Operasyonek NATO-Gladyo (3)

  • 09:03 3 Sibat 2024
  • Dosya
 
3 xebatên destanî yên li Rojhilata Navîn
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandinên der barê komploya 15’ê Sibatê de diyar  dike ku di pêvajoya li Rojhilata Navîn bû tevî hemû zext û êrîşan ‘3 xebatên destanî’ kiriye.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15'ê Sibata 1999'an de bi Komploya Navneteweyî dîl hat girtin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. 35 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji 10’ê Cotmeha 2023’an heta niha kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgsirêka Kurd re çareserî’ didome. Salvegera komployê nêz dibe û li her derê çalakî û bername tên meşandin. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê piştperdeya komployê hîna rojevîbûna xwe diparêze.
 
Di vê beşa dosyaya xwe de em xebat û jiyana Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn digirin dest.
 
Rastiya gelê têdikoşe…
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku dema mirov li rastiya xweser a xebat û jiyana li Rojhilata Navîn dinêrin, sê avabûnên esas pêk tên û wiha dibêje: “Ya yekemîn; rastiya gel a şer dike ye. Xeta giran a siyasî û xweser a îdeolojîk a di şertên Tirkiyeyê de hatiye afirandin, di bin bandora dogmatîzmê de be jî di çareseriya pirsgirêka neteweyî de ji sosyalîzma zanistî bandor bûye, li gorî şerên şênber em îfade dikin. Di vir de ya girîng ev e ku ji bo gelê Kurd pergalek îdeolojîk a hewce bê avakirin. Aliyên kêm ên vê peywirê hebin jî di şert û dema ez li Tirkiyeyê bûm ev bi ser ket. Di esasa berjewendiyên gelê Kurd de ev hatiye şênberkirin. Pêşiya tevgera azadiya Kurd a dema nû hatiye ronîkirin.”
 
Dawiya vê demê îlankirina dema nû ye
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku beriya darbeya 1980’ê, li Sêwregê çalakiya li hember Bucakan pêk hatiye nokteya asta jor a demî bû û got: “Ev hem wek dawiya demê hem jî wek îlana dema nû dikare bên nirxandin. Li Rojhilata Navîn jî li dijî têkiliyên siyasî û îdeolojîk ên paşverû, hêzên zextxwir bi rêbaza şer bersiv hatiye dayîn. Gelê Kurd yekem car di esasê berjewendî û îradeya xweser de ji bo mafê jiyana azad bi dest bixe, hemû astengiyên li pêş xwe daye ber çavan û ketiye pratîk û biryara şerkirinê û meşiyaye. Li dijî fikir û nêrînên paşverû yên hezaran salî şer kiriye. Ji bo hişê xwe yê azad û baskên xwe biafirîne ev şer ferz bibû. Pir bi êş be jî birînên giran bi van şeran wê bihata avêtin. Ev di asteke dihat xwestin de nebe jî, şerkirina gel heta cihekî bi ser ketiye.”
 
‘Ez gel im, hişyariya îmhakirinê ye’
 
Abdullah Ocalan der barê avakirina rastiya gel a şer dike de diyar dike ku ‘rastiya gel a bi çalakiya 15’ê tebaxê hewl dan bifetisînin, wek parastina cewherî venasîn îfadeya herî rast e’ û vê nirxandinê dike: “Ev wek êrîş bê dîtin jî di esasê de hişyariya ‘ez gel im, min îmha neke’ bû. Berteka li dijî hovîtiya zindana Amedê û bersiva qêrîna ‘em dest ji hebûna xwe bernadin’ e. Bi qasî gotina Mazlum Dogan a ‘divê dengê me bi cîhanê bihistin’, bersiva ji bo gotinên Mehmet Hayrî Durmuş a ‘hûn nikarin hebûna me înkar bikin’ û  nirxandina Kemal Pîr a wek ‘rizgariya gelê Tirk jî di şerê azadiya gelê Kurd de derbas dibe’  ev şerê ku divê bê dayînê ye. 
 
Ev pêngava şer di serî de li dijî hêzên olîgarşîk ên Tirk û Kurd, li dijî hemû hêzên olîgarşîk û despotik hatiye dayîn. Ji bo jiyanek hevdem û bi rûmet divê bedel bê dayîn. Ev bedel şerê gel bixwe ye. Wekî din ji hêzên olîgarşîk û despotîk xilas bûn ne pêkan bû. Li dijî her cureyê olîgarşîk û despotîk şer bê dayîn wê rastiyeke gel a azad û bi rûmet bê bidestixin. Êş û windahî her çiqas mezin bin jî, parçekirina pergala asîmîlasyonê ku heta hebûna mirovan çûye, bi şerê gel pêkan bû. Bêyî vî şerî mirov nikarin bibin xwedî maf û rizgarî jî ne pêkan bû. Ji ber vê şerê komara demokratîk û azadiyê ye. Şerê li dijî paşeverûtî û newekheviyê ye.
 
Li dijî gel peywir
 
Di alî teorîk û pratîk de ji bo şerê gel min her tiştê xwe danî holê û wisa bawer dikim ku ev peywireke ji bo gelê me ye. Şerekî wisa yê gel wek ez dixwazim nehatibe meşandin jî bi ferz û esasa wê baweriya min tam e. Ji çeteyên hundir heta hêzên emperyal yên cur bi cur, li dijî hemû hêzên ku dixwazin vê îstîsmar bikin, ez dikarim bêjim ku em  li gorî min dixwest ez bi ser neketim. Lê tu car nayê piştguhkirin ku peywir aydê gel û pêşengên wan e. Hem ji bo gelê me hem ji bo gelên Rojhilata Navîn hewldanên min ferza rêzdayîna min a ji bo hebûnên çandî û girêdayîna vê axê ye. Lê ez bawer dikim ku gelên me û hêzên berpirs, wê van kêmasiyan çareser bikin û bi ser kevin.”
 
Xebata duyemîn: Afirandina mîlîtanên azadiyê
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku duyemîn xebata wî ya watedar afirandina mîlîtanên azad e û wiha dibêje: “Gelê şer dike, mîlîtanên şer dike ferz dike. Di şertên Tirkiyeyê de mîlîtanê kisir û dogmatîk bû. Li ser navê PKK’ê çend mîlîtanbûnên ku çalakiyan dikin hebûn. Bi vî şerî gel nikaribû bihata meşandin. Encama hêza îdeolojîk, di sebr û cesaretê de hewldanên mezin dikaribûn bihatana bidestxistin.
 
Afirandina mîlîtanên azad demek min a mezin girt. Nêzîkatiyek mucîzevî ferz kir. Bi paşverûtiya hezaran salan ji gelekî ku kor û xayîn, afirandina mîlîtanên azad xebatek zehmet bû. Piştî vê bi sedan dewreyên perwerdeyê, bi dehezaran diyalog û axaftinên taybet re xwegîhandina mîlîtanên azadiyê. Ez pir westiyam. Dema dimeşiyam jî çav, zimanê min ji bo wan dixebitî. Peywira min zehmet bû. Lê divê ev dîroka bi lanet bihata derbaskirin û ji bo vê min bi hemû hêza xwe bar da ser vê mîlîtaniyê. Di dîrokê de tu feylezof, pêxember, leşker an jî siyasetmedarekî biqasî min xebatek wisa nemeşand. Îxanet û komploya li vê çalakiya afrîneriyê tê ferzkirin nayê fêmkirin. Lê mîlîtan bi xwe jî ji vê  berpirs bû. Li hember xwe rêzdar qet tunebû? Evqas ked nedihat dîtin? Fêm nedikir ku berxik û şêrên dê û bavên xwe ne? Gelo wê çiqas li hewldanên min xwedî derketibana.
 
Nêzî afirandina pergala xwe nebû
 
Divê ji alava fermandarên sexte derketibana. Divê rastiyê ew temsîl bikirana. Min bawer dikir ku gelek tişt dane. Beramberê tiştên min dan; erzan, mirin û kuştin bûn. Çawa û li ku derê, jiyanek çawa û jiyankirin nekirin peywira sereke ya xwe. Min gelek pêşxist û gîhand. Wan jî pir şer kir, fedekarî û cesaret nîşan da; lê hebû hoste, nexwest pergala xwe biafirîne. Ji tiştên xwe yên hêsan, jiyana erzan xilas nebû, nebû artêş, nebû fermandar. Ez nirxên derketine holê û qehremaniyan tu car înkar nakim. Lê negihîştina encamê kêmasiyê nîşan dide.”
 
Xebata sêyemîn a destanî: Azadiya jinê
 
Abdullah Ocalan ku gelek girîngî da pêşketina azadiya jinê tespîta ‘xeta min a sêyemîn a destanî ya li Rojhilata Navîn der barê azadiya jinê de ye’ dike û wiha dibêje: “Li gorî min xebata herî zehmet ev bû. Jin zayend, netew, çîna herî bindest û kole bû. Dema dîrok bê lêkolînkirin tê fêmkirin ku jin qurbaniyên serdestiya siyasî û civakî ne. Piştî jin hatine kolekirin dor hatiye afirandina dewlet û civaka çînî. Mêr piştî xistina jinê hewl dide hevzayendê xwe jî bipelçiqîne.
 
Jin bi hezaran xîleyan hatin xistin
 
Em behsa ol û mîtolojiyên zor û zextan diafirînin dikin. Em dema li van dinêrin jin bi hezar xîleyan tê tunekirin. Ez şervanê azadiyê bûm û ne pêkan bû ku ez van nebînim. Wek zarokê azad ê vê axê, min çavkaniyên mezin ên me fêm kir, lêkolîn kir û min hinceta hebûna wan dît. Bi ser pirsgirêka jinê de çûyîn, ji pirsgirêka min a şexsî ya rûmetê wêdetir e. Li dijî hewcedariyên zayendî yên hêsan in. Tirs serdestiya mêr afirandibû. Di bin navê namûsê de ev lîstik dilîst. Dema digotin ‘em hez dikin’ jî kêr dikirin. Di vê pêvajoya ku em di hesreta azadiyê bûn de min ev bar da ser milê xwe. 
 
Li ser navê qehremaniyê her tişt kirin
 
Wan li ser navê qehremaniyê her tişt kirin. Lê tenê bûn. Mêrên li hember wan, nêzîkatiyeke din hevaltî û dostanî nedianî hişê wan. Wek kulîlkan diriziyan û diçûn. Ez gihiştim hêza hezkirin û rêzdariyê. Her çiqas şerê min ê jinan a mezin ji ber çavan bixînin jî min mafê xebata xwe daye. Mirov tenê bi jina ku wek mal tê dîtin mezin nabin, mirov bi vê nabin mêr. Min nexwest ez wisa mezin bikim ne jî bibim mêr. Ez dizanim min jin xistin zehmetiyê. Ez dizanim min ew kirin parçeyek ji agir. Di nav wan de yên dijminahiyek mezin dikin û neheqiyê dikin jî hene. Ez dizanim min ew tenê hiştin. Lê bila vê bizanin, heqîqeta herî rast,ew xwedî hêzeke ku dikarin aştiyê jî şer jî diyar bikin e. Ev tunebe jiyan heram e. Ev tunebe vîn tune ye. Ez ê heta dawî hewldanên xwe bidomînim. Ez rêhevalên jina me û wê her tim wisa be.”