Pirsgirêk û perspektîfên çareseriyê (8)

  • 09:07 15 Çile 2024
  • Dosya
Li Rojhilata Navîn şoreşa zîhniyetê 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişand ser şoreşa zihniyetê ya li Rojhilata Navîn û got: "Ya herî bi heybet jî ew e, em li gorî xwezaya xwe ya civakî û bandora xwe ya ferdî, nirxên modernîteya demokratîk, neteweya wî ya demokratîk, şêwazê wê yê ekonomiya kominal û jiyana ekolojîk, zanista wê, felsefeya wê û hunerê wê bi awayekî azad, wekhev û demokratîk parve bikin û bikin malê civakê."
 
Pirtûk û nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di bin şert û mercên giran ên tecrîda li Îmraliyê de li gelek deverên cîhanê bi baldarî tên şopandin. Gelek kes qebûl dikin ku fikrên Abdullah Ocalan alternatîfa jiyana ku modernîteya kapîtalîst li ser gel û civakan bi taybetî jinan ferz dike ye.
 
Me hin dîtin û çareseriyên Abdullah Ocalan berhev kiriye, ku îro di pirtûka xwe ya bi navê "Çareseriya Neteweya Demokratîk" (Parastina kurdên di hawêra qirkirinê de) de derbarê çawaniya çareserkirina şer, krîz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn de nirxandinên girîng anîne ziman. Di vê beşa dawî ya nirxandinê de girîngiya "Şoreşa zihniyetê" ji bo derbaskirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin.
 
Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser mijarê: 
 
Modernîteya kapîtalîst bi awayê globalkirî, li Rojhilata Navîn jî pêşî bi zêhniyeta hegemonîk gav avêt. Hegemonyadariya zêhniyetê ya jê re oryantalîzm tê gotin koka wê heta bi beriya niha bi sedsalan diçe. Belkî jî digihîje heta belavbûna çanda Greko-Romen. Seferên Xaçperestan ên serdema navîn bi giranî şerên zêhniyetê bûn. Faktora sereke ya di mezinbûna Ewrûpaya Rojava de serdestiya wê ya di bîreweriya heqîqetê de ye. Wê ezmûna Rojhilat li gorî şertên xwe yên berbiçav fesilandiye û para vê jî di vê de heye. Serdemên Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê têgihiştina li heqîqetê ya Ewrûpaya Rojava li nava dinyayê serdest kir. Bi qasî ku xwe analîz kir, dinya analîz kir, nexasim jî Rojhilata Navîn analîz kir û ji hev derxist. Kapîtalîzm li gelek bûyerên erênî yên nû derketin holê xwedî derket û li ser têgihiştina li heqîqetê jî yekdestdariya xwe ava kir. Di serê sedsala 19'an de yekdestdariya xwe ya li ser têgihiştina li heqîqetê ji zû ve ava kiribû. Bi serdestiya li ser têgihiştina li heqîqeta li Rojhilata Navîn dest pê kirî gav avêt. Serê pêşî mîsyoneran ji nû ve keşifkirina herêmê dan destpêkirin. Paşê têgihiştina seyah û lêkolînên zanyaran ên li herêmê weke ekoleke fikrê bi navê oryantalîzmê çêbû. Oryantalîzm, hegemonya zêhniyetê ya şaristaniya Ewrûpaya Rojava ye. Ji sedsala 19'an û pêve, serxwebûna zêhniyetê ya Rojhilat ji dest çû. Fikrên oryantalîst serwer kirin. Elît û rewşenbîrên Rojhilatî jî ketin bin serweriya oryantalîzmê. Di serî de milletperestî, bi tevahî versiyonên fikrê yên lîberalîzmê zêhniyeta Rojhilat dagir kirin. Tevgerên nû yên Îslamî û tevgerên din ên fikra dînî jî di nava qalibên oryantalîst de çêbûn.
 
Di sedsala 20'î de mohra oryantalîzmê hebû
 
Tevgerên dewletparêziya netewe yên bi sedsala 20'î re pêk hatin, bi xwe saziyên ajan ên fikra oryantalîst bûn. Damezrînerên dewleta netewe weke ku gelek caran îddîa dikirin xwedî fikreke serxwebûnxwaziyê nebûn û nikarîbûn bibin jî. Fikra çepgir jî di navê de, li Rojhilata Navîn li ser bi tevahî formên fikrê yên di sedsala 20'î de mohra oryantalîzmê hebû. Herçiqasî li ser navê civaknasiyê ji tevahiya fikran re ku dihatin fesilandin heqîqetên zanista gerdûnî bê gotin jî bi xwe tev oryantalîst in. Ji ber ku oryantalîzm bêhtir nêzî heqîqetê ye, ji qalibên zêhnî yên berê bi hêztir e. Yên ku oryantalîzm rexne dikirin, para heqîqetê ya fikra wan li gorî ya oryantalîstan kêmtir bû û lewma bi ser nediketin. Mirov heman tiştî dikare ji elîtên desthilatdariya oryantalîstan re jî bibêje. Elîtên desthilatdariya oryantalîst, mînak elîtên weke Jon Tirk, Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê hêza xwe li gorî zêhniyetên berê bêhtir ji zêhniyetên bi hêz ên oryantalîstan digirtin. Ev yek ji sedemên sereke bû ku ew hem di dema Meşrûtiyetê de hem jî di dema Komarê de di şerên desthilatdariyê de bi ser xistin. Divê mirov baş zanibe ku çavkaniya hêza li pişt milletperestiya Tirk oryantalîzma Rojava ye. Elîtên desthilatdariyê ji zû ve berê xwe ji Mekkeyê zîvirandibûn Parîsê û sedema vê ew bû, fikra oryantalîst riya bi hêzbûn û serketinê ji wan re vedikir. Bi avabûna dewleta netewe re fikra oryantalîst li cihê herî jor bi cih bû. Li ser tevahiya zêhniyetên din yekdestdariya xwe ava kir. Oryantalîzmê ne bi tenê di qada îdeolojîk de, di qada huner de jî yekdestdariya xwe ava kir. Exlaqê ji rêûresmê ji hev de xist û rê li ber qalibên etîk ên Rojava vekir.
 
Serweriya fikra pozîtîvîst a lîberal bêhtir hejiya
 
Ji nîvê duyemîn ê sedsala 20'î û pêve, çawa ku li gelemperiya dinyayê bû, li Rojhilata Navîn jî yekdestdariyên zêhniyetê heziyan. Şoreşa çandî ya di salên 1968’an de dest pê kirî di yekdestdariya oryantalîzmê de kun vekirin. Ji van salan re mirov dikare bibêje ew dem e ku zanistperestiya pozîtîvîst û îdeolojiya lîberal dest pê dikin serdestiya xwe ji dest didin. Bi awayekî bi lez jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî di sala 1990’î de, serweriya fikra pozîtîvîst a lîberal jî bêhtir hejand. Nexasim zanistperestiya civakî derbeke mezin xwar. Yekdestdariya zêhniyeta modernîteya kapîtalîst cara pêşî bû ku bi awayekî ciddî dihejiya. Gelek ekolên ji wan re postmodern dihat gotin derketin holê. Femînîzm, ekolojî, kulturalîzm û ekolên nû yên fikra çepgiriyê pêk hatin. Pêxîrtengiya ji avabûnê ya kapîtalîzmê ku di salên 1970’î de kûr bû, bi pêxîrtengiya zêhniyetê re pêk hat. Ev pêxîrtengiyeke welê bû ku her diçû bêhtir kûr dibû. Yekdestdariya fikra berê bi awayekî welê hilweşiya ku careke din wê nikarîbûya ava bibe. Oryantalîzma ku varyanteke îdeolojiya lîberal bû, ji vê hilweşînê para xwe girt. Serweriya fikrê der barê Rojhilat de parçe bû. Di serî de Gordon Childe, Samuel Krammer û Andre Gunder Frank, gelek fikirdaran rola Rojhilata Navîn weke sîstema şaristaniya navendî derxist holê û alîkariyeke hêja bi şoreşa fikrê re kirin. Çiqasî sînorên modernîteya kapîtalîst û pêşketina Rojhilat bi sîstema şaristaniya navendî ve girêdayî nîşan dan, Ronesanseke rastî ya fikrê pêk hat. Fikrên me yên der barê siyaseta demokratîk û modernîteya demokratîk de ku bi parêznameyan her ku çû kûr bûn û xelek bi xelek berfireh bûn, bêyî ku haya me jê hebe, bi rengekî fikrên van mirovan temam kirin. Nirxandinên der barê ji derketina holê ya sîstema şaristaniya navendî û heta bi rola wê ya di mezinbûna modernîteya kapîtalîst li Ewropaya Rojava de bi xetên sereke rast bûn.
 
Di salên 90’î de zîhniyeta oryantalîst 
 
Li dijî zêhniyeta lîberal û oryantalîst, bandora yekbûyî ya tevahiya van faktorên fikra şoreşgerî, ji salên 1990’î ve rê li ber şoreşeke zêhnî ya bi lez vekiribû. Li ser parêznameyan bandora şoreşên van zêhniyetan bi sînor be jî bi giranî bi beridîneke fikra serbixwe û rengê şoreşê pêk hatiye. Li Rojhilata Navîn şoreşeke zêhniyetê ya ji mezhebên lîberalîzmê yên hem navend û hem jî yên rastgir û çepgir rizgarbûyî û ji oryantalîzmê bihurî gelekî girîng e. Divê neyê jibîrkirin ku şoreşa zêhniyetê pêk neyê, ti şoreşa civakî bi awayekî mayînde pêk nayê. Varyanta dawî ya pênc cildên parêznameya min, der barê şoreşa zêhniyeta li Rojhilata Navîn de mebesta me çi ye bi xetên sereke diyar dike. Li şûna dubarekirinê, divê destnîşan bikim ku pratîzekirin girîng e. Fikrên gelekî hêja, ango fikrên para wan a heqîqetê gelekî bi hêz jî dema neyên bicihanîn ti maneyê îfade nakin. Dinya alem hemû li ser şaşiyê yan jî li ser fikra para wê ya heqîqetê lawaz bi yek bin jî eger kesek bi tenê fikra para wê ya heqîqetê zêdetir temsîl bike, wê karibe li hemberî hemûyan bi awayekî serketî xwedî li wê fikrê derkeve û wê karibe wê fikrê bigihîne serketinê. Dîroka mirovatiyê bi mînakên vê yekê tijî ye. Ya rê li ber vê vedike, her tim hêza heqîqetan a serketinê ye. Fikrên heqîqetê îfade dikin pêkan e ku bêne tepisandin, bêne cezakirin, lê ti carî têk naçin.
 
Bivênevê heqîqet ê mezin bibe 
 
Min û me di destpêkê de bi fikrên para wan a heqîqetê bi sînor dest pê kir. Her ku bi duristî me pratîk meşand, me para heqîqetê ya di fikrê de zêde kir. Dema ku me bi fikrên para wan a heqîqetê zêdebûyî pratîk meşand, bivênevê pratîkên bêhtir serketî pêk hatin. Encama sereke ya divê mirov bigihîjê ev e, heqîqeta mezintir û çalakiyên heyatî yên van heqîqetan rê li ber wan vekirî, dema hewce bike bi yek gotinê dest pê dikin. Mirov bi duristî bi gotinê ve girêdayî be û hewl bide wê bi jiyanê re bike yek û ji vê hewldanê negere, bivênevê heqîqet ê mezin bibe û di nava civakê de xwe weke serketina jiyana azad nîşan bide. Civak diyardeyên welê ne, mîna erdên bi hesreta avê bi hesreta heqîqetê ne. Çiqasî ev hesret bigihîje miradê xwe, civak jî mîna erdên hêşîn bibin, wê jiyana azad û demokratîk nas bikin.
 
Amûrên erzan ên îndustriyalîzm, netew-dewlet û kapîtalîzmê
 
Zêhniyeta dêrê tevahiya serdema navîn xistibû serweriya xwe, modernîteya kapîtalîst bi saziyên zanîngehan ên alîgirê laîktiyê ev serweriya zêhniyetê şikand. Bi yekdestdariya li ser zanîngehan pêk anî, destketiyên zanistî, felsefî û hunerî yên serdema Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê kir malê xwe. Ji vî alî ve sedsala 19'an di warê serweriya kapîtalîzmê li ser zanist, felsefe û hunerê de vebirrî bûye. Di dawiya sedsala 20'î de li gorî pêxîrtengî û jihevdeketina di avabûna giştî ya sîstemê de, di vê serweriya bi qasî dused salî dewamkirî bi xwe de jî pêxîrtengî û jihevdeketin çêbûye. Li hemberî teknîkên zanistî yên bi felsefeyê têne pêk anîn, zanistê girîngiya xwe ya berê ji dest daye, bi xwe veguheriye teknîkên lêkolînê yên hejmara wan nayê zanîn, huner jî piştî serdema klasîk nirxa xwe ya ekolbûnê ji dest da û bû enqazeke îndustriyê ya daket asta metayeke hişk û çor. Di encamê de bûbûn amûrên erzan ên îndustriyalîzm, dewletparêziya netewe û kapîtalîzmê. Bi vî awayî huner, felsefe û zanistê fonksiyona xwe ya bingehîn ango lêkolîna li heqîqetê û îfadekirina wê ji dest dabûn. Mabest ji pêxîrtengiya zanist, felsefe û hunerê qabîliyeta wan a lêkolînkirina vê heqîqetê û îfadekirina wê ye.
 
Serweriya dogmatîzma medreseya Îslamî
 
Pêvajoyeke bi heman rengî li Rojhilata Navîn di sedsala 12'yan de bi serweriya dogmatîzma medreseya Îslamî li hemberî felsefe, zanist û hunerê pêk hatibû. Li Rojava pêxîrtengiya di warê zanist, felsefe û hunerê de bi bêqîmetbûna oryantalîzmê li Rojhilata Navîn manedar bû. Ji vî alî ve bûyereke erênî bû, lê bi sedema ku rê li ber şoreşa zêhniyetê ya alternatîf venekiribû rîskên wê hebûn. Tevî ku li herêmê li dijî zêhniyeta hegemonîk, şêwazê jiyanê û hunerê wê hin pêşketinên bi sînor bûbin jî rê li ber şoreşeke bi kok venekiriye. Çawa ku di her qadê de dibe, pêxîrtengî di vê qadê de jî dewam dike. Rojhilata Navîn dikare rîskên vê pêxîrtengiyê derxistine holê veguherîne firsendan. Ji bo vê jî dikare şoreşa zanist, felsefe û hunerê ya li gorî hîmê dîrok û çanda xwe pêk bîne ku îlham û ber dide hêmanên modernîteya demokratîk neteweya demokratîk, ekonomiya bazara kominal û îndustriya ekolojîk; ango dikare serdemên xwe yên Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê pirr zêde û di zikhev de yanî bi şêwazekî şoreşgerî pêk bîne, pratîze bike. Di vê çarçoveyê de hewce nake ku Rojava teqlîd bike. Tevî ku mirov dikare destketiyên gerdûnî parve bike jî ya esas ew e, mirov afirêneriya dîrokî û mekanî ya xwe nîşan bide û şoreşa xwe bi xwe pêk bîne.
 
Şoreşa Kurdistanê
 
Şensekî Şoreşa Kurdistanê ya li gorî têgîn û teoriyên modernîteya demokratîk tê pêkanîn jî ew e, di dema pêxîrtengiya şêwazê zêhniyet û jiyanê yê modernîteya kapîtalîst de pêk tê. Di serî de Şoreşên Fransî û Rûsî, beşekî mezin şoreşên di sedsala 19'an û 20'î de ji wan şoreşan bûn ku nikarîbûn ji zêhniyet û şêwazê jiyanê yê modernîteya kapîtalîst bibihurin. Tevî hewldanên wan ên esîl û xeyalên wan ên ji bo alternatîfbûnê serketinên wan bi sînor bûn. Bêguman li pey xwe mîrateyeke hêja, destketiyên zêhniyetê yên hê jî para wan a heqîqetê gelekî zêde û nirxên etîk-estetîk ên jiyanê hiştin. Şoreşa Kurdistanê van destketiyên hêja yên jiyan û zêhniyetê dikare bi pratîka xwe re bike yek û şensê xwe baş binirxîne. Li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzma ferd û ferdperestiya bi dafikan barkirî, heqîqetê dadiqurtîne û bûye mîna cinawirekî çavsor ê gelekî zêde dixwe, neteweya demokratîk, ekonomiya kominal û îndustriya ekolojîk di zikhev de bêne meşandin û bibin şêwazekî jiyana civakî pêkan e ku ferdê demokratîk û sosyalîst pêk bê. Şoreşa Kurdistanê dikare şoreşa xwe ya zêhniyet, etîk û estetîkê gelekî kûr bike û bike malê ferd û bi vî awayî li nava gelên Rojhilata Navîn belav bike. Dikare bi şoreşa xwe alîkariyeke girîng bi çanda dîrokî ya Rojhilata Navîn re bike ku her tim xwe bi yekparetî û gerdûnîtî nîşan daye. Ji bo vê mirov dikare jiyanê bi xwe û her qada wê weke dibistanekê binirxîne. Ferd û gelên her tiştê xwe ji dest dane şensekî wan bi awayekî erênî jî ew e, nirxên şoreşî bi awayekî bi azadî, etîk û wekhevî barkirî dibînin, mîna bêhn li wan çikiya be hilmê dikişînin nava xwe û qebûl dikin. Bihêlin bila verşiya modernîteya kapîtalîst bi me nebe. Gelekî baş e ku bi me nebûye, yan jî pirr kêm bi me bûye. 
 
Ya herî bi heybet jî ew e, em li gorî xwezaya xwe ya civakî û bandora xwe ya ferdî, nirxên modernîteya demokratîk, neteweya wî ya demokratîk, şêwazê wê yê ekonomiya kominal û jiyana ekolojîk, zanista wê, felsefeya wê û hunerê wê bi awayekî azad, wekhev û demokratîk parve bikin û bikin malê civakê.
 
Bi dawî bû.