6'ê Sibatê ev salek e derbas nabe: Amed

  • 09:03 6 Sibat 2024
  • Dosya
 
Rozerin Gultekin-Pelşin Çetinkaya
 
AMED - Endamên sendîkayê tiştên di salekê de li dû erdhejê derketin holê nirxandin. Endaman diyar kirin sozên hatine dayin bi cih nehatine û hîn bandora travmaya li ser gel dewam dike. 
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Bazarcix a Mereşê bû di 6’ê Sibat de erdhejên bi pîleya 7.8  û 7,5 pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Erdhejê ligel bandorek mezin kir û li gorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesî jiyana xwe ji dest da. Yek ji cihê bandora erdhejê lê hat xuyakirin Amed bû. Li gor daneyên fermî li Amedê 414 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin 22 avahî hatine hilweşandin û 66 avahî divê bi awayekî lezgîn bên xirakirin her wiha 3 hezar û 252 avahî jî xisareke giran dîtibûn. 2 hezar û 828 avahî jî xisareke orte gihaştibûnê. 32 hezar û 652 avahî jî bi awayekî kêm xisar dîtibûn. Ji bo gel 619 konteynir li Peyasa Amedê hatin avakirin lê belê vê yekê tê nekir û avakirina avahiyên erdhejê yê hejmara wan 6 hezar û 40'in ev salak e dewam dike. 
 
Li Amedê jî gel terkî qedera xwe hat kirin û hat îhmalkirin. Lê belê piştevaniya gel a li Amedê derket pêş. Kafeyan, rêxistinên civaka sîvîl, welatiyên malên wan xisar nedîtibûn cihê xwe ji kesên li kolanan mabûn vekirin. Her wiha welatiyên li Amedê ji bo birînên li bajarên din ên erdhejê bipêçin alîkarî kirin. 
 
Me têkildarî erdhejê mîkrofona xwe dirêjî sendîkayan kirin.
 
'Piştî erdhejê me platform ava kir'
 
Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Amedê Kiymet Yildiz, wan di bin banê Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê de xebat dane meşandin û got:"Piştî tespîta avahiyên hatine hilweşandin hat kirin şûnde lêgerinên xelaskirinê hatin destpêkirin. Di rojên ewil ên erdhejê de tevî butçeya AFAD'ê baş jî bû lê belê wesayitên AFAD'ê bi rêk û pêk tune bû. Bi saziyên em hatin gel hevdu me xebateke hevpar da meşandin. Bi Muduriyeta Bajêr û Derdorê û TMMOB'ê plansaziya ji bo avakirina bajarê konteynirê û tespîtkirina avahiyên xesar dîtine hat destpêkirin. "
 
'Tenê ji bo roj bê xelaskirin çareserî hatin avakirin'
 
Kiymetê bi lêv kir ku kesên berpirs çareseriyên mayinde pêş nedixistin û wiha pê de çû:"Tenê ji bo roj bê xelaskirin çareserî hatin avakirin. Li Amedê di demsala zivistanê de li ber Dîcleyê konbajar hat avakirin. Niha li Amedê 5 hezar û 429 avahî bi awayekî giran xisar dîtine û ev jî li dora 20 hezar mal dike. Ji bo hilweşandina avahiyên xisara mezin dîtine jî 4-5 meh in xebatê nû dest pê kir. Hilweşandin jî bi awayekî baş nehat kirin."
 
'Piştî erdhejê xebatên bi plan nehatin kirin'
 
Kiymetê da zanîn cihên avahî lê hatin hilweşandin bêtir cihên kesên xizan bûn û wiha got:"Li van derana pêdiviya kesan nehat cih. Ev salek derbas bûye lê belê hîn jî kêmasî hene. Piştî erdhejê xebatên bi plan nehatin kirin."
 
'Serdanên me yên ji bo bajarên konteyniran jî hatin astengkirin'
 
Hevseroka SES'ê ya Amedê Yildiz Ok jî da zanîn piştî erdhejê di warê tendirustiyê de jî gelek kêmasî derketine û wiha got:"Di wê demê de pirsgirêkên mezin û zêde hebûn. Li ber çemê Dîcleyê konbajarên ecêb çêkirin. Me gelek caran got ew konbajar ne musait in. Me wezaret jî hişyar kir. Piştre li wir karesatek qewimî û piştre mecbûr man konbajaran vala bikin. Piştre bajarên konteyniyaran hatin avakirin. Serdanên me yên ji bo bajarên konteyniran jî hatin astengkirin."
 
'Gelek nexweşî li bajarên konteyniran derket'
 
Yildizê bi lêv kir ku li bajarên konteyniran gelek nexweşî derketine û wiha got:"Li vir paqijî kêm bû xwegihandina dermanan pirsgirêk bû. Bi taybet jinan nikaribûn xwe bigihandana alavên paqijiyê. Tu tiştekî ku soza wan hatibûn dayin bi cih neanîn. Bajarên konteyniran ne cihên musait bûn. Ji ber sermayê jî ne musait bûn. Me xwest em li wir ximzetê bidin û reviran vekirin. Me derbarê vê de nivîs şandin lê belê nehat qebûlkirin."
 
'Mirov hîn di bin bandora travmayê de ne'
 
Yildizê da zanîn alîkariya di warê pêdiviyên bedenî de têr nekirinê û pêdiviya mirovan a ji bo derûniyê jî hebû û wiha got:"Me xwest li wir em ekîba xwe ava bikin. Lê ev yek nehat qebûlkirin. Ev salek derbas bû lê belê hîn di bin bandora travmayê de ne. Divê ev mirov demildest piştigiriya derûnî bigirin. "
 
'Mafê perwerdeyê yê cemawerî ket nava talûkeyê'
 
Hevseroka Egitim Sena Amedê ya Şaxa Duyemîn Duygu Ozbay jî da zanîn erdhejê bandora xwe li ser herkesî kiriye û got:"Perwerde jî di bin bandora erdhejê de ma. Zarokan travma derbas kirin, nikaribûn biçûna dibistanê, zarok mecbûr man koç bikin. Zarokên windayî jî mijara gotinê ne. Mekanîzmaya zarokan biparêze kêm bû. Loma zarok hatin mexdûrkirin. Di erdhejê de di destpêkê de dibistan hatin girtin. Mafê perwerdeyê yê cemawerî ket nava talûkeyê."
 
Duyguyê da xuyakirin ku divê dibistan ji nû de bên avakirin û wiha got:"Divê dibistan li gor erdhejê çêbibên. Divê li gor rêgezên erdhejê bên avakirin. Lê belê ev bi cih nayê."
 
QEDIYA.