6'ê Sibatê ev salek e derbas nabe: Mereş

  • 09:05 2 Sibat 2024
  • Dosya
 
Rozerîn Gultekîn-Pelşîn Çetînkaya
 
MEREŞ - Li Mereşê piştî erdhejê tevî ku salek derbas bû sozên ji bo gel hatibûn dayîn nehatin cih û ligel vê gel mahkumê xizaniyê kirin.Gel li dijî vê koçberî wek çareserî dît û ya ku dewletê pêşkêşî wan kir jî jiyanek bê tendurist ya 21 metrekareyî bû. 
 
Di 6’ê Sibata 2023’an de çavê hemû cîhanê li Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Navenda wê Bazarcix a Mereşê bû di 6’ê Sibat de erdeja bi pîleya 7.8  û 7,5 pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Erdhejê bandor li Mereş, Hatay, Edene, Semsur, Amed, Dîlok, Riha, Xerpêt, Osmaniye û Kîlîsê kir. Vê erdhêjê ligel Kurdistan û Tirkiyeyê bandor li gelek welatên din jî kir. Li gorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesî jiyan axwe ji dest da. Li Mereşê hema hema avahiyek saxlem nema û li gorî daneyên fermî 12 hezar û 713 kesî jiyana xwe ji dest da.  hejmara vahiyên xera bûn 15 hezar û 940 bû. Yên bi xesar jî  19 hezar û 194 bû. Li navçeya Dulkadîrgolu ya Mereşê hezar û 187, li navçeya Turkoglu 770, li Bazarcixê 582, li Onîkîşubatê 483, li Elbîstanê 468 avahî hilweşiyan. 
 
Di beşa duyemîn a dosya xwe de em berê xwe didin Mereşê.
 
Di pêvajoya ewil a erdhejê de çi hat jiyîn?
 
 
Em li koas û binpêkirinên mafan yên rojên ewil binêrin, wê bê fêmkirin ku di salekê de çi hatiye guhertin û nehatiye guhertin. Di pêvajoya ewil a erdhejê de ava paqij tunebû, pirsgirêka hîjyenê gelek mezin bû, nexweşî zêde bûn û lênerîna şexsî tunebû. Li herêmê ku pirsa ‘delwet li ku ye’ bilind dibû, ewil dildaran xwe gîhand herêmê. Saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî hewcedariyên gel peyda dikirin. Beriya saziyên dewletê, kesên ji erdhejê xilas bibûn tevli xebatên lêgerîna di bin kavilan de bûn. Vê rewşê mixabin rêxistinbûna cemaet û tarîkatan a li qadan bi xwe re anî. Sazbûnên tarîkata ku serkêşiya wê Cemaeta Îsmaîlaga dikir, di bin navê ‘piştgiriay şînê’ de di serî de ji bo zarokan ji bo erdhejzedeyan perwerda olî dida.
 
Bêtedbiriyan mirin zêde kir
 
 
Gel di pêvajoya ewil de bi derfetên xwe kon ava kirin û vê carê bi ba, bahoz û şiliyê re hatin rû hev. Di bahoza pêk hat de sê kesî jiyana xwe ji dest da.  Yanî mirin tenê di avahiyan de pêk nehatin di encama bêtedbiriyan de jî mirin pêk hat. Piştî rojan şûnde ji bo gundan alîkarî çû. Welatiyan ji bin kavilan bi derfetên xwe xizmên xwe derxistin û defin kirin. Hinek ji ber sermaye hinekan ji ber şewata derket  jiyana xwe ji dest dan. Bi rojan av û ceyran nehat dayîn. Piştî hilweşînê 136 saet şûnde ceyrana Elbîstanê hat dayîn.
 
Piştevaniya bi rêxistin
 
 
Li aliyê din hewl dan pêşî li mekanîzmayên alîkariyê yên dildar pêk tînin bigirin. Ji roja ewil de HDP’ê û komeleyên herêmê Navend Koordînasyona Krîzê ava kirin û kampanya dan destpêkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), meclîsa jinan  HDP’ê, Meclîsa Jinan Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêxistinên femînîst bi mehan li qadê xebitîn. Qeymeqamtiya Bazarcixê dest danî ser Navenda Kordînasyona Krîzê ya HDP’ê li Bazarcixê ava kiribû.
 
Kavilên nehatin rakirin bûn pirsigrêk
 
 
Piştî hilweşînê gelek pirsgirêkên ekolojîk ji ber kavilan derketin holê. Kavil li hewzaya Aksu hatin valakirin û vê ava herêmê kir xetereyê. Li Bazarcixê kavil li erdê vala yê çemê Aksu jê derbas dibû rokirin. Bi mehan ev kavil wis adan sekinandin.  Meha tebaxê de bi hevkariya Bernama Neteweyên Yekbûyî û Japonyayê  merasîma îmzeya ji bo projeya rakirina kavilên li Mereş û Hatayê hat kirin.
 
Nîjadperestiyê berdewam kir
 
 
Ligel hilweşîn û mirinên hatin jiyîn pratîkên nîjadperestî û nefretê jî zêde bûn. Dema erdhejê de kon nedan Suriyeyiyan û li qada erhejê Suriyeyî hatin lînçkirin. 
 
Di salekê de rê jî nehatin çêkirin
 
 
Li Mereşê hîna kavil nehatine rakirin û pirsgirêkên gel nehatine çareserkirin.Li Bazarcixê hilweşîn baş tê dîtin. Hîna lambeyên kolanan tunene. Avahiyên xesara giran dîtine nehatine hilweşandin.  Rê nehatine çêkirin.
 
Navçe li sê beşan veqetiya
 
 
Li navçeyê konteynirên hatine avakirin bala mirovan dikşînin. Di hinek konteyniran de Suriyeyî, hinekan de Kurd, Elewî hinekan de jî Tirk dijîn. Welatî sedema vê jî ‘gel hev naxwazin’  vedibêjin.
 
Em li Konteynirên Gundê Dostaniya Tirkiye-Koreyê digerin.  Hezar û 10 konteynir li wir hene û piranî Kurd Elewî lê dijîn. Welatiyên van konteyniran dimînin diyar dikin ku alavên ji Koreyê tên jiyana wan hêsan kiriye lê berpirsên ji bajarê konteynirê berpris alîkariya wan nakin. 
 
Welatiya li konteynirê dimînin ji mîkrofonên me re axivî.
 
‘Me tu piştgirî ji dewletê negirt’
 
 
Jina bi navê Çîgdem Kiziler da zanîn ku di erhejê de mala wê hilweşiyaye û piştre jî tu piştgirî ji dewletê nedîtine, di bin şertên giran de jiyana xwe didomînin. Çîgdemê wiha dirêjî daye: “Piştî erhejê em 3-4 mehan li gund di kon de bi malbata xwe re man.Piştre em bi kesên ku me nas nedikir re di konde man. Jiyana kon pir zehmete. Me ji bo konteynirê serlêdan kir. Konteynir dan me. Em di konteyniran de niha dijîn. Dewletê tu piştgirî neda me. Dema em hatin konteynirê koliyek alîkarî dan me. Ew jî têrî tu tiştekî nekir. Hemû hewcedariyên xwe em dikirin. Konteynir pir biçûkin. Me bi hewldanên xwe ligel konteynirê mutbexek çêkir. Av dikeve kontenirên me. Ji bo em xwe ji baranê biparêzin me kon kişandiye ser.”
 
‘Ewlehiya me tuneye’
 
 
Çîgdemê daxuyakirin ku qada bajarê konteyniran ewlehiya wê tune ye û wiha vegot: “Dema nû hatim vir ducanî bûm. Em rojekê neçar man biçin beşa lezgîn. Wesayîta me ligel konteynirê bû. Em li wesayîtê siwar bûn me dît ku teker teqiyane.  Em du mehan carê heman pirsgirêkê dijîn. Tiştên cuda jî dibin. Em deriyên xwe digirin lê ewlehiya me tuneye. Me gelek carî gilî kir lê tu tedbîr nayên girtin.Divê dewlet piştgiriyê bide me. Zaorkên erdhejzede tên jibîrkirin. Divê hem piştgiriya aborî hem jî ya psîkolojîk bê dayîn.”
 
Sibê: li Meletiyê saleke erhejê