6'ê Sibatê ev salek e derbas nabe: Dîlok

  • 09:02 4 Sibat 2024
  • Dosya
 
Rozerîn Gultekîn-Pelşîn Çetînkaya
 
DÎLOK - Li Dîlokê piştî erdhejê salekê çi bû, çi hat kirin. Di encama hewldanan de me dît ku tablo wek roja ewil e û tu tiştek neguheriye, kavilên li erdê, avahiyên xesara giran girtine, konteynirên 21 metre kare.
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Bazarcix a Mereşê bû di 6’ê Sibat de erdhejên bi pîleya 7.8  û 7,5 pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Erdhejê ligel bandorek mezin kir û li gorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesî jiyana xwe ji dest da. Yek ji van bajan Dîlok bû. Li Dîlokê 3 hezar û 945 kesî jiyana xwe ji dest da bi dehezaran birîndar bûn. 25 hezar avahî hatin asta ku nikarin bên bikaranîn. 56 hezar kes mahkumê konteyniran kirin. Piştî erdhejê hîmê 25 hezar avahiyan hat avakirin û ji van tenê 10 hezar wê mehek şûnde temam bibin. Ji sedî 77 avahiyên bi xesar hatine hilweşandin. 
 
Ji kolanên Dîlokê tabloya piştî erdhejê tê dîtin. Welatî hîna di bin bandora erdhejê de ne û êşa wan hîna teze ye. 
 
Li aliyekî kavil li aliyekî konteynir
 
 
Li Islahiyê, avahiyên hilweşiyaye û hewayek cemidî û bi ax heye. Li Islahiyê weke ku roja ewil a erdhejê ye, avahiyên bi xesar, konteynir û kavil... Taxa ku berê gelek qelebalix bû,  niha tenê kavil û çend avahiyên mustakîl ên li ser piya mane, hene. Piranî avahiyên li ser piyan bi xesar in. Tevî xetereya hilweşîna van avahiyan hene welatî ji neçarî tê de dijîn.
 
Bêyî tedbîr bên girtin kavil tên rakirin
 
 
Li taxa Ataturk bêyî ku tedbîr bên girtin kirariyên rakirina kavilan dihat kirin û her der bibû ax. Kevir û camên kavilê difiriyan her derê. Li kolanan jî rewş pir ne cuda ye. Ligel ku wesayît û mirov kêm in, lambe jî tune ne. Piranî avahiyên vir ya hilweşiyaye yan jî xesarek giran dîtine û li ser piyan mane.
 
Mirov ne kêfxweş in û êşa wan giran e
 
 
Welatiyên Islahiyê diyar dikin ku tu tiştek ne wek berê ye û hîna birînên wan nehatine kewandin. Jiyana welatiyan rastiya ku jiyana wan tune bûye nîşan dide. Ji ber li taxê veguhestin û lambe tune ne her kes diçin malên xwe û bi tariyê re bajar vediguhere bajarê xeyalet.
 
Hevseroka Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)ya Dîlokê Hatîce Kubra Korkmaz , Sekretera Jinan a Sendîka Kedkarên Perwerdê (Egîtîm Sen) a Dîlokê Gulfîdan Ozpolat û hevseroka Sendîka Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Serpîl Dagdemîr der barê Dîlokê de axivîn.
 
Di dema erdhejê de sûc veşarî man
 
 
Hevseroka OHD’a Dîlokê Hatîce Kubra Korkmaz diyar kir ku karasetê xwezayî newekheviya zayenda civakî zêde dike û got: “Piştî 6’ê Sibatê jinan ev bi kurahî jiyan. Mekanîzmayên darazê nehatin meşandin. Baroyan li vir xebat nemeşand. Edliye girtî bûn. Kesî nikaribû serî li edliyayan bide. Jinên tundî lê hatin kirin cihekî xwe bigihînê nemabû. Tundiya zayendî û destdirêjî zêde bû lê hejmara serlêdanan ketibû. Sedema vê jî dewletê derfet neda welatiyan û ji ber vê sûc veşarî man. Di alî hiqûqî de yekane gava hat avêtin mutehîtên ku xaniyên wan hilweşiyabûn hatin girtin. Lê ev ne edaletek rast bû. Çimkî vêya têr nekir. Jinên hefteyek berê doza destberdanê kiribû û nefeqe xwestibû, ji ber edliye hatin girtin jin mexdûr bûn. Xaniyên wan xesarek giran dîtibûn. Rûniştina jinên di meha çileyê de hat dîtin û nefeqe nehat girêdan. Yanî salek şûnde edalet hat. Êşên mirovan hîna teze ne û hewcedariyên wan pir in.” 
 
‘Dema dibistan vebûn her tişt kêm bû’
 
 
Sekretera jinan a Egîtîm Sen a Dîlokê Gulfidan  Ozpolat jî destnîşan kir ku li Dîlokê piştî erdhejê demek dirêj dibistan girtîbûne û wiha vegot: “Ji ber navendê zêde xesar nedît 3 meh şûnde dibistan vebûn. Lê cihên ku mamoste lê bimînin nehatibûn avakirin. Piştî demek dirêj li Islahiye û Nurdagi ku zirarek mezin dît, dibistan vebûn. Lê mixabin tu amadekarî nehatibûn kirin û tenê dibistan hatibûn vekirin. Mala gelek mamosteyan jî hilweşiya bû. Hinek mamoste wê pêvajoyê di wesayîtan de diman. Hinek diçin navendê û car dihatin Islahiyê yan jî Nurdagi. Piştre konteynir dan mamosteyan. Di qada perwerdeyê de windahiyên cidî hatin jiyîn. Li her du navçeyan gelek dibistan hilweşiyan. Psîkolojiya zarokan bi pirsgirêk bû. Berpirsyariya perwerdehiyek baş diket ser milê Wezareta Perwerdeyê lê mixabin berpisyarî neanîn cih.”
 
‘Herî zêde pirsgirêkên psîkolojîk tên jiyîn’
 
 
Hevseroka SES’ê ya Dîlokê Serpîl Dadgemîr jî bi lêv kir ku ji roja ewil a erdhejê de li qadan bûne, wek KESK xebatên alîkariyê meşandine. Serpîlê wiha anî ziman: “Ji bilî alîkariyên dildaran kirin, alîkarî neçû herêmê. Ev jî bû sedema gelek kêmasiyan. Di rojên ewil de ne tenduristî, xwe negîhandin kesên bin kavilan. Hemû nexweşxaneyên herêmê bibûn kavil. Nedihatin bikaranîn. Tiştên pir lezgîn divê li nexweşxaneyên seyar bihata kirin lê di vê mijarê de çareseriyek çênebû. Sewq dihatin kirin. Rê dirêj bûn. Ji ber vê fêdeya wê tunebû. Li welat pergala tenduristiyê her tim bi pirsgirêk e. 10 roj şûnde pergala nexweşxaneya prefabrîk ava kirin. Lê ev wê çiqas bibûna bersiv. Li herêmê pirsgirêka tenduristiyê ya herî zêde tê jiyîn pirsgirêkên psîkolojîk in. Ji ber birîn nehatin kewandin. Ji ber tiştên hatin jiyîn, em li gel wan nîn bûn. Yek ji hewcedariyên sereke tenduristî ye. Rêgeza sendîka me jî, tenduristiyeke ku mirov dikarin xwe bigihînê, ya bê pere û bi zimanê dayikê ye.”
 
Sibehê: Li Semsûrê salek erdhejê