyê li Nîvgirava Erebistanê ku li ser riya Hindistanê xwedî pozîsyoneke stratejîk bû, xebateke bi heman rengî meşand, ango dewletdariya netewe ya Ereb bi destê zanyarên dînî yên Misilman yanî bi destê şêxên temsîla hiyerarşiya jor dikirin destek kir. 
 
Navên komarê yan jî qraltiyê li xwe kirin
 
Di heman demê de bi riya Kurdistanê jî bi şêxên terîqetan ên ji Silêmaniyê (di serî de Neqşî û Qadirî) ket nava hewldanên bi heman rengî. Li ser Başûrê Şahtiya Îranê jî kontrola wê ya her diçû zêde dibû pêşde bir. Pêvajoya pêşî bi serîrakirinan dest pê kir, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi rejîmên mandater, bi Şerê Cîhanê Yê Duyemîn re bi dewletên netewe yên tam bi gewedebûyî bi encam bû. Di vê navberê de Împaratoriya Osmanî tesfiye bû. Li herêmê valatiyeke mezin çêbû yan jî çêkirin. Ingilistan bi xwe çawa ku li Hindistanê jî qewimî nikarîbû yekser weke hêzeke mêtinger li herêmê bi cih bibe. Lê hêzeke hevrik jî nehişt. Hewl da, Komara Tirkiyê û rejîmên Ereb ên manda di heman çarçoveyê de (Mijara sereke ya guftûgoyên li Kongreya Sêwazê li ser mandatiya Ingilîz an DYE’yê bû) û di heman demê de (1920) bihûne, pêk bîne. Helwesta radîkal a Mistefa Kemal (Di Şoreşa Franseyê de li dijî tesewira Ingilîzan Qraltiya Destûrî ya Meşrûtiyê dişibe dijberiya Montagnaran, Robespier û hevalên wî yên xwedî helwesta radîkal a komargerî) berê meseleyê da komarê û wisa gihand encamê. Lê bi awayekî cewherî tiştekî diguherî tinebû. Rejîmên manda yên Ereban jî di demeke kin de mîna dewletên netewe yên din veguherîbûn. Navên komarê yan jî qraltiyê li xwe kirin, lê van navan cewherê wan ê dewleta netewe neguherand.
 
Armanca îdeolojiya Sion bû 
 
Bi awayekî bi lez derketina holê ya Îsraîlê jî tam li vê pêvajoyê rast tê. Li tiştên ku min di beşên beriya niha de li ser qebîleya Cihû gotin, ya zêde bikim ew e, koka Îsraîlê disipêrin van qebîleyan û îdeolojiyên wan (Îdeolojiya Cihû, dînên yekxwedayî û milletperestî). Îsraîl bi xwe encameke xwezayî ya şerên dewleta netewe ye ku di salên 1550’î de li ser xeta Amsterdam-Londonê weke dewleta modern derket holê û piştre bi qasî çarsed salan Ewropa kir gola xwînê. Di avakeriya dewletdariya netewe de entelektualîzma Cihû û sermayedariya wê (kapîtalîzm) timî bi rola pêşeng rabûye. Bawer dikirin ku bi parçebûna Împaratoriyên Katolîk, Ortodoks û Îslamî, Cihû wê bigihîjin azadiya xwe û her ku pêvajo pêşde biçe milletperestiya Cihû wê li ser bingehê îdeayên Siyonîst dewleteke Îsraîl-Cihû ava bike. Ev xebatên beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dawiya wî de û piştî wî van xebatên bi baweriyê, bi bîrewerî û bi rêxistiniyê encam dan. Bi dewletparêziya netewe ya Komara Tirkiyê ya mînîmalîst a li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hat avakirin û di wê atmosferê de ku bi hejmareke zêde ya dewletên netewe yên Ereb ên mînîmalîst re derket holê, dewleta netewe ya Cihû-Îsraîlê ya armanca îdeolojiya Sion bû di sala 1948’an de bi awayekî fermî hat îlankirin. Komara Tirkiyê mîna ku cewherê xwe yê Pro-Îsraîlê îspat bike, bû yekemîn dewleta netewe ya ku dewleta Îsraîlê nas kir.
 
Heta hegemonya Îsraîlê bê naskirin ev şer wê dewam bikin
 
Avakirin û îlankirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne. Kengî li herêmê hêzên hegemonîk ên dawî Împaratoriya Osmanî û Şahtiya Îranê veguherandin dewletên netewe yên mînîmalîst û hewcedar, hingê ji valatiya desthilatdariyê ya derket holê weke hêza hegemon a kakil a hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst Îsraîl derket holê. Îsraîl weke hêza kakil a hegemon hatiye hûnandin û ev xusûseke gelekî girîng e. Ev tê wê maneyê, li herêmê hêzên din ên dewleta netewe hebûna hêza hegemon Îsraîlê çiqasî nas bikin, ewqasî wê rewa bêne qebûlkirin, eger nas nekin wê bi şeran wan bînin ser xetê û wan wisa bihilhilînin heta ku Îsraîlê nas bikin. Komara Tirkiyê, Misr, Urdun û hinek welatên Kendavê ji wan dewletan in ku Îsraîl pêşî nas kirin, lewma ew weke dewletên netewe yên rewa qebûl kirin û xistin nava sîstemê. Yên mayî Îsraîl û hevgirtiyên xwe bi welatên din re şer dewam dikin. Di çarçoveya pirsgirêka Filistînê de şerê bi Ereban re, di çarçoveya pirsgirêka Kendavê de pevçûn û şerên bi welatên din ên Îslamî re ji nêz ve bi hebûna hegemonîk a Îsraîlê ya li herêmê re têkildar e. Heta hegemonya Îsraîlê bê naskirin ev şer, pevçûn, komplo û reşkujî wê dewam bikin.
 
Çima bîstûdu dewletên netewe yên Ereb
 
Eger mirov hûnandina hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rast fêhm neke, mirov nikare rast fêhm bike ka çima bîstûdu dewletên netewe yên Ereb hatine avakirin. Mirov nikare bi şîroveyên dîrokê yên rastgir-çepgir, dîndar-mezhebî, etnîk û qewmî yên serxwebûnxwaziya bûrjûwaziya piçûk ên dewleta netewe modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn hatiye hûnandin rast fêhm bike. Di vê çarçoveyê de ji bo pirsgirêka Ereb bi awayê rastî yê heyî were fêhmkirin (çawa ku divê pirsgirêkên Komara Tirkiyê û kom û komarên din ên Tirkî rast bêne fêhmkirin), beriya her tiştî divê hûnandin û avakirina hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rast were fêhmkirin. Naxwe bi serê xwe bi zêhniyetên civak û dîrokê yên mîna henekên xwe bi rastiyan bikin dibêjin ‘avakirina bi şan a dewleta netewe’ pirsgirêkên ti civak û dewletê nayên çareserkirin. Lewma pirsgirêka Ereb bi tenê pirsgirêka bi Îsraîlê re nîne û nabe ku bi tenê weke pirsgirêkeke Îsraîl-Filistînê bê ravekirin. Pirsgirêka sereke û herî kûr a civakên Ereb, beriya her tiştî parçebûna wan a li bîstûdu dewletên netewe ye. Ev bîstûdu dewlet ji rêxistinên ajan ên kolektîf ên modernîteya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Hebûna wan bi xwe ji bo gelên Ereb pirsgirêka bingehîn e. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Ereb pirsgirêkek e ku bi hûnandin û avakirina modernîteya kapîtalîst a li herêmê re têkildar e. Bi tenê di vê çarçoveyê de mesele bê dîtin, ango weke hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li herêmê bi Îsraîlê re dibe ku pirsgirêkên wan hebin.
 
Dîplomasiya bi maske û înkarkirina  rastiyê 
 
Lê em ji bîr nekin ku hêzên Îsraîl ava kirin û hêzên bîstûdu dewletên netewe yên Ereb ava kirin heman hêz in. Ango têkilî û nakokiyên wan bi Îsraîlê re bi rengê kamûflajê ne. Ji ber ku ew jî bi awayekî cewherî heman sîstema hegemonîk parve dikin, ev nakokiyên wan bi hêz bin jî kengî biwêrin derkevin derveyî modernîteya kapîtalîst hingê maneyek van nakokiyan heye. Tu yê hem di nava heman hegemonya modernîteya kapîtalîst de bimînî, hem jî tu yê Îsraîlê nas nekî! Dîplomasiya bi maske û sexte ha ji înkarkirina vê rastiyê derdikeve holê. Çi Îslama radîkal, çi Îslama Nerm û çi jî Îslama Şîa dibe, bi tevahî nêzîkatiyên milletperest ên Îslamî ku dixwazin li şûna modernîteya kapîtalîst bi cih bikin, ji sextekariyeke mezin pêve tiştekî din nînin. Ji ber ku ev Îslamtî ji serê sedsala 19. ve şaxekî milletperestiya hegemonya modernîteya kapîtalîst e, ti têkiliya wê bi şaristaniya Îslamî re nîne, amûrekî îdeolojîk ê kapîtalîzmê yê xweserî welatên Îslamî yên Rojhilata Navîn e. Îslamtiya siyasî ya di dused salên dawî de ji ajanên bi maske yên hegemonya kapîtalîst wêdetir nikare bi roleke din rabe. Ji ber ku bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî hatiye hûnandin û xistine nava tevgerê. Jixwe di dused salên dawiyê de ev tevgerên Îslamî ji kûrkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî yên li Rojhilata Navîn wêdetir bi roleke din ranebûn û ev jî rastiya em behsa wê dikin piştrast dike. Lewma li pêşiya kominalîzmê û neteweparêziya demokratîk astengên îdeolojîk û polîtîk in. Îslama çandî mijareke cuda ye, û di çarçoveya rêûresmê de xwedîlêderketin û parastina wê, aliyekî xwe yê manedar û erênî heye.
 
Dewleta netewe pirsgirêkan çareser nake diafirîne
 
Eger ji çarçoveya modernîteya kapîtalîst dernekeve, şerên Ereb-Îsraîl û Filistîn-Îsraîlê wê her weke şerê deve-fîl an jî mişk-pisîkê be. Di encamê de tişta derdikeve holê ew e, bi qederê sedsalan e ku şerên ji destpêkê ve encama wan diyar bi tevahî enerjiya gelên Ereb têk dibe. Eger ev şerên em behsa wan dikin nehatibûna vedîtin, bi tenê bi hatina ji petrolê Erebistaneke hêjayî deh Japonyayan dikarîbû bihata avakirin. Ji vê tespîtê encama girîng a mirov dikare derxe ew e, sîstematîka dewleta netewe ya li Rojhilata Navîn weke ku tê îddîakirin, çavkaniya çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakî û neteweyî nîne, berevajî pirsgirêkan mezin dike, giran dike, kûr dike û dike ku mirov nikaribe ji navê derkeve. Dewleta netewe pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan diafirîne. Ji vê jî wêdetir, heman sîstem ne bi tenê dewletên Rojhilata Navîn, civakên wê jî heta hêza wan nehêle berra hev dide. Rastiya Iraqê vê tespîtê gelekî baş piştrast dike. Li vir em nikarin berpirsiyariyê bi tenê bixin stûyê modernîteya kapîtalîst. Îdeolojiyên çepgir (sosyalîzma pêkhatî) û Îslamî û organîzasyonên polîtîk ên weke rizgarîxwaz û çareserkerên pirsgirêkan derdikevin holê bi kêmanî bi qasî hêmanên veguhezîner ên modernîteya kapîtalîst (Jon Tirk, Jon Kurd, Jon Ereb, Jon Fars) berpirsiyar in. Bi qasî sed salan e ku ti bername û rêbaza wan ji gelên xwe re pêşniyar kirî bi ser neketiye û herwisa ji bo modernîteya kapîtalîst li herêmê ava bibe bi tenê xizmeta wê kirine û li ser vî bingehî hatine bikaranîn, bi roleke din ranebûne. Di çarçoveya rêxistiniyên îdeolojîk û polîtîk ên dewletên netewe yên Ereb de jî em nikarin rola van rastiyan înkar bikin.
 
 
Nikare bersivê bide daxwazên gelan 
 
Pirsgirêkên Ereban jî mîna pirsgirêkên Tirk û Tirkiyê pirsgirêkên neyên çareserkirin nînin. Li vir pirsgirêk di nava du çarçoveyên sereke de têne analîzkirin û ji hev derxistin: Ya yekê, di nava heman sîstemê de para xwe ya dewlet û civakê zêde dikin û ji bo vê jî şerên koordînekirî diafirînin û hewl didin encamê bigirin. Rêxistina Rizgariya Filistînê jî di navê de rêbaza şer a ku dewletên netewe yên Ereb van pêncî salên dawiyê diceribînin û encama jê dixwazin ev e. Bi peymanên weke yên Camp Davidê zû dereng dixwazin vê çarçoveyê temam bikin. Lê ev rê bi tenê pirsgirêkên civaka Ereb girantir dike û ber bi çareseriyên radîkal ve dahf dide û ji vê jî wêdetir bi roleke din ranabe. Ev rê dikare dewletên netewe yên olîgarşîk ên Ereb tatmîn bike; lê nikare bersivê bide daxwazên gelan ên ekenomîk û demokratîk. Ev daxwazên civakê gelekî giran bûne. Jixwe tevahiya dîrokê pirsgirêkên ekonomîk û demokratîk ên bi qasî çiyan mezinbûyî yên gelên Ereb ên ketine ser hev, hene. Dewletên netewe yên Ereb ku li pey modernîteya kapîtalîst diçin, bihêlin ku van pirsgirêkan çareser bikin, naxwazin navê çareseriyê jî bînin ser zimanê xwe. Timî pirsgirêkan giran dikin, bi şerên sexte yên dînî û mezhebî ser wan digirin û ber bi qonaxeke welê diberidînin ku çawa di mînaka Iraqê de tê dîtin, yan heta dawiyê jihevdeketin, jihevbelavbûn û şer, yan jî çareseriyên bi kok ên ekonomîk, civakî, çandî û neteweya demokratîk ferz dikin.
 
Nikarin bibin modelên alternatîf
 
Di çareserkirina pirsgirêkên Ereban de çarçoveya duyemîn ew e, divê mirov ji modernîteya kapîtalîst bibihure. Li vir rewşa em behsa wê dikin qutbûna ji sîstemê ye. Divê mirov baş zanibe ku radîkalîzma Îslamî yan jî Îslamî siyasî nikarin bibin modelên alternatîf. Îslam weke çand li dijî modernîteya kapîtalîst dikare di nava jiyaneke alternatîf a modernîteyê de rol bigire. Paradîgmaya modernîteyê ya ji bo rastiyên dîrokî û civakî ya gelên Rojhilata Navîn hemûyan di cih de ye, li gorî gelên Ereb jî alternatîfa herî rast û bi hêz e. Ji bo gelan modernîteya alternatîf modernîteya demokratîk e ku ji yekparebûna tevgerên neteweya demokratîk, sosyalîst, ekolojîst, femînîst û çandî yên timî li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşiyane pêk tê.
 
Îslamgirî û dewletparêziya netew e 
 
Di çarçoveya pirsgirêkên Ereban de baqê pirsgirêkan ên di dereceya duyemîn de bi hebûna Îsraîlê re têkildar in. Nêrtina milletperestî, Îslamgirî û dewletparêziya netewe ya Ereb li Îsraîlê ji aliyê hegemonya îdeolojiya Îsraîl-Cihû bi xwe ve hatiye koordînekirin; ango di nava sînorên ku ji aliyê dewlet û îdeolojiya Îsraîl-Cihû ve xêzkirî de, dimînin. Heta di nava heman modernîteyê de bimînin, herçiqasî hegemonya Îsraîlê xwedî hejmareke piçûk be jî wê ji pêlîstokiya wê wêdetir bi roleke din ranebin. Îsraîl bi xwe jî wê ji vedîtina xwe ango ji modernîteya kapîtalîst nikaribe rizgar bibe û wê êsîrê wê be. Îsraîl heta ku xwe di nava derya Ereban de bibîne û his bike ku di vê deryayê de hêzên her kêlî dikarin wê bixeniqînin hene, atom jî di navê de bi serdestiya teknolojîk a sîlehê wê texsîr neke xwe biparêze. Îsraîl ê yan di hegemonya xwe de Rojhilata Navîn a bi xwe re li hev hatiye di çarçoveya tewazuna dewletên netewe de pêk bîne ku ji ber sedemên me hewl da em rave bikin eşkere bûye ka ev çiqasî zehmet e; yan jî heke dixwaze ji êsîrbûna sîstema bi destê xwe afirandiye rizgar bibe, divê lidawîhiştina modernîteya kapîtalîst li ber çavan bigire. Modernîteya demokratîk, di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de, ne bi tenê ji bo pirsgirêka Cihûyan, ji bo pirsgirêka dewleta Îsraîlê ya dora xwe bi cinawirên milletperest û dînperest girtiye jî alternatîfa bi tenê ya çareseriya mayînde ye.
 
* Sibehê: Netew-dewletperestiya Şîe ya Îranê û rola wê li Rojhilata Navîn