6’ê Sibatê saleke derbas nebûye: Semsûr

  • 09:04 5 Sibat 2024
  • Dosya
Oznur Deger
 
SEMSÛR – Di erdheja 6’ê Sibatê de ku piştî sê rojan şûnde dewlet çû Semsurê, piştî salekê hîna şopa erdhejê tezeye. Li her kolan û taxê avahiyên hilweşiyayî û yên li bendê hilweşînê ne hene. Semsûr piştî salekê dibêje ‘em bêxwedî hatin hiştin.’
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de çavê hemû cîhanê li Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Navenda wê Bazarcix a Mereşê, di 6’ê Sibatê de erdheja bi pîleya 7.8  û 7.5 pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Erdhejê ligel bandorek mezin kir û li gorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di rojên borî de namzetê şaredariya Stenbolê Murat Kurum di bernameyek televîzyonê de got di erdhejê de 130 hezar kes mirine. Wezîrê karê Hundir Alî Yerlîkaya jî ku bi wesîleya sala ewil a erdhejê daxuyanî da zanîn ku 53 hezar û 537 kesî jiyana xwe ji dest daye û 107 hezar û 2013 kes birîndar bûne. Wezîr got 14 mîlyon kes ji erdhejê bandor bûne, 2 mîlyon 302 avahî û 6 mîyon û 227 beşên serbixwe zirar dîtine.
 
Yek ji bajarê ku herî zêde bandor bû Semsur bû. Dewlet roja 4’an çibû bajar û welatî terkî qedera wan hatibûn kirin. Di dosya 5’an de me berê xwe da Semsurê.
 
Herî kêm 8 hezar û 387 kesî jiyana xwe ji dest da
 
Li gorî daneyên fermî li Semsurê 8 hezar û 387 kesî jiyana xwe ji dest daye,17 hezar û 499 kes birîndar bûye. li gorî daneyên fermî 5 hezar û 826 avahî hilweşiyane, 8 hezar jî xesara giran dîtine.  Gund, bajarok û navçeyên Sergolan, Tut, Bêhiştî, Çîlikan zirarek mezin dîtin. Hem gotinên welatiyên Semsurê hem jî tabloya tê dîtin nîşan dide ku daneyên fermî rastiyê nîşan nadin.
 
38 bajarên konteynir hatin avakirin
 
Li Semsurê li 38 nokteyên cuda 16 hezar konteynir hatin avakirin û 56 hezar erdhejzede li van konteyniran hatin bicihkirin.
 
‘Semsûr bê xwedî ma’
 
Tevî salek derbas bûye li bajar hîna xebatên hilweşîn û rakirina kavilan didome. Li aliyê din jî avahiyên nû tên çêkirin. Welatiyên ku hewl didin vegerin jiyana normal, diyar dikin ku her tim erdhej pêk tên û ji ber vê bi fikarin. Li aliyekî têkoşîna ku debara xwe bikin didin la liyê din jî li konteyniran jiyanek cuda heye. Gotinên welatiyan ya hepvar ‘Semsûr bê xwedî ma’ bû.
 
Cihê ku dewlet nehatê sivîl hatin
 
Semsûra ku ji aliye dewletê ve hat jibîrkirin, welatiyên dildar yên ji Kurdistanê hatin û alîkarî şandin, piştgirî dan gelê Semsûrê.  Yên ewil çûn hewara Semsuriyan sendîka û rêxistinê civaka sivîl û dildar bûn. Em niha mîkfronên xwe dirêjî dildar, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan dikin. 
 
Ji sîwaneyê dilop tên lê AFAD çênake!
 
Erdhejzede Zeynep Comert (63) li konteynira Navenda Starbûna K-11 a 3’emîn Riya Nû ya Derdorê ya Meletiyê bi tena serê xwe dijî,da zanîn ku di erdhejê de ji malbata wê 3 kesî jiyana xwe ji dest daye û got: “ Dewlet tunebû. Çawa em ji kavilan derketin em bi rojan lid erve man. Em bi alîkariyan li ser piyan man. Roja sêyemîn kon anîn. Em çend malbat di konekî de man. Piştî mehan şûnde konteynir derket. Em perîşan bûn. Sê rojan kes tunebû. Semsûr mir. Em bin berf û baranê de man. Niha kêfa wan bixwaze alîkariyekê tînin nexwaze naynin. Em neçarin di van konteyniran de bijîn. Hewcedariya me hebe em serî li AFAD’ê didin. Lê dibêjin neyên cem me.Konteynira me dilop dike. Me bi dehan carî serlêdan kir. lê nayên çênakin.”
 
Xizmeta tenduristiyê qels e
 
Hevseroka Sendîka Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Semsurê Emîne Esen Ulubey  tiştên ku piştî erdhejê hatin jiyîn vegot. Emîneyê da zanîn k udi 6’ê sibatê de êşek mezin hatiye jiyîn û wiha domand: “Piştî demekê ji kedkarên tenduristiyê yên erdhejzede xwestin vegerin peywirê. Dewletê li şûna j cihên cuda xebatkaran bînin, gotin bila xebatkarên erdhejzede vegerin. Bi awayekî têr xebatkarên tenduristiyê neşandin vir. Avahî hilweşiyan. Liv ir Nexweşxana LêkoLîn û Perwerdê ya 400 nivînî  hebû. Ev di rewşa heyî de têr nedikir. Lê nexweşxana SGK û ya Delwetê ya Semsurê hebû. Nexweş berê li van nexweşxaneyan belav dibûn. Lê piştî erdhejê  gelek kesî tayîn xwest û beşek çûn derveyê welat.  Midûriyeta Tenduristiya Nexweşiya Jin û Zarokan hilweşiya. Ev jî li nexweşxana 400 nivînî hat zêdekirin.”
 
‘Nexweşî zêde bûn’
 
Emîneyê wiha vegot: “Di beşa lezgîn de her kes ket dorê. Vê bandorek mezin li civakê kir. Navendên asta yekemîn niha wek nexweşxane dibin. Li navendên asta yekem doktor bi xizmeta polîkîlînîkê rojê li 100’î zêdetir nexweşî dinêrin.  Bi erdhejê re gelek nexweşiya rû da. Înfluenza li herêma erdhejê bi asbeste re zêde hat dîtin. Hejmara doktoran kêm e. Mirov nikarin randevuyanb igirin. Nexweşî zêdene. Bi taybetî jin û zarok pirsgirêkan dijîn.”
 
‘Hêza hunerê ya baş dike heye’
 
Dildara Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA) Berîtan Tanişma jî  ku hîna li qadê aktîf dixebite, tora piştevaniyê ya hatiye avakarin dinirxîne. Berîtanê da zanîn ku sê rojên ewil yên erdhejê ji televîzyonê temaşekirine û piştî ku dîtine dewlet dereng çûye herêmê biryar dane ku biçin Semsûrê. Berîtanê wiha anî ziman: “Em 5-6 rojan di depoyê de man. Me tirên alîkariyê digîhand gel. Piştî demekê Tora Krîza Zarokan a Amedê hat avakirin. Liv ir piştgiriya psîkolojîk dan zarokan. Piştî vê komeleyan ji bo berdewama vê proje nivîsin. Ev jî projeya Komeleya Hêviyên Rengarenk û ÇoçukÇA bû.  Me ewil xwe gîhand 800 zarokî. Me atolyeyên lîstik û hunerê av akirin. Me pirtûkxane ava kirin. Me piştgiriya ekolojîk da zarokan.Hevalên me bi zarokan re qada çandinyê avakirin.Hêza hunerê ya baş dike heye û ev ji bo zarokan gelek baş bû.”
 
Civaknas Zîlan Baran ku li qadê xebitî jî destnîşan kir ku piştî erdhejê pirsgirêka ewil starbûn û germbûn bû û wiha vegot: “Piştî hewcedariyê esas yên jiyanê hat peydakirin pevçûna esas detpê kir. Pisporên li dijî xerabûna strese têbikoşin tunebûn. Hejmar pir qesl bû. Dema nû hatim hilweşîn pir zêde bûn. Bajar bêdeng bû. Qadên kon lêbûn bi deng bûn.  Niha hilweşînan destpêkiriye. Her der diguhere. Gelek xaniyên vala tên hilweşandin. Di vê pêvajoye de newekhevî û hiyerarşi derket holê. Ev demek der barê penaberan de xebatan dimeşînim. Rewşa wan hîn bêtir girane. Hele ku dema jin bin ev newekhevî hîn girantir dibe. Hele ku zarok be rewş hîn bêtir girane. Pirsgirêkên van mirovan du kat zêde dibin. Xwe di bin tehdîdan de dibînin. Di alî xwe gîhandina xizmetan de prisgirêkan dijîn. Hîna li her derê pirsgirêkên lavabo, hîjyenê hene. Hîna li kon serê xwe dişopn. Hîna nikarin hewcedariyên sereke peyda bikin.  Yên dixwazin piştgiriyê bidin jî bi astengiyên burokratîk re tên rû hev. Niha rewşa yên herêmî ji dom û penaberan baştire.”
 
Sibê: Li Amedê salek erdhejê