Pirsgirêk û perspektîfên çareseriyê (7)

  • 09:06 14 Çile 2024
  • Dosya
Li Rojhilata Navîn şerên modernîteyê û encamên muhtemel 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ramênên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser ronîkirina pirsgirêkên pêkhatî yên pergala modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn tên jiyîn, perspektîfeke girîng a çareseriya pirsgirêkên îro dide.
 
Mijara ku gelek feylesof, ronakbîr, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan, kedkar û gelek beşên civakê bi taybetî jin li ser hemfikir in, gerdûnîbûna ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û rastiya ku ew krîzên îro hatine jiyîn perspektîfa çareseriyê pêşkêşî esasî dikin.
 
Nirxên ramanên Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêkên îroyîn ên Rojhilata Navîn û çawaniya derketina pirsgirêka Kurd û çawaniya çareserkirina wê, gelekî balkêş in. Pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê "Çareseriya Neteweya Demokratîk" (Parastina kurdên di hawêra qirkirinê de) di vê mijarê de biryar û çareseriyeke girîng dide. Me di bin çend sernavan de nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêkên sereke yên herêmê çawa derketine holê û çawa dikarin bên çareserkirin berhev kirine. 
 
Abdullah Ocalan di vê beşa nirxandinê de encamên muhtemel ên şerên modernîteyê yên li Rojhilata Navîn bi berfirehî dinirxîne. 
 
Nirxandina berfirehî yên Abdullah Ocalan wiha ne:
 
Şerê diqewime di çarçoveya çandî de ye
 
Divê mirov li şerên dused salên dawî yên li Rojhilata Navîn rast serwext bibe. Beriya her tiştî divê mirov ji bîr neke ku şerê diqewime di çarçoveya hegemonya şaristaniyê de nîne, di çarçoveya çandî de ye. Şerê dawî yê hegemonya şaristaniyê bi Ewrûpayê re ango bi Rojava re piştî Qanûnî Siltan Silêman ketiye pêvajoyekê di dawiyê de bi dilê Ewropayê bi encam dibe. Pêvajoya heta sedsala 19'an hegemonya sîstema şaristaniya navendî li gorî kapîtalîzma Ewropaya Rojava bi encam bû. Hegemonya welatên Ewropayê bi sedsala 19'an re bi awayekî fizîkî bar kirin herêmê û li hemberî wan hêzên li ber hegemonya desthilatdariyê rabin tinebûn, hêzên civakî yên nedixwestin çanda modernîteya kapîtalîst qebûl bikin hebûn. Împaratoriyên Osmanî û Îranê weke hegemonyayên desthilatdariyê, ji wan nedihat bi welatên Ewropayê re şer bikin. Hewl didan li ser piyan bimînin. Ev jî bi hesabên erzan ên tewazunên desthilatdariyê dikirin. Lê çanda civakî, bi awayekî ji gelek herêmên mêtingeh ên li dinyayê cudatir, li şûna çanda modern a Ewropayê yekser qebûl bike, bi giranî li ber xwe dida. Ji ber vê hêza çandî bû ku herêm bi temamî nedibû mêtingeh. Nexasim Îslamiyet weke çanda serdest a ji rêûresmê, di vê demê de dibû kirdara çalak a berxwedanê. Li vir nuqteya divê mirov baş ji hev derxe ew e, Îslama li ber xwe dide, ne Îslama dewletparêz û desthilatgir e, Îslama çanda civakî ye. Tevgerên Îslamî yên siyasî hebûn, lê di berdêla berjewendiyên diyar de bi hêsanî xwe nêzî hevkartiyê dikirin. Îslama timî li ber xwe da û weke şîpeke har herikî, Îslama rêûresmî ya civakî bû. Ji ber vê, gelekî girîng e ku mirov Îslama desthilatgir a ji rêûresmê ya ji sedsala 19'an ve li ser navê Îslamê heta roja me ya îro hat meşandin û Îslama civakparêz a ji rêûresmê ji hev derxe.
 
Şerê di navbera Çanda Îslamî û modernîteya kapîtalist
 
Pirsa divê were kirin ev e, gelo şerê di navbera Îslama çandî û modernîteya kapîtalîst de şerekî bi çi awayî ye. Li gorî ku li naverastê şerê desthilatdariyê yê du hêzên hegemonîk tineye, şer di navbera çanda modernîteya kapîtalîst û çanda Îslamî ya ji rêûresmê de ye. Bêhtir şerekî modernîteyan di warê civakî de heye. Dema li Rojhilata Navîn mesele çand be, divê mirov wê bi tenê bi Îslamê bi sînor neke. Pêwîst e ku mirov bi dînên din ên Brahîmî ango bi Cihûtî û Xiristiyantiyê jî temam bike, heta derdîn an li derveyî dînên yekxwedayî bandorên dînî yên Şaman-Pagan û laîk ên bi maske hebûna xwe dewam dikin tevlî vê bike û bi awayekî yekpare binirxîne.
 
Erdnîgariya Rojhlata Navîn
 
Qada ku çanda bingehîn a mirovatiya hemdem pêk aniye erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Eger em çanda mirov a Homo Sapiens jî li vê zêde bikin, mirov dikare texmîn bike ku ji serdemên beriya dîrokê û heta bi sedsala 19'an bi qasî sêsed hezar salî hertim herêma çanda bingehîn a mirovatî pê rabûye ev herêm e. Ya rastî, çanda modernîteya kapîtalîst, çanda hegemonîk a dused salên dawiyê ye. Divê mirov ne li bendê be ku çandeke di dused salên dawiyê de bûye navend, di demeke kin de çandeke sêsed hezar salî asîmîle bike. Berevajî divê mirov li bendê be ku şerê çandî wê demeke dirêj dewam bike û çanda xwecihî ya herêmê bi hêsanî wê teslîm nebe, heta wê xwe li şerê hegemonîk ê çandî rakişîne. Lewma şerên herêmî yên roja me ya îro gelekî zêde bûne, mirov dikare weke dema şerên hegemonîk ên çandî yên modernîteyê şîrove bike. Ji ber vê, gelekî girîng e ku mirov şerên li asta jor bi qada desthilatdariyê têne pênasekirin bi awayekî cuda şîrove bike. Lewma mirov rabe ji vî alî ve şerên li Rojhilata Navîn di çarçoveyeke teng de bi paradîgmaya şerê neteweyî û çînî yê Rojavayî û bi şerên desthilatdarî û dewletê yên Îslama nerm a siyasî binirxîne, têrê nake. Bêguman ev aliyên şer hene. Şerên di vê çarçoveyê de bêhtir qadên desthilatdarî û dewletê eleqedar dikin. Lê rengê şeran ê ji van aliyên desthilatdariyê hemûyan dibihure heye û ev rengê şer girîng e. Jixwe şerên di çarçoveya desthilatdarî û dewletê de çiqasî berfireh bin û çiqasî demdirêj bin, xwedî wê hêzê nînin ku derkevin derveyî desthilatdariya hegemonîk. Li beramberî vê, karekterê şerê di asta modernîteyê de cuda ye û xwediyê wî wesfî ye ku ji modernîteya serdest dibihure.
 
1- Li Rojhilata Navîn Çarenûsa Modernîteya Kapîtalîst
 
Li gorî gotina pêşiyan a “Her gîha li ser koka xwe hêşîn dibe” çarenûsa modernîteya kapîtalîst ku sîstema dawî ya şaristaniya navendî ye, tevî fikaran hemûyan, îhtîmaleke xurt e ku şerên li Rojhilata Navîn diyar bike. Tevî ku di roja me ya îro de modernîteya kapîtalîst serdest e jî kapîtalîzm bi eslê xwe di dîroka mirovatiyê de timî marjînal maye û weke jirêderketinê hatiye dîtin. Li dijî xeta sereke ya mirovatiyê ye. Ji diyalektîka gerdûnî ya xwezayê re jî çep dikeve, jê vediqete yan jî dijber e. Mezinbûna kapîtalîzmê di sedsala 16'an de û avakirina wê ya hegemonya global hinekî jî dişibe ‘Çîroka Çil Heramiyan’. Cografya Rojavayê Ewrûpayê û çandên komên li wir gelekî ji çemê sereke yê şaristaniyê veqatiyabûn, şerên mezhebî yên cîhana Îslamiyet û Xiristiyantiyê, êrişên hilweşîner ên mîna Moxolan û cîhanên sergirtî yên xanedaniyên li Çînê dewam dikirin nebûna, kapîtalîzmê li Ewropaya Rojava nikarîbû firsend bidîta û gav biavêta hegemonyayê. Divê mirov ji bîr neke ku ev gavavêtina hegemonîk li ser xeteke mîna Amsterdam-Londonê li seriyê herî rojava yê ku lê sê cografyayên mezin digihîjin hev, li giravokekê (Girava Brîtanyayê) kesî nedipa pêk hat. Elîteke sermaye û desthilatdariyê ya piçûk ku mîna mişextî giravê hatibe kirin, ji bo ji aliyê împaratoriyên li parzemîna xwe neyên daqurtandin, ket nava şerekî manûnemanê û di vî şerî de bi ser ket.
 
Çil carî zêdetir ji ‘Çil Heremiyan’ heramîtir e
 
Vê elîtê di vî şerî de sê sîlehên mezin ên hatibûn nûkirin, pêk anîn. Ji sedsala 16'an heta bi sedsala 19'an û heta bi nîvê sedsala 20'î ev hersê sîleh bi awayekî serketî hatin pêkanîn. Ev hersê sîleh jî sê hemanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst bûn. Ango meyla kara herî zêde ya sermayeyê ku her diçû dewamî dibû, birêxistinkirina desthilatdariyê weke dewleta netewe û îndustriyalîzma bi gavavêtina ji manîfakturê ber bi şoreşa pîşesaziyê ve dest pê kirîbû. Dinya ku di van dused salên dawiyê de bi van hersê hêmanan hat fetihkirin, bi rastî dinyayeke gelekî xerîb û veqetiyayî ye. Hemin ev ne sîstemeke xwedayî ya ji ezmên hatî ye û nabe jî. Em li vir behsa cîhana hêzeke hegemonîk dikin ku di dîrokê de potansiyeleke jirêderketî û xweveşartî ye, di terk û qelşên pênc hezar salî yê sîstema şaristaniya navendî de, di dehlîzên wê yên bi dizî de timî weke gunehkar hatiye dîtin, ji aliyê mirovatiyê ve weke ‘Çil Heramiyan’ hukim lê hatiye birrîn. Li Ewropayê xwe girt û global bû, ji ber ku hersê sîleh bi kar anîn kujer bûn. Bi awayekî îdeolojîk ji bo hukim li xweza û civakê bike cîhana zanistî pêk aniye, înkara polîtîkayê be jî cîhana dewletên netewe û cîhana îndustriyalîzm û kara herî zêde ya civak û hawîrdor daqurtandine, ava kiriye, di qonaxa dawî de jî bi temamî qedandin an jî îflasa civak, ferd û hawîrdorê îfade dike. Ji salên 1970’î ve kapîtalîzma fînansê ya mohra xwe li hegemonyayê xist bi temamî sîstemek e ku bi xweza û civakê re li hev nake. Bi hejmarên ferazî an parçeyên kaxizan dilîzin û di rojekê de bi trîlyonan Dolarî bi dest dixin, bi herhalî ev têra xwe îspat dike ku ev sîstem, sîstemeke welê ye ku çil carî zêdetir ji ‘Çil Heremiyan’ heramîtir, dizektir û hovtir (kuştina fizîkî û manewî) e.
 
Hebûna dewletên netewe her ku diçe krîza heyî kûrtir dike
 
Her kes pêxîrtengiya dawî weke pêxîrtengiya ji ber avabûn û struktureliya kapîtalîzmê dinirxîne. Ya rastî hewce nake ku mirov bibêje pêxîrtengiya dawî jî. Ji ber ku kapîtalîzm bi xwe pêxîrtengiya herî kujer a sîstema şaristaniyê ye ku dewamî û domdar bûye. Di pêncsed salên dawî yên hukimraniya xwe de bi şerên îmha û qirkirinê, bi talanên xeternak ên mêtingeriyê, bi mêtinkariya kedê, bi hilweşandina hawîrdorê û di encamê de bi qedandina ferd û civakê ya rê li ber vekir, xisletên xwe yên sereke bi zêdehî nîşan daye. Bi tenê bîlançoya şerên dawî yên sedsalê ji bîlançoyên şerên di dîroka tevahiya mirovatiyê de qatbiqat zêdetir e. Dema mirov van bîlançoyan li ber çavan bigire, mirov bi hêsanî dikare îddîa bike ku ev ne bi tenê karekterê sîstemê yê pêxîrtengiyê, lê belê karekterê wê yê kanserojen ê ji bo hawîrdor û civaka mirov jî nîşan dide. Ji ber ku ev xisletên sîstemê li navenda wê ya sereke û navenda wê ya global ji zû ve derketine holê, mirov dikare fêhm bike ka çima sîstem li navenda çanda dîrokî ya mirovatiyê li Rojhilata Navîn evqasî tengav dibe. Di sedsala dawî de rêxistiniya dewleta netewe ji bo rizgarkirina modernîteya kapîtalîst têrê nake. Gelekî eşkere derketiye holê ku li Rojhilata Navîn dewletadariya netewe ya mînîmalîst amûrê tehekumê yê modernîteya kapîtalîst e. Demekê li herêmê maneya walîtiyên Împaratoriya Romayê çi be, dewletên netewe yên roja me ya îro xwedî heman maneyê ne. Belkî jî rola wan a hevkartiyê ji ya waliyên Romayê bêhtir e, ji rêûresmên çandî yên herêmê dûr in, dema nêzîk jî dibin bi temamî di rewşeke nakok de ne. Hêmanên modernîteya kapîtalîst îndustriyalîzm û kara herî zêde, ne di wê rewşê de ne ku di çanda herêmê de karibin kûr bibin. Amûra wan a herî zêde bi kar tînin ango dewleta netewe weke li gelemperiya dinyayê li herêmê jî bi lez diferike, diheze. Amûra wan dewleta netewe di warê dewamkirina pêxîrtengiya heyî de jî bi kêr nayê. Hebûna dewletên netewe her ku diçe pêxîrtengiya heyî kûrtir dike.
 
Eger em rewşa dawî ya dewleta netewe li herêmê û li hemberî bûyerên muhtemel e ku biqewimin heyîna wê binirxînin, em ê karibin weha bibêjin:
 
Şerên dewletparêziya netewe yên siberojê 
 
a- Dewletparêziya netewe ya Ereb, ji zû ve ji aliyê gelên xwe ve jî bûne nakokiya sereke ya ji wan hêrs bibin. Ji wan, dewleta Iraqê weke ya herî bi hêz xuya dikir, di rewşa heyî de ew bûye goristana dewletparêziya netewe. Li şûna dewleta netewe ya xira bûye ya nû nayê avakirin û heye ku dabeşî sê dewletên netewe yên nû bibe û ev jî wê ne ku pirsgirêkan çareser bike, berevajî wê bêhtir giran bike û şer jî wê bigihin asta qirkirinê. Dewletparêziya netewe ya Ereb-Şîî, Ereb-Sunnî û Kurd bi herhalî wê di sedsala 21’ê de li sahneyên herî xwînrij şahidiyê bikin. Dema mirov li rewşa heyî binêre û bi tevkujiya Helebçeyê ya di rabihuriya nêz de û tevkujiyên din ên mezhebî û etnîk hemûyan re bide ber hev, wê xeternakiya şerên dewletparêziya netewe yên siberojê baştir bê fêhmkirin. Niha û siberojek heye ku gelekî dişibe bajarên dewlet ên di dema Sumeran de hev tine dikirin. Ez bawer dikim ku wê ne şaş be, mirov bibêje, ji Fasê heta bi Yemenê, ji Sûdanê heta bi Sûriyê û heta heta bi Libnanê wê rewşa heyî ya dewletên netewe yên Ereb hemûyan di siberojeke nêz de ji Iraqê ne cuda be. Bi awayê xuya dike, li dijî Îsraîlê şer dikin, lê bi rastî û bi awayekî berbiçav di rewşeke hevkar de ne ku hebûna Îsraîlê li ser piyan digirin. Ango hebûna wan bi hegemonya Îsraîlê mumkîn dibe. Belkî herî zêde dewletên netewe yên Ereb hewcedarî Îsraîlê ne.
 
Dibe ku siberoj ji bo Ereban bibe mîna mehşereke 
 
Di cîhana Ereb de weke milletperestiya Îslama siyasî, ji milletperestiya laîk û dewleta wê ya netewe bêhtir bi problem e. Ev milletperestiya ku xwe disipêre îstîsmarkirina Îslama çandî bi tenê dikare bi rola tevgera faşîst a dereng rabe. Çawa ku bi mînaka El Qaîdeyê jî hat dîtin, ji rêxistineke provakasyonê ya ku dewletên netewe wê timî weke paravan bi kar tînin, wêdetir naçin û ev jî hatiye îspatkirin. Çi yên berê bin û çi jî yên ji nû ve dixwazin ava bikin bin, dewletparêziya netewe ya Ereb li ser jiyana civakî û li hemberî rêûresma Îslamî ji rola kefenfiroşiyê wêdetir bi roleke din ranabe, û wê nikaribe rabe jî. Hêmanên din ên kapîtalîzmê saziyên îndustriyalîzmê û kara herî zêde jî rewşa wan ji dewletparêziya netewe baştir nîne. Îndustriyalîzm û kara ku xwe disipêrin petrolê û avakirina xaniyan çavkaniyên herî mezin ên bi problem ên paşerojê ne. Dema petrol biqede, bi hebûna bajarên mîna girêkan mezin dibin, dibe ku dema nêz a siberojê ji bo Ereban bibe mîna mehşereke bi rastî.
 
Ji bo çanda herêmê û gelên wan tinebe tevdigerin
 
b- Dewletokên netewe yên Tirk bi şêweyên avabûna xwe ya mînîmalîst, çi ji aliyê DYE-YE ve bêne meşandin çi ji aliyê Rûsyayê ve, wê ti carî nikaribin bi rola berê ya desthilatdarî û dewletên bi koka xwe Tirk rabin û wê ji statuya eyaleteke sîstema pêve ne, wêdetir nikaribin biçin. Jixwe li gorî pêdiviyên herêmî yên hegemonyayên kapîtalîst û sosyalîzma pêkhatî hatine koordînekirin. Ji bo barê rabihuriyê yê bûye asteng ji holê rakin û ji bo pêşî li serîrakirina gel bigirin hatine wezîfedarkirin. Mirov dema li nod sal rabihuriya wan binêre, mirov ê bi hêsanî karibe bibêje, bi vê rola xwe rabûne. Mîna ku ji bo rola Tirkan a di hezar salên dawî de pê rabûne berepaş bikin hatine erkdarkirin. Tevahiya wan jî xwe li rola mînîmalîzebûnê, xwe li nava xwe digirin. Mîna ku ti berpirsiyariya wan ji bo çanda herêmê û gelên wan tinebe tevdigerin, heta li hemberî hev jî bi roleke erênî ranabin. Ev rewşa wan bi zêhniyet û jiyana dewletparêz û milletperest a teng ku hînê wê bûne, têkildar e. Bi vî halê xwe yê heyî, ew nikarin bibin siya wê rabihuriya gelekî rexne dikin an jî carinan dilê xwe dibijîninê jî. Di paşeroja nêz de ew dewleta netewe ye ku divê herî zêde reforme bibe.
 
Aqûbeta Gelê Kurd dê bike mîna gelên Ermenî û Suryanî
 
Lê di van demên dawiyê de modela weke senteza Îslama Tirk dixin sahneyê, ji reformê zêdetir weke pêdiviya sîstema hegemonîk a bi qereqoleke pêş bi gewde dibe. Ji aliyê naverokê ve xwe venaguherînin di lihevrekişandina wan li efendiyên wan de şensê wan kêm e ku para xwe bigirin. Mîna Ereban in, tev kom bibin jî bi qasî Îsraîlekê nakin û ji bilî girêdana bi hegemonya Îsraîlê ti şensê wan tineye. Çawa ku heyîna wan bi şertên derketina holê ya Îsraîlê ve girêdayî bû, di dema xwe ya dawî de jî çarenûsa wan bi hebûna Îsraîlê diyar bibe. Lê eger ji qalibên jiyanê û zêhniyetên xwe yên heyî nebihurin. Hêmanên din ên modernîteya kapîtalîst di nava xwe de jî zêde hêviyê bi mirovan re çênakin. Li Komara Tirkiyê nexasim îndustriyalîzma li ser petrol, gaz û hinek madenan tevî turîzm, otomobîl û tekstîlê hatiye avakirin, ji niha ve erdên mirov li ser wan dimînin kiriye mîna goristanê. Kara herî zêde ya çavkorî ekolojî û çanda dîrokî ya tejaneya Firat-Dîcleyê tine dike û hewl dide aqûbeta gelê Kurd ê li vê qadê dimîne bike mîna ya gelên Ermenî û Suryanî. Dewleta netewe ya Tirk yeqîn dike ku bi qirkirina dawî ya Kurdan wê ‘bi welat û milletê xwe yê yekparebûyî’ heta hetayê weke dewleteke netewe bimîne. Eşkere ye ku modernîte û dewletparêziya netewe ya Tirk (eger paradîgma xwe neguhere) di paşeroja nêz de, di serî de gelên Kurd û Tirk, wê ji bo gelên herêmê û çandên civakî ji kefenfiroşî û gorkolanê wêdetir bi roleke din ranebe.
 
Felaketeke ji bombeya atomê mezintir
 
c- Rewşa Îranê û dewletên netewe yên din bêhtir bi pirsgirêk e. Jixwe dewletpariziya netewe ya Afganistan û Pakistanê bi awayekî xeternak ketine pêxîrtengiyê. Şerên sedsala dawî yên dewleta netewe belkî jî felaketeke ji bombeya atomê mezintir bi serê van gelan û çandan de aniye. Gelên behsa wan têne kirin, bi komplo, hilweşîn û reşkujiyên ti carî di dîroka xwe de nedîtine rûbirû dibin. Îran her kêlî dibe ku bi felaketa atomê re rûbirû bibe. Çanda Îranê ji serî ve di serî de çanda dewleta netewe bi modernîteya kapîtalîst re pev diçe. Li dijî hêmanên têne ferzkirin hemûyan li ber xwe dide. Şîatiya weke diyardeyeke bêhtir herêmî û dîrokî tê ferzkirin, ji niha ve ji aliyê gelên Îranê ve hatiye fêhmkirin ku milletperestî ye, çêkirineke modernîteya kapîtalîst e, û bi vê maskeyê Şoreşa Îslamî ya Îranê tê pûçkirin, lewma li ber wê radibin. Bûyerên li Afganistan û Pakistanê diqewimin jî cuda nînin. Tevî cambaziyên Hîzbullah, El Qaîde û Talîbanan jî ser rastiyê nayê girtin. Divê mirov ji bîr neke ku ev hersê saziyên bi maske jî ango Hîzbullah, El Qaîde û Talîban ji aliyê dewletên netewe yên xulam ve hatine damezrandin û niha jî li dijî efendiyên xwe yên hegemonîk DYE û Yekîtiya Ewrûpayê weke amûrên şantajê têne bikaranîn da ku ev dewletên netewe yên xulam karibin bêhtir parê bigirin. Ango ev amûrên tevkujî, reşkujî û komployan bi hev re ava kirine da ku pê hevdu terbiye bikin û ji bo para xwe bêhtir bikin li dijî hevdu bi kar tînin. Belkî jî di dîrokê de amûrên evqasî kirêt ên lîstikên komployan nehatine vedîtin. Bi van amûrên lîstikê yên komploger mîna bi darqîtik û pelê bilîzin, gel û çandên wan kuştin. Eşkere ye ku bi van amûran ne li Rojhilata Navîn êdî lingê sîstemê cih digirin, ne jî dewletên netewe yên hevkarên wê ne, diedilin û îfleh dibin. 
 
Guftûgoyên li ser modernîteya demokratîk û ezmûnên wê girîng in
 
Nexasim Îran, rêûresma xwe ya dewletê ku gelekî kevn e, bi kar tîne û xwedêgiravî yeqîn dike ku wê bi modernîteya kapîtalîst karibe, ya rastî îmajeke wisa dide û li bendê ye ku ji aliyê sîstemê ve bê qebûlkirin. Bi vî awayî bikaranîna dîrokê, bi herhalî şêweyekî têkçûnê yê herî çavkorî ye. Tevlîhevkirina modernîteyê evqasî bi rêûresma dîrokî û rêûresmê jî evqasî bi modernîteyê re bi herhalî mirov bi tenê dikare bi ‘xasûkiya Ecem’ rave bike. Ji ber van sedeman, heye ku paşeroja nêz a Rojhilata Navîn di ser Îranê re bi gewde bibe û şikil bigire. Bi rastî Îran di navenda sereke ya guftûgoyên modernîteyê de ye. Milletperestiya Şîa çiqasî berevajî bike jî guftûgoya îdeolojîk û polîtîk a li ser modernîteyê her biçe wê mezin bibe û dewam bike. Gelên Îranê modernîteya kapîtalîst ji gelên din bêhtir nas dikin û bi biryar xuya dikin ku stûyê xwe li ber wê xwar nekin. Milletperestiya Şîa ya heyî çiqasî antî-Îsraîlî, antî-Emerîkanî û antî-Rojavayîtiya sexte bike bila bike, bi awayekî demdirêj gelên Îranê wê li modernîteya li gorî xwe bigerin û ew ê nikaribe pêşiyê li vê lêgerîna wan bigire. Heta bi DYE û Îsraîlê re li hev bike jî wê nikaribe vê helwesta xwe ya bi maske veşêre. Di çanda Îranê de gera li heqîqetê bi hêz e. Herweha li Îranê rêûresmeke jiyana komî ya bi qasî dîrokê kevin heye. Lewma di paşeroja nêz a Îranê de heye ku em şerekî rastî yê modernîteyê bibînin. Ya rastî, Şoreşa Îslamî ya 1979’an şerekî modernîteyê bû, lê çeloxwarî kirin, ji rê derxistin. Gelên Îranê bi dersên ji vê şoreşê û demên dîrokê derxin, di paşeroja nêz de ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi şerên modernîteyê ku karibin rê li ber serdemeke nû vekin, bibin sedema bûyerên hêjayî dîroka xwe, hêjayî dîroka Rojhilata Navîn. Ji ber vê, guftûgoyên li ser modernîteya demokratîk û ezmûnên wê yên pratîk gelekî girîng in, û rênîşaner in.
 
2- Di Pêxîrtengiya Rojhilata Navîn De Çareseriya Modernîteya Demokratîk
 
Diyardeyên civakî nerm in. Di nava yên pirr pêxîrtengî de jî timî îhtîmalên çareseriyê yên pirralî hene. Pirs ew e, tesewirên çareserî xwe disipêrin wan têkiliya wan bi heqîqeta civakî re hene. Diyardeyên civakî mîna diyardeyeke fizîkî yan jî diyardeyeke kîmyawî bi qanûnan nayên pîvan û bi wan ve nayên girêdan. Ferdê xwedî heqîqet ji aliyê civaka xwe ve tê diyarkirin. Mirov nikare li ti ferd yan jî xwediyê heqîqetê serwext bibe heke mirov civakîbûna ew pêve girêdayî ji nedîtî ve were. Ji ber vê, herçiqasî sosyolojî zanista herî dereng bi pêş ketiye jî dîsa di serê wan zanistan de tê timûtim pêdiviya xwe bi xurtkirin û gihiştinê dibîne. Mirov heta civakan fêhm neke, der barê pirsgirêkên wan de nikare xwe bigihîne çareseriyên para wan a heqîqetê zêde. Ji bo mirov pêxîrtengiyên civakî jî fêhm bike, hê bêhtir pêdivî bi têgihiştina civakan a heqîqetê heye. Di kêliyên pêxîrtengiyê de civak ji hev de dikevin ango di van kêliyan de heqîqetên wan vediguherin. Pêxîrtengî bi agahiyên berê yên der barê civakê de – û bi pirranî ev agahî mîtolojîk, dînî û hozanî ne –ji hev nayê derxistin. Ji ber ku ji hev nayê derxistin, alternatîfên di çareseriyê de para wan zêde jî dernakevin holê. Di encamê de çiqasî heqîqetê bigire nava xwe wê ewqasî jî para çareseriyê diyar bike. Bi gotineke din, di çalakiya civakî de tişta serketinê diyar dike, hêza heqîqetê ya wî tiştî ye. Heqîqet bi xwe jî di diyardeya civakê de para hêzên jiyanê û maneya wan îfade dike. Îfadeyên para wan a heqîqetê zêde jî li gorî temsîla hêza jiyanê û maneya wê ya di nava diyardeya civakê de diyar dibe.
 
Li hemberî heqîqeta Rojava heqîqeta Rojhilat lawaz bû
 
Modernîteya kapîtalîst Rojhilata Navîn fetih kir û li gorî tehlîla dawî, ev ji serdestiya heqîqeta wê ya civakî li hemberî civakbûna Rojhilata Navîn e. Civaka Rojhilata Navîn li hemberî modernîteya kapîtalîst bûye civaka ji rêûresmê, lewma li hemberî heqîqetên modernîteyê êdî ti şensê nûnerên heqîqeta vê çandê yê serketinê pêkan nîne. Bi kurtî, li hemberî heqîqeta Rojava heqîqeta Rojhilat lawaz bû û neçarî têkçûnê bû. Mirov nikare têkçûnê bike malê tevahiya civakê. Yên têkçûn xwediyên fermî yên heqîqetê bûn ango desthilatdar û dewletdar bûn. Ji ber ku heqîqeta serdest heqîqeta wan temsîl dikir. Têkçûn di tevahiya jêrsazî û jorsaziyên sîstema dewletê de bû. Eger ên têkçûn di asta manûnemanê de li ber xwe nedin, temsîla heqîqeta nû êdî wê girêdayî hêza hegemonîk be. Ew êdî nikarin zêhniyeta civaka xwe û îradeya wê ya jiyanê diyar bikin. Ew êdî weke saziyên ajan û hevkarên hêzên hegemonîk di berdêla misogerkirina jiyana xwe de tenê dikarin xizmetê bikin û bi vê berpirsiyar in. Lê mîna gewdeyekî bêserî mayî gewdeyekî civakî li naverastê di cihê xwe de diperpite. Çawa ku me qala wê kir, bi vê perpitînê re yan wê birize, ji hev de bikeve di nava civakbûn û desthilatdariya nû ya modernîteyê de bihele tine bibe, yan jî wê ji ber karektera xwe ya nerm, bi gewdeyê xwe yê teslîm nabe wê bi zêhniyeteke azad xwe bigihîne biryara jiyaneke azad ango ji pêxîrtengiyê bi zêhniyeteke bêhtir azad derkeve û gav biavêje. Bêguman bi pêşengiya vê zêhniyeta nû gavavêtin, bi para heqîqeta wê ya nû ve girêdayî ye. Li şûna felsefe, huner, îdeolojî, zanist û hilberîna ekonomîk a fetha modernîteya kapîtalîst mumkîn kiriye, zanist, felsefe, huner, îdeolojî û ekonomiyeke hilberînê ya nû wê serketina vê gavavêtinê diyar bike. Ev jî tê maneya modernîteyeke nû. Ji civakeke rêûresmê ya têkçûyî gavavêtina ber bi civakeke diçe serketinê ango bi modernîteyeke alternatîf a ji modernîteya kapîtalîst dibihure rizgarbûna ji pêxîrtengiyê bi awayekî serketî pêk tê.
 
Maskeya modern daye ber rûyê xwe
 
Civaka sosyalîzma pêkhatî bi sedema ku nikarîbû xwe bike modernîteyeke cuda ji hev de ket. Ji hersê hêmanên modernîteya kapîtalîst nebihurî. Jêbihurîn li aliyekî, kapîtalîzma burokratîk û hersê hêmanên wê zêde bi kar anîn. Di encamê de para heqîqetê ya avahiyên civakî yên ku wê çêkiribûn li hemberî para heqîqetê ya modernîteya kapîtalîst lîberal lawaz man, lewma têkçûn û ji hev de ketin. Li vir kapîtalîzma burokratîk li beramberî kapîtalîzma lîberal têk diçe. Kapîtalîzma burokratîk ne bi tenê nikarîbû xwe weke modernîteyeke cuda dîzayn bike, herwisa nikarîbû ji modernîteya kapîtalîst a lîberal bibihure û xwe weke modernîteyeke nû ya kapîtalîst pêk bîne. Tevgerên Îslamî yên dewletgir û desthilatgir ku mirov dikare wan weke tevgerên jirêderketî bi nav bike, bi para xwe ya heqîqetê ya paşvemayî ji sosyalîzma pêkhatî bêhtir îdeolojîk bûn, lê dîsa jî diyardeyên çeloxwarî bûn û ji têkçûnê rizgar nabin. Avahiyên civakî û îdeolojîk ên bêhtir li Misrê li Zanîngeha El Ezherê bi rêûresma Sunnî, li medreseyên li bajarê Qûmê yê Îranê bi rêûresma Şîa xwe modern nîşan didin, bi para xwe ya heqîqetê nêzî berniga modernîteya kapîtalîst a lîberal jî nabin. Tevî ewqasî hewldan û berxwedanên wan, li dijî Îsraîlê ku kakilê hegemonîk ê modernîteya kapîtalîst a Rojava ye, giş bibin yek jî dîsa dawiya wan bivênevê wê têkçûn be. Sedema vê jî ne sîlehên nukleer ên Îsraîlê ne û ne jî serdestiya wê ya teknolojîk e; li gorî tehlîla dawî, ji ber para wê ya heqîqetê ye. Para heqîqetê ya Îsraîlê bi rêxistin kiriye, qatbiqat ji ya yên li hemberî wê zêdetir e. Herçiqasî mirov guman nake ku ew dixwazin xwe weke cîhaneke cuda nîşan bidin jî lê ji bo cîhaneke cuda kengî bi para xwe ya heqîqetê ji cîhana modern a kapîtalîzmê bihurîn hingê wê karibin îdea temsîlê ya jiyaneke ango modernîteyeke civakî ya para wê ya heqîqetê zêdetir bikin. Eger ev nebe, îdeaya modernîteyeke cuda ji îdeayeke pûç wêdetir naçe. Eger bibe jî wê bibe varyanteke rêûresmê ya maskeya modern daye ber rûyê xwe. Bi kurtî, rêûresma çandî ya Îslamî weke modernîteyeke cuda nîşandan, ji mijûliya qelpezanên ji berhemên kevin berhemên qelp çêdikirin û diforitin wê cuda nebe. Nexasim roja me ya îro îdeaya desthilatdariya fermî ya Îranê di warê modernîteyê de bi rewşa heyî ji qelpezaniyê wêdetir maneyeke xwe nîne û şensê jiyanê nade.
 
Pala xwe dide çandeke ji rêûresmê ya hezar salan
 
Modernîteya demokratîk a ku me di parêznameya Îmraliyê de hewl da guftûgo bikin, li ber rohniya van rexneyan em dikarin bêhtir rast pênase bikin. Serê pêşî divê rexneya modernîteya demokratîk a sosyalîzma pêkhatî rast were fêhmkirin. Ev rexne ne redkirina sosyalîzmê ne, ne jî qebûlkirina wê bi awayekî dogmatîk in. Weke ezmûnekê ji hev derdixe û heqîqeta wê ya modernîteyê ya antî-kapîtalîst bi awayekî cewherî qebûl dike. Bi awayekî teorîk û pratîk antî-modernîzma sosyalîzma pêkhatî dinirxîne, ji şaşiyên wê dibihure û rastiyên wê bi awayekî cewherî qebûl dike. Çanda ji rêûresmê ya Rojhilata Navîn bi awayekî zanistî analîz dike û heqîqeta di wê de weke çavkaniya herî girîng rojane dike. Modernîteya demokratîk bi tenê utopyayeke der bar paşerojê de nîne. Pala xwe dide çandeke ji rêûresmê ya hezarê salan. Rastiya rojane ya vê çandê civaka heyî bi xwe ye. Ev civak çiqasî bêçare û bêçareserî hatibe hiştin jî dîsa rastiyek e. Ji ber ku rastî ye jî pareke wê ya girîng a heqîqetê heye. Analîzkirina wê, vê parê îfade bike. Divê mirov rêûresmê bi muhafezekariyê re tevlîhev neke. Muhafezekarî rêûresma civakê bi xwe nîne; ya rastî, nûneriya rêûresma serdest e, ya ku li hemberî lîberalîzmê hewl dide xwe bigire û têkçûyî ye. Modernîteya demokratîk a pala xwe nede rêûresmê, mirov nikare weke modernîteya demokratîk behsa wê bike. Rêûresma civakî rastiya dîrokî ya modernîteya demokratîk e. Çawa ku civaka bêdîrok nabe, modernîteya demokratîk a bêdîrok jî nabe.
 
Tevgerên ekolojîst û femînîst 
 
Divê mirov rexneyên tevgerên ekolojîst û femînîst li modernîteya kapîtalîst girîng bibîne. Ekolojî jixwe weke zanista hawîrdorê ya bûye qurbana îndustriyalîzmê antî-kapîtalîst e; yek ji çavkaniyên bingehîn ên modernîteya demokratîk e ku dest jê nabe. Gavavêtina Femînîzmê tevî kêmûkurtiyên xwe hemûyan, bi qasî ku alîkariya heqîqeta jinê kiriye, hêja û bi nirx e. Modernîteya demokratîk bi xwe jî rastiya jinê analîz dike û xwe dike heqîqet. Tevî vê yekê, ji bo ku rexneya femînîst û tevgera wê bike parçeyekî xwe yê dest jê nabe xwe nêzîkê wê dike. Belkî mirov bibêje parçe rast nîne; jina azad weke kirdara sereke ya jiyanê tevlî sîstema xwe dike.
 
Pêşbîniya çareseriya muhtemel 
 
Di çarçoveya şer û guftûgoyên modernîteyê de hêsan dibe ku mirov pêşbîniya çarenûsa modernîteya kapîtalîst di çanda Rojhilata Navîn de bike. Di tevahiya hewldanên me yên analîzê de xuya dibe ku ev çarenûs ê bi xwe diyar nebe. Kengî bi tesewira modernîteya alternatîf a îdeaya wê ya heqîqetê ji wê bi hêztir hebe wê karibe jê bibihure. Mirov vê jî bi rexneyên modernîteya demokratîk li hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst, bi rexneyên tevgerên femînîst, ekolojîst, çanda ji rêûresmê û sosyalîzma pêkhatî yên li wê kirin û nikarîbûn ji wê bibihurin, bikin yek û bi vî awayî mirov dikare hêza çareseriyê ya hêmanên bingehîn ên modernîteya demokratîk nîşan bide. Mirov li gotinên di vê mijarê de hatine gotin hemûyan di çarçoveya rizgarbûna ji pêxîrtengiya civakî ya Rojhilata Navîn de bifikire, mirov ê karibe pêşbîniya çareseriya muhtemel bike.
 
Çanda dîrokî û civakî çiqasî parçe kirin
 
a- Teoriya neteweya demokratîk hêmana sereke ya çareserker a modernîteya demokratîk e. Ji bilî teoriya neteweya demokratîk teoriyeke din nîne li dijî teoriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst civaka mirovatiya gerdûnî mîna serjêkeran hûrûhûrî kirî, civakê ji nû ve bigihîne hev û di nava azadiyê de li cem hev bigire. Teoriyên din ên civakî li hemberî pirsgirêkên roja me ya îro ji roleke marjînal pêve nikarin bi roleke din rabin û maneyekê îfade bikin. Teoriyên lîberal ên kapîtalîst, li şûna ku nexweşiyên kanserolojîk ên ku kapîtalîzmê li serê mirovatiyê dewamî kirine çareser bike û civakê bigihîne tenduristiya wê, bi tenê bi dayîna hinek dermanan temenê nexweşê kansêrî piçekî din dikarin dirêj bikin. Bi tevahî çareseriyên ev teorî pêşniyar dikin, pirsgirêkan mîna çiyan mezin dikin û bi vî awayî temenê modernîteya kapîtalîst hinekî din dirêj dikin. Bûyerên di sedsala dawî ya Rojhilata Navîn de diqewimin, vî hukmê em didin piştrast dikin. Civaka Rojhilata Navîn tevahiya dîrokê, heta beriya bi deh hezar salan di nava yekparebûneke çandî de jiyanek ava kir û di nava agirê Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, ev jiyan ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve bi awayê qesabekî hat hûrkirin û ji însafa cinawirên bi navê dewleta netewe re hat hiştin. Dewletên netewe bi awayekî herî berbiçav rewşa Levîethan îfade dikin ku di Pirtûka Pîroz de dewlet bi Levîethan re wekhev tê dîtin. Îcar ev dewleta netewe ya weke Levîathan tê dîtin bi derewên ji wan re polîtîka derve û hundir tê gotin rastiyan parçe dike û dadiqurtîne, ji vê jî wêdetir bi roleke din ranabe. Çanda civakî ya ketiye ser hev û ji aliyê dîrokî ve yekparebûneke mezin îfade dike, dabeşî parçeyan dikin, li ser maseya înkar û îmhayê radixin û ji vê re jî civaka neteweyî ya modern dibêjin. Çanda dîrokî û civakî çiqasî parçe kirin û bi vî awayî înkar û îmha kirin, xwe ewqasî serketî hesibandin. Dewletên netewe yên bi rola qesabên modernîteya kapîtalîst rabûn, çiqasî karîbûn îmha û înkara rabihuriyê bikin û li şûnê saziyên ajan ên sîstemê û zêhniyetên oryantalîst serwer bikin, xwe li hemberî efendiyên xwe ewqasî serketî û bextewar hesibandin. Ji aliyê çanda Rojhilata Navîn ve di sedsala dawî de dabeşbûnên dewleta netewe û pêkanînên ji wan re polîtîka derve û hundir dihat gotin bi awayekî giştî tevgerên qirkirinê ne. Ji zêhniyetê heta bi cîhanên ekonomîk tişta hatiye kirin ew e, yekparebûna rastiyê hatiye parçekirin û xistine rewşekê ku hêmanên modernîteya kapîtalîst karibin wan bixwin û daqurtînin. Bi tenê ji bûyerên îro roj li Iraqê diqewimin em dikarin gelek tiştan hîn bibin û bi hêsanî em dikarin pê sedsala dawî binirxînin.
 
Alternatîfa modernîteya kapîtalîst
 
Teoriya neteweya demokratîk, beriya her tiştî hûnandina cîhana zêhnî ya rawestandina bi vî şêwazê qesab parçekirin û gurandina yekparebûna çandî ye ango hûnandina cîhana zêhnî ya rawestandina dewleta netewe û ji nû ve destpêkirina yekparebûnê ye. Teoriya neteweya demokratîk hewl dide cîhana çandî ya Rojhilata Navîn li bin têgîna Yekîtiya Neteweya Demokratîk yekpare bike û weke prensîb vê li pêş digire û bi nirx dibîne. Cîhana me ya çandî tevahiya serdemên dîrokê yên di wan de hat avakirin, bi tevahiya cihêrengiya xwe yekpare bû; divê ew weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst, li bin vê têgînê were yekparekirin. Em li sedsala dawî binêrin: Rewş her ber bi parçebûnê ve beridiye. Qewmê Ereb bi tenê dabeşî bîstûdu dewletên netewe nebûye; her yek ji wan weke pro-dewleta netewe misêwa dabeşî bi sedan zêhniyetên bi hev re nakok, rêxistin, eşîr û mezhebên bi hev re dijber bûye. Armanca felsefeya lîberal jî di çarçoveya mêtingeriyê de ev e. Ferdperestiya kapîtalîst ji bo civakê atomîze bike xwedî potansiyeleke bêdawî ye. Lewma teoriya neteweya demokratîk li ser riya diçe ji nû ve yekparebûna demokratîk û azad, yekparetiya bingehîn a prensîbî îfade dike.
 
Teoriya neteweya demokratîk
 
Ji ber ku me teoriya neteweya demokratîk di cildên din de analîz kiribû em ê li vir zêde li ser naveroka wê ranewestin. Bi kurtî, li gorî vê teoriyê ji bo netewebûyînê pêdivî bi têgihiştineke hişk a sînor nîne, li heman mekanan û heta li bajaran neteweyên cuda di nava yekparebûnên cihêreng de dikarin xwe bi têgihiştina neteweyekî bi jorkomên neteweyan ava bikin. Bi vî awayî komên neteweyî yên mezin û komên neteweyî yên piçûk ên ji bo sînoran şer dikin wê tevî hindikayiyan karibin di nava yekparebûneke neteweyî de bi awayekî wekhev, azad û demokratîk bimînin. Kengî bi tenê ev prensîb hat bicihanîn polîtîkayên sîstema hegemonîk ên ‘parçe bike-bi rêve bibe’ û ‘kîvroşk bazde, tajî bigire’ wê pûç bibin. Ev prensîb di warê bicihanîna aştiyê, wekheviyê û demokratîzekirinê de xwedî nirxekî ye, û kengî bi van aliyên xwe hat bicihanîn pêkanînên dewleta netewe yên gelac, şerûd, koleker, tebeqeker û despotîk faşîst wê pûç bike, bi vî awayî jî wê di warê çareseriyê de rola xwe ya serdest îspat bike. Mirov bi tenê dikare bi zêhniyeta neteweya demokratîk milletperestiya dewleta netewe ya tekperest û mutleqker rawestîne. Ne bi tenê dabeşbûn û parçebûnên bêdawî yên Ereban, ji bo parçebûn û dabeşbûnên bi heman rengî yên Tirkan jî bêne rawestandin prensîb û teoriya herî di cih de ye. Ji Balkanan heta bi Qafqasan, ji Asya Navîn heta bi Rojhilata Navîn Tirkên li gelek deverên dinyayê bi awayekî dabeşbûyî, parçebûyî û çavkorî li pey xwedayê dewleta netewe diçin, li ser bingehê zêhniyetên metafizîk û pozîtîvîst ên oryantalîst pev diçin, dikevin qirika hev, lê karin bi teoriya neteweya demokratîk ji van bibihurin û li ser prensîbên wekhevî, azadî û demokrasiyê bigihîjin hev. Potansiyela Îranê heye her kêlî parçe û dabeş bibe, lewma dewleta netewe ji bo wê weke bombeyeke atomê ye ku di binê wê de hatiye danîn. Milletperestiya Şîa bi awayekî domdar dewletdariya netewe dijwartir dike û tevî cambaziyên wê yên modernîteyê hemûyan jî ev yek ê parçebûn û dabeşbûna Îranê ranewestîne, berevajî wê bêhtir bi lez bike. Teoriya neteweya demokratîk nexasim ji bo Îranê weke derman e ku divê rojane were bikaranîn. Çanda Îranê û gelê wê li dijî modernîteya kapîtalîst berxwedêr in, û bi tenê bi zêhniyeta neteweya demokratîk dikarin bigihîjin cîhana azadî, wekhevî û demokratîk a bi hesreta wê ne. Bi teoriya neteweya demokratîk Îran dikare reşkujî û komployên dewleta netewe yên bi hev didin şerkirin pûç bike û bigihîje aştiyeke bi rûmet.
 
Pirsgirêkên Pakistan-Hindistanê, Pakistan-Bangladeşê
 
Di roja me ya îro de yek ji felaketên herî mezin di warê asêmayîna dewleta netewe de li ser xeta Afganistan-Pakistanê pêk tê. Herweha bi vê ve girêdayî pirsgirêka Keşmîrê jî bi temamî ji ber dewletparêziya netewe ye. Pirsgirêkên Pakistan-Hindistanê, Pakistan-Bangladeşê ji ber heman zêhniyeta milletperest pêk hatine, hê jî pêk tên. Çareserî û aştiyên dewleta netewe li gorî xwezaya wê rê li ber şer û çaresernebûnê vedikin. Ev mînakên berbiçav jî vê rastiyê têra xwe rave dikin. Li Afganistanê xwestin modelên dewleta netewe yên hem komarger, hem monarşîk, hem jî sosyalîzma pêkhatî pêk bînin. Di encamê de civakeke Afganistanê ya jihevdeketî û nikare xwe dewam bike di nava şîddeta çavkorî ya ti prensîba wê nîne û çavsorbûyî de heye. Ji bilî têgîn û teoriya neteweya demokratîk ti zêhniyet û îrade nîne ku van koman ji nû ve bi rêkûpêk bike û bigihîne azadî û jiyaneke demokratîk. Pirsgirêkên civakî heta bi awayekî zêhnî ji hev neyên derxistin, bi awayê avabûnê çareser nabin. Zêhniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta bi Hindistanê ji bo gel û çandên gelekî cihêreng çarçoveya yekparebûnê ya herî baş pêk tîne. Jixwe gel û çandên li van mekanan tevahiya dîrokê li bin banên siyasî yên hevpar ên mîna konfederal û împaratoriyan mane, îdeal jî nebe, bi vî awayî hebûn û xweseriyên xwe karîbûne biparêzin. Milletperestî çi bi awayekî laîk û çi bi awayekî dînperestî bibe, heta zêhniyeta dewleta netewe dewam bike, bivênevê civak ê bêhtir ji hev de bikevin û li dijî hev şer bikin. Wê Îslamiyeta îddîa dikin ku gelekî pêve girêdayî ne jî weke îdeolojiyeke terorê pêşkêş dikin û bi vî awayî vê rêûresmê jî gelekî neyênî dikin. Yekîtiyên neteweyî yên demokratîk çi qasî ku ji bo Îranê, divê ewqasî ji bo van cografyayên berfireh pêşî herêmî û bi wê re di zikhev de li nava Rojhilata Navîn bêne pêkanîn. Dewletên netewe yên mîna Pakistanê ji niha ve gelekî ji hev de dikevin û alternatîfa vê ya herî di cih de projeyeke Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a li nava Rojhilata Navîn e.
Têgîn û teoriya neteweya demokratîk ji bo rastiya kakila hegemonîk a dewleta netewe Îsraîlê jî bi roleke heyatî ya çareserker radibe. Ji bo paşerojê du rê li pêşiya Îsraîlê hene. Riya yekê, bi xeta xwe ya heyî ji bo hegemonya xwe dewam bike hingê wê timî şer bike û bibe împaratoriyeke herêmî. Çawa ku tê zanîn, ji Nîlê heta bi Firatê, heta jê jî wêdetir projeya Îsraîlê ya hegemonîk heye. Ev projeyek e ku piştî Împaratoriya Osmanî hatiye çêkirin. Herçiqasî di pêkanîna vê projeyê de gelekî gav hatibin avêtin jî di warê gihiştina wê ya armancê de hê jî kêm e. Di demên dawiyê de Îran derdikeve pêşiya wê û Îran jî bi heman awayî xwedî hesabên hegemonîk e, û ev dike ku di navbera wan de nexweşî û tengezarî çêbibe. Di navbera wê û Tirkiyê de jî nexweşiyek heye, lê nayê zanîn ka ev çiqasî ciddî ye. Di vê qonaxê de mirov dibîne ku wê pêvajoyeke bi şer a hegemonya herêmî pêk bê. Bivênevê ev pirsgirêkên ji ber dewleta netewe derdikevin holê wê mezintir bibin; hesabên hegemonîk ên li beramberî hev bi xwe rê li ber van pirsgirêkan vedikin. Ji bo Îsraîlê û gelên Cihû riya duyemîn ew e, ji nava çembera dijminan a her tim xurt dibe dikare derkeve, tevlî projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bibe û li ser vî bingehî ji bo gavavêtinê dikare bibe xwedî însiyatîf. Sermayeya maddî û entelektuel a li pişta Îsraîlê ji bo projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk dikare bi roleke girîng rabe. Bi vî awayî hem dikare xwe weke neteweyekî demokratîk bêhtir têkûz bike, hem jî dikare vê li nava Rojhilata Navîn di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya demokratîk de pêk bîne, û pê bigihîje wê aştî û ewlekariya mayînde ya gelekî hewcedarî wê ye.
 
Kapîtalîzmê elîta Tirkê Spî afirand
 
Felaketên herî mezin ên dewleta netewe rê li ber wan vekiriye, li Rojhilata Navîn der barê wan gelan de ye ku hewl dan wan qir bikin. Gelên Helen, Ermenî, Suryanî û Kurd ên li Anatolya û Mezopotamyayê zû ketin xefika milletperestiyê, tevî ku temsîla çandên xwecihî yên herî kevin ên dîrokê dikirin jî ezmûnên dused salên dawî yên dewleta netewe ew anîn ber tesfiyeyê. Milletperestiya neteweya serwer a bi awayekî çavsorî hewl da di nava sînorên hişk de civaka neteweyî ya homojen biafirîne ji bo van gelan bi awayekî rastî veguherî felaketeke mezin. Eger têgihiştina neteweperestiyê ya modernîteya kapîtalîst nebûya, ev felaket jî wê pêk nehatana. Kapîtalîzmê elîta Tirkê Spî afirand. Mirov nikare li bernameyên afirandina neteweyên homojen ji pêdiviya daneheva sermayeyê serbixwe bifikire. Ji aliyê kategorîk ve yên ji qirkirinê divê berpirsiyar bêne dîtin Tirk nînin, mîna li cem Elmanan, demekê yên ku li pey kapîtalîzma mîllî çûn komeke marjînal bûn. Di vê de, ne bi tenê para berpirsiyariyê ya milletperestên neteweya serwer e, di hişyarkirina cinawirê bi navê dewleta netewe de milletperestên neteweya bindest jî para wan a berpirsiyariyê heye. Li gorî ku careke din pêkan nîne, yên hatine îmhakirin ji nû ve bêne vejandin, bi tenê zêhniyeta neteweya demokratîk dikare yên mayî bi awayê wan ên hindikayî li ser piyan bigire. Mînak dema xwestibûn dewleta netewe ya Tirkê Spî li Stenbolê ferz bikin, ji bo tevahiya çandên dîrokî yên li bajêr fermana mirinê hatibû dayîn an jî terqîna wan hatibû xwendin. Eger bi temamî tesfiyekariya çandê pêk bê hingê dawiyê wê Stenboleke yekçand bimîne û ew jî faşîzma çandî bi xwe ye, û ne tiştekî din e. Lê eger li Stenbolê zêhniyeta neteweya demokratîk pêk bê, hingê bi awayekî eşkere Stenbol ê di nava dewlemendiya çanda dîrokî de be.
 
Avakirina xweseriya demokratîk 
 
Mirov ji vî alî ve dikare li çandên Anatolya û Mezopotamyayê jî binêre. Bi tenê zêhniyeta neteweya demokratîk dikare tevahiya çandên dîrokî di nava aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê de li cem hev bigire. Her çand ê ji aliyekî ve xwe weke komeke neteweyî ya demokratîk ava bike, li aliyê din jî bi çandên din re ku di nava hev de ne, wê di asteke jor de bi yekîtiyeke neteweyî ya demokratîk bijî. Piştî ku ji têgihiştina neteweyî ya tekperest bihurîn wê bi xwe hewce nebînin ku hevdu bihelînin. Li şûna vê, çawa ku di dîrokê de bûye, wê di nava yekparebûna çandî de bi hev re bin. Eşkere ye ku êdî Ermenî, Helen û Suryanî wê nikaribin ji xwe re sînorên dewleta netewe xêz bikin û neçar in hebûna xwe dewam bikin, lewma alternatîfa herî di cih de zêhniyeta yekîtiya neteweyî ya demokratîk û avakirina xweseriya demokratîk e. Bi derengî be jî modernîteya demokratîk ji bo tevahiya gel û çandên di heman pêvajoyan re derbas bûne penageheke zêhniyetê û xweseriya demokratîk jî modeleke ji nû ve bi gewdebûnê ye.
 
Neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk 
 
Li herêmê mîrateya dewlemend bi tenê ji hebûnên etnîk û neteweyî pêk nayê. Dîn û mezheb jî komên li guhereke berfireh in. Mezheb û dîn bi şêweyên ji rêûresm û modern bi rengên nû yên digirin pirsgirêkeke ciddî ya temsîlê ne. Dewletparêziya netewe beşekî mezin ji wan jî tesfiye kir. Lê ji ber ku dewleta netewe bi xwe diheze, ev mîrateyên dewlemend ên çanda dîrokî bi tenê dikarin xwe di çarçoveya têgîn û teoriyên neteweya demokratîk de îfade bikin. Hem ji ber têgihiştinên wan ên zêhniyetê hem jî ji ber şêweyên wan ên avabûnê, neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk ji bo wan modela herî di cih de ye. Li dijî felaketa bi navê dewleta netewe, ji bo tevahiya qadên bi heman rengî yên civaka dîrokî, civaka neteweyî ya demokratîk garantiya jiyana aştiyane, wekhevî, azadî û demokratîk e.
 
Rewşa Kurdan tam felaket e
 
Li Rojhilata Navîn dewletparêziya netewe Kurd parçe kirin, li her parçeyî jî îmha û asîmîlasyonên cuda ferz kirin, lewma jî di vê tabloyê de rewşa Kurdan tam felaket e. Ne bi temamî dikarin bi fizîkî, ne jî dikarin bi çandî tesfiye bikin. Kurd mîna ruhberekî demeke dirêj li ber ruh dide, diperpite. Gelekî wisa ye ku hema bêje mîna wî li dinyayê tineye. Ne bi tenê ji aliyê zêhnî ve seqet bûye, ji aliyê beden û gewde ve jî hatiye parçekirin. Ji aliyê civakî ve jî rê li ber şêwazekî jiyanê yê birîndar vekirine. Ne jiyana ji rêûresmê maye, ne jiyana modern heye. Jixwe heta dema dawiyê jî mafê tercîhê ji destê wî hatibû stendin. Bêguman ev rewş ji ber dewletên netewe yên modernîteya kapîtalîst avakirî derdiket holê. Hewldanên Kurdan ên ji bo dewleteke netewe bi ser neketibûn. Lewma avakirina Kurdan a dewleteke netewe bi berjewendiyên modernîteya kapîtalîst re li hev nekiribû û di vî warî de şensê wan nemeşiyabû. Roja me ya îro, dewleta netewe ya li Kurdistana Iraqê dixwazin pêk bînin, ji nêz ve bi hesabên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ye. Dewleteke netewe ya Kurd a mînîmalîst dibe ku bi kêra sîstemê bê. Tehlûkeya wê ev e: Dema sîstem bibêje “Li gorî berjewendiyên me nîne” ji nû ve her kêlî dikare rê li ber tevkujî û qirkirinan veke. Min beşekî mezin ê parêznameya xwe ji diyardeya Kurd, pirsgirêka Kurd û çareseriya wê re veqetand. Rizgarbûna ji vê statuya xeternak an bêstatutiyê ku me bi kurtî ji nû ve da nasîn, eşkere ye ku bi tenê bi modela neteweya demokratîk dibe. Neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk weke zêhniyet û avabûn rê didin ku bêyî dewletên netewe yên heyî bêne hilweşandin, çawa ku li gelemperiya dinyayê jî tê dîtin, rêveberî bêne parvekirin û jiyana bi hev re pêk bê. Ji bo vê jî ya hewce rejîma destûra bingehîn a demokratîk e.
 
Ev rewşa Rojhilata Navîn ji ber dewleta netewe ye
 
‘Komara Kurdistan a Serbixwe û Yekbûyî’ amentuya Kurdan e, û alternatîfa wê ‘Kurdistana Konfederal a Demokratîk’ e. Di çarçoveya vê alternatîfê de destê xwe nade sînorên heyî, berevajî sînorên heyî weke sedema Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Rojhilata Navîn qebûl dike. Di nava vê modelê de gelek komên çand û gelan dikarin xwe weke yekîtiyên federe bi rêxistin bikin. Li heman xwecihî, li heman bajarî, her cure komên etnîk, dînî, mezhebî û cinsî dikarin di nava aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê de bi hev re bimînin. Kurdistana Konfederal a Demokratîk her ku modela xwe ya neteweya demokratîk pêk bîne, wê her parçeyê wê bi civakên cîran re jî karibe bi hêsanî yekîtiyên bi heman rengî pêk bîne. Eger em bifikirin ku pêkhateyên bi heman rengî li Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê çêbûne, hingê eşkere ye ku Kurdistana Konfederal a Demokratîk kakilê Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Rojhilata Navîn e. Herdu diyarde şensê wan heye di zikhev de pêk bên. Jixwe yekparebûna civakî û dîrokî ya Rojhilata Navîn jî vê ferz dike û li gorî vê ye.
 
Li aliyê din, di van demên dawiyê de DYE dixwaze Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixe rojevê, lê ya rastî şensê vê projeyê zêde tineye. Jixwe ev proje xwe disipêre dewletên netewe. Gelek projeyên bi heman rengî Rojhilata Navîn xistine nava tevlîheviyê. Projeya dawiyê jî rewşên rê li ber wan vekirine cuda nînin. Heta mentiqê dewleta netewe neyê terikandin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji nava pêxîrtengiyên kûr û pirsgirêkan rizgar bike, ji şer û pevçûnan dûr bixe. Hem Yekîtiya Ereb û hem jî Rêxistina Konferansa Îslamî bi sedema ku bi heman mentiqê dewleta netewe seqet bûne, ti pirsgirêk çareser nekirine. Ji zêhniyet û şêweyê avabûnê yê heyî nebihurin şensê wan tine ti pirsgirêkê çareser bikin. Herweha li dijî DYE û hêza hegemon a xwecihî Îsraîlê hem Îran û hem jî Tirkiyê bi Hîzbûllah û El Qaîdeyê şerên serdestî û bandorzêdekirinê dimeşînin û ev pirsgirêkan bêhtir dikin ku nikaribin ji nav derkevin û ji vê jî wêdetir bi kêra tiştekî nayên. Hesabên wan ên ji bo para xwe zêde bikin, her kêlî dibe ku berevajî li wan vegerin. Bi tevahî van dekûdolabên berê û nû yên dewleta netewe Rojhilata Navîn xistin rewşeke darî çav. Bi navê “Em pirsgirêkan çareser dikin, em dîplomasiya sifir pirsgirêk dimeşînin” pirsgirêk bêhtir mezin bûne, ji navê nikarin derkevin û bûne mîna gulokeke lihevgeriyayî. Çawa ku me hewl da em nîşan bidin, ev rewşa Rojhilata Navîn eşkere ji ber dewleta netewe ye, û ji ber şêweyê avabûnê ye. Dîsa me bi heman awayî eşkere dabû xuyakirin ku ji bo derketina ji vê rewşa kaotîk, zêhniyeta neteweya demokratîk a modernîteya demokratîk û avahiya xweseriya demokratîk, paradîgma nû û modela herî di cih de ya wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk e. Modelek e ku riya aştî û ewlekariyeke mayînde nîşanî her kesî û her civakê dike.
 
Ekonomiya komîn a demokratîk 
 
b- Ekonomiya komin a demokratîk li hemberî meyla kara herî zêde ya kapîtalîzmê ku civak kiriye karker û koleyên bêkar, ji bo ji nû ve jiyaneke mirovane riya çareseriyê ye. Ekonomî diyardeyeke tevahiya dîrokê her tim bi awayekî komin hatiye pêkanîn. Ekonomiya bêyî komin nabe. Maneya peyva ekonomiyê bi xwe jî ‘qanûna komina malbatê’ ye. Ango weke malbat karûbarên kominekê yên ji bo debarê ne. Şêwazê heyînê yê civakê bi tevahî bi awayê kominê ye. Di dîrokê de ekonomiyeke bi ferd destpêkirî tineye. Dîrok û civak ekonomiya taybet nas nakin û bi kêmanî bi qasî dewleta netewe cinawirek e ku kapîtalîzmê afirandiye. Ekonomiya taybet tevahiya dîrokê timî bi ‘dizekiyê’ re wekhev hatiye dîtin û marjînal hatiye hiştin. Bi mezinbûna modernîteya kapîtalîst re weke kategoriyeke nû derketiye bazarê. Bi awayekî mîna mişkekî timî di binê erdê de mayî û bûye mîna pisîkeke derketiye rûyê erdê û ketiye nava bazaran. Di dîrokê de yên ji bo ekonomiya taybet an sermayeyê beziyane timî weke dizek hatine dîtin û kirine ku neyên dîtin. Bi mezinbûna hegemonya kapîtalîst re ev mişkên bûne pisîk li ser bazaran serweriya xwe pêk anîn û bi rastî ji bo civaka mirov bûn felaket. Bi tespîta gelekî di cih de ya dîroknas Braudel, kapîtalîzm ne ekonomî ye, yekdestdarî ye ku bi armanca karê li ser bazarê serweriya xwe çêkiriye. Çi kesayetên taybet bin, çi jî yekdestdariyên dewletê bin, yên li ser ekonomiyê serweriya xwe pêk anîn, pirr baş serwext bûn ka çiqasî wê karibin kominê xira bikin ango rêxistiniya pêşî ya mirov a ji bo debarê têk bibin wê karibin dizekiya xwe bikin. Yekdestdariya taybet an yekdestdariya dewletê şêlandina ekonomiya komin e. Modernîteya kapîtalîst ji bo vê şêlandinê bike xwe dixe hezar û yek kiras û rengî û ev şêlandina wê hilweşandina bingehê kominê ango civakê ye. Bi tevahî nexweşî û krîzên ekonomîk bi jihevdeketin û hilweşîna ekonomiya komin a bingehê civakê dest pê dike. Dîroka kapîtalîzmê dîroka hilweşîna ekonomiya kominê ye. Encam ew e, felaketa herî mezin a civakî ya dîrokê pêk hatiye. Jihevdeketin û hilweşîna ekonomiyê, sedema rastî ya hilweşîn û jihevdeketina tevahiya qada civakî, exlaq û siyasetê ye. Jihevdeketina ekonomiyê, jihevdeketina civakî bi xwe ye. Di vê rewşê de li dawiyê bermahiyên bêkar, bêexlaq û bêpolîtîka dimînin. Yekdestdariya dewletdar û taybet a kapîtalîzmê ev e.
 
Hovîtiya kapîtalîzmê
 
Ji ber vê ye, di çarsed salên dawiyê de li tevahiya dinyayê, nexasim di serdema kapîtal fînansê ya roja me ya îro de pêxîrtengiya ji ber avabûnê derketiye asta herî jor û pêk tê, di salekê de çarsed mîlyon mirov bêkar hiştine. Jihevdeketina di civaka Rojhilata Navîn de bêhtir balkêş e. Jihevdeketina pêncî salên dawî yên jiyana kominê, rê li ber bêkarmayîna topyekûn vekiriye. Civaka Rojhilata Navîn di ti dema dîrokê de evqasî ji hev de neketibû. Jixwe civaka Rojhilata Navîn hem ekonomiya komin pêşî pêk aniye, hem jî bi qonaxa hegemonîk a kapîtalîst li nava dinyayê jê re pêşengî kiriye. Pêxîrtengiya roja me ya îro ketiyê, bi têkçûna jiyana komin a ji sêsed hezar salî zêdetir bi aqlê xwe ava kirî re hevmane ye. Ji ber vê sedema dîrokî ye ku felaketeke topyekûn bi serê wê de tê. Encamên felaketa bi serê wê de tên, bi ti faleketa hov a di dîrokê de qewimiye mirov nikare bide ber hev. Ji ber ku di dema êrişên hov de jî jiyana komin her bingeh bû. Kes nedifikirî û kesî nedianî bîra xwe ku destê xwe bidiyê. Hovîtiya kapîtalîzmê cara pêşî bi mentiqê xwe yê herî îblîswarî aqil kir ku jiyana komin ji hev derxe û ji hev de bixe. Di vê de jî bi ser ket. Encamên vê serketina wê jî şerên çarsed salên dawiyê, talanên mêtingeriyê, ji kolekirina civakê bi awayekî klasîk xirabtir kolekirina civakê bi heqdestiyê û ji vê bêrehmtir jî bêkarhiştina civakê ye; bi vî awayî civak yekparebûna xwe ya exlaqî û polîtîk ji dest dide; dewrûber û hawîrdorê xira dike û tewazuna biyolojîk a dinyayê hildiweşîne; bin erdê vala dike, ser erdê qirêj û gemarî dike; ev jî felaket in ku bi serê avhewayê de tên.
 
Ekonomiya komin planeke nû an projeyek jî nîne
 
Eşkere ye ku ji bilî ekonomiya kominal a modernîteya demokratîk, tedbîreke din nîne pêşî li encamên tehekumkar ên ekonomiya dewletdar û lîberal a modernîteya kapîtalîst bigire û ji heqê hilweşînên vê encamê derkeve. Divê mirov li ekonomiya komin weke vedîtin an doktrîneke nû nefikire. Ekonomiya komin planeke nû an projeyek jî nîne. Divê mirov wê weke şêwazekî heyînê yê civaka mirov an heqîeta wê ya bêyî wê nabe fêhm bike. Eger civak dixwaze li ser piyan bimîne û hebûna xwe dewam bike, divê û neçar e ku ekonomiya kominê bike bingehê xwe. Dema ku mirov dibêje neçar e yan jî divê wisa be, belkî ev gotinên şert qanûneke hişk îfade dikin. Lê ji ber ku bêyî ekonomî nabe û ev ekonomî jî bêyî komin nabe, li vir şertê divê û neçar e di cih de ye. Ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya dinyayê, eger em dixwazin jiyana civakî dewam bikin, divê em ekonomiya komin bikin sereke. Ez sereke dibêjim, ji ber ku em kapîtalîzma taybet û kapîtalîzma dewletê mîna bi kêrekê bibirrin nikarin qut bikin û biavêjin aliyekî. Mirov dikare weke berê wê marjînal bike û divê mirov kominê jî bike sereke.
 
Ferdperestiya lîberal bi qasî kansêrê bi tehlûke ye
 
Civaka Rojhilata Navîn bi qasî Ewropayê û herêmên din ên dinyayê bi kapîtalîzmê re li hev nîne. Ew qebûl nekiriye, wê xerîb dibîne û jê dûr disekine. Ji ber ku rehên wê yên komin xurt in. Hêmana ekonomîk a komin a modernîteya demokratîk a pala xwe daye teknolojî û zanista serdemê ne ku bi tenê bi bandorên rizîner, hilweşîner û tarûmarker ên kapîtalîzmê serî derdixe; ji bo jinûveavabûna tevahiya qadên civakî bingehekî qehîm datîne. Lê kapîtalîzmê di sedsala dawî de ferd ewqasî aware, bêkar û antî-civakî kirine, ji bo mirov wan ji nû ve hînî ekonomiya komin bike pêdivî bi şoreşeke rastî ya civakî heye. Ferdperestiya lîberal bi qasî nexweşiya kansêrê bi tehlûke ye. Eger mirov wê bi girîngî derman bike dikare tevlî jiyana komin bike. Di vê de zêhniyet û perwerdeya exlaqî bi roleke girîng radibin. Lê dema ku mirov ber bi ekonomiya kominal ve gavê biavêje, divê mirov ji bîr neke ku ev bêyî siyaseta demokratîk nabe û pêwîst e ku mirov pirr bi girîngî li vê serwext bibe û pêdiviyên wê bi cih bîne. Herweha nabe ku mirov aliyê wê yê exlaqî jî paşguh bike. Bi kurtî, ji bo jinûveavakirina ekonomiya komin pêdivî bi perwerdeyeke hişk a îdeolojîk, polîtîk û exlaqî heye.
 
Ekonomiya komin sîstemek e
 
Dema em dibêjin ekonomiya komin, divê mirov bi tenê çend qadan tenê fêhm neke, ji qada cotkariyê heta bi pîşesaziyê, ji xizmetan heta bi zanist û zenaetan gelek qadan fêhm bike. Ekonomiya komin sîstemek e, bi qasî li gund tê bipêşxistin, li bajar jî tê bipêşxistin. Heta ekonomiya gund-cotkariyê ya modernîteya kapîtalîst ew tine kir dikare bibe alternatîfa ekonomiya bajêr a bûye kansêr û ev jî bi tenê li dora ekonomiya komin ava dibe. Ekonomiya komin a hemdem bi giranî ekonomiyeke gund-bajar e. Divê mirov ekonomiya gund-bajar şaş fêhm neke. Ev nayê wê maneyê mirov gund bike bajar û ne jî ji bajar veguhere gund. Divê mirov ekonomiya gund-bajar weke unîteya hemdem a civaka kominal fêhm bike. Hemin di dîrokê de meyla serdest bi karekterê gund-bajar bû. Gund û bajar bi awayekî nedurist ji hev veqetiyan û ev bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ye. Tevahiya dîrokê di serî de li keviyên Firat, Dîcle, Nîl û Îndus-Pencabê, ekonomiyên li keviyên çeman giş kominal in. Jixwe ev ekonomiyên kominal in ku şaristanî mumkîn kirin. Kapîtalîzmê bi meyla kara herî zêde bi polîtîkayên bendavavakirinê, ne bi tenê ekonomiya bi gundan ve girêdayî hilweşand; erdên herî bi bereket, cureyên nebatan, cinsên heywanan û berhemên herî bedew ên arkeolojîk ên dinyayê daqurtand. Bi qasî îmhayên civakî îmhayên ekolojîk û arkeolojîk jî pêk anîn. Bi tenê ekonomiya komin a bi ser siyaseta demokratîk ve dikare pêşiyê li van hilweşînan hemûyan bigire.
 
Divê mirov xefikeke girîng a kapîtalîzma lîberal bibîne
 
Îdeolojiyên şoreşger û polîtîkayên wan pirr kêm behsa ekonomiya komin kirine. Nexasim sosyalîzma pêkhatî kapîtalîzma dewletê bi sosyalîzmê re wekhev kir û vê rê li ber felaketên mezin vekir. Ev nêzîkatiya sosyalîzma pêkatî bi qasî ku sosyalîzm rizand ekonomiya kominal jî ji fonksiyana wê ya rastî kir. Bi navê kolektîvîzmê desteka herî mezin bi kapîtalîzma dewletê daye kapîtalîzmê. Ekonomiya komin bi qasî ekonomiya taybet divê ekonomiya bi destê dewletê red bike, ya rastî tehekuma ekonomîk qebûl neke. Nexasim divê yekdestdariya dewletê weke kolektîvîzma komin a riziyayî bibîne û di her şert û mercî de li dijî wê têbikoşe. Herweha divê mirov van xusûsan jî baş zanibe: Kapîtalîzm jî ber bi

Etîketan:

Abdullah Ocalan