Berxwedana parzemînan (2)

  • 09:04 27 Sibat 2024
  • Dosya
 
Li Meksîkayê rêwitiya azadiyê
 
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Jinên Meksîkayî bi îlhama Petra Herrera, Maria de la Luz Espinosa Barrera, Margarita, Comandante Ramona û Ana Maria yên ku li dijî dîroka serdest serî hildan, îro qêrîna xwe ya azadiyê didomînin.
 
Berxwedan û têkoşîna jinan a ku qet di dîroka serdestan de nehatî nivîsin, carek din ji hêla jinan ve tê nivîsin. Berxwedan û destkeftiyên jinan çend li parzemînên cuda jî pêk hatibe jî armanc her tim yek bû. Tevger û rêxistinên jinan, siyasetmedar, nivîskar, hunermend, karker, kedkar û xwendekar bi mîrateya jinên berxwedêr ên dîrokê pêşeroja xwe dinivsînin.
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, di dosyaya parzemînan de, em ê li ser Meksîkayê rawestin û berxwedana ku bi bedelên mezin derketî holê bînin ziman.
 
Dîroka dagirkirinê
 
Pêvajoyeke sê hezar salî ya Meksîkayê heye. Herêm di sedsala 16'an de hêla Spanyayê ve tê dagirkirin. Sê sedsal di destê Împaratoriya Spanî de dimîne. Di sala 1810'an de Meksîka serxwebûna xwe îlan dike lê di sala 1846'an de di navbera Meksîka û Amerîkayê de şerek derdikeve û 2 salan berdewam dike. Meksîka neçar dimîne ku nîva axa xwe ji Amerîkayê re bihêle. Di sedsala 19'an de jî Meksîka vê carê ji hêla Fransayê ve tê dagirkirin û dû re Împaratoriya Meksîkayê tê avakirin. Heta sala 1867'an ev împaratorî berdewam dike. Ji ber kaosa siyasî di sala 1884'an de dema serdestiya Porfirio Díaz dest pê dike. Di her dagirkirina Meksîkayê de dewlemendiyên ser erd û bin erdê yên Meksîkayê hatin talankirin û xespkirin. Li gorî hewcedariyên serdest û mêtinkarên nû her tim hatin dizaynkirin û xebitandin.
 
Şoreşa di navbera 1876 û 1910 de pêk hatî dawiya Porfirio Díaz anî. Pêvajoya şoreşê bandor li qadên siyasî, civakî û aborî ya Meksîkayê kir. Şoreşa ku di encama hin hêviyên dîroka xwe de derket holê, bû sedema pêkhatina Meksîkaya îro.
 
Bandora şoreşê ya li ser jinan
 
Helbet ev şoreş bandorê li jinan jî kir. Ji ber ku li Meksîkayê beriya şoreşê, di warê siyasî û civakî de jin ne xwedî bi rol û misyon bû. Piştî şoreşê jin êdî li dijî rewşa heyî serî rakirin. Di sedsala 19’an de li Ewropa û Amerîkayê tevgerên femînist derketin holê lê li Meksîkayê pir qels deng da. Di destpêka sala 1900’î de rojnameyeke femînist a bi navê La Mujer Mexicana dest bi weşanê kir. Jin êdî li dora vê rojnameyê dest bi birêxistinbûnê kir. Lê belê çîna navîn bêtir vê tevgerê dişopandin, lê ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan her di nav hewldanan de bûn.
 
Têkoşîna jinan
 
Di navbera salên 1910-1940’an de rêxistinûna jinan bêtir derket holê. Jin bûn nivîskar, siyasetmedar û leşker. Bi şorêşê re jinan ji bo mafê xwe ya wekhevî, siyaset û dengdayînê têkoşîneke mezin da. Jinan li gor şert û mercên demê, di hêla siyasî û aborî de xwe birêxistin kir. Ev rêxistinbûn ji bo pêşeroja jinan bingehek ava kir. Li dijî serdestiya rejîmên otorîter êdî serî rakirin.
 
Komele û Kongreya yekem
 
Komeleya yekem a femînistan di sala 1912’yan de hat avakirin. Di pêvajoya şoreşê de femînistan di 13 û 16 Çileya sala 1916’an de li Yucatanê bi tevlîbûna 610 delegeyan 1’emîn Kongreya Femînîst pêk anî û ev yek di dîroka Meksîkayê de yekem bû. Jinên ku di şoreşê de cih girtibûn gelek mijarên ku jinan eleqeder dikir di kongreyê de girtin dest û şîrove kirin.  Vekirina komeleyê û li darxistina kongreya yekem, ji bo jinên Meksîkayê gavek girîng bû û bandorê li dîroka têkoşîna jinan kir.
 
FLN, EZLN û têkoşîn…
 
Hêzên Rizgariya Neteweyî (FLN), ku wekî pêşengê Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (EZLN) ango Zapatista tê zanîn, di dawiya salên 1960’an de hate damezrandin. Wek rêxistineke gerîla hatibû avakirin. Ev rêxistina ku dijminê herî mezin emperyalîzmê dibîne, armanc dikir ku sosyalîzmê li seranserê Meksîkayê belav bike û rêveberiyeke sosyalîst ava bike. Endamên FLN, ku di salên 1970’an de hema hema bi tevahî hate hilweşandin, di destpêka salên 1980’an de koçî Chiapasê kirin. Li vir bi cih bûn û dîsa dest bi rêxistinbûnê kirin. Ev pêvajoya rêxistinî ye EZLN ava kir. EZLN ji damezrandina xwe ya sala 1983’yan heta serhildana 1994’an rêxistineke veşartî bû. Beşek ji yên ku tevlî EZLN bûn derketin çiyê û bûn berxwedêrên Zapatîsta. Yên mayî jî xebatên sivîl da meşandin. Ji serhildana çekdarî ya kurt a 1994’an vir ve, ew rêxistineke gerîla ya ku bi çalakiyên xwe derketiye holê hat nasîn.
 
Têkoşîna jinên Zapatîstayê
 
Têkoşîna jinan a di nav EZLN’ê de jî bandorê li têkoşîna jinan kir.  Tevlîbûna jinên xwecihê yên Chiapasî ya Zapatîstayê bi serê xwe girîng bû. Ji ber ku di nav vê tevgerê de bêtir jin hebûn. Jinan, li dijî newekhevî û bêdaletiyê  têkoşîneke bêhempa dan. Jinên Zapatîstayî ji aliyek li hemberî pergala serdest a mêr û ji aliyek jî li dijî serdestiya kevneşopiya civakê li ber xwe dan. Tevgera Zapatîsta ya ku li dijî kedxwariyê têkoşîn dida derbarê mafê jinan de jî pêş ket û bandorê li tevgerên femînistan jî kir. Serfermandar Ana Marîa, di heman demê de ji jinan re jî pêşengtî kir, di 1‘ê Çileya sala 1994’an de berê xwe da 6 navçeyên San Cristóbal de las Casas'a û  Chiapasê û bû dengê jinên Meksîkayê. Ev yek di pêşketina têkoşîna jinan de gavek girîng bû. Jinên Zapatista di kanûna sala 2007'an de jî li gundê Garrucha ya Chiapasê civînek li dar xist. 300 jinên Zapatîsta di nav de 3 hezar jin tevlî civînê bûn. Di civînê de herêma Encuentro bû herêma jinan. Ev civîna ku bi tevlîbûneke zêde hatî li dar xistin bêtir hêzê da rêxistinûna jinê.
 
Xwedî li mîrateyan derdikevin
 
Di dîroka şoreşa Meksîkayê de berxwedana şervanên jin û femînistan rê li ber têkoşîna jinan a hevpar vekir. Her du jî ji bo pêşeroja jinên Meksîkayê ketin nav liv û tevgerê. Şervan li qadan, femînist jî bi pênûsa xwe li dijî pergala serdestiyê şer kir.  Jinên Meksîkayî îro li qadan xwedî li mîrateya berxwedêran derdikevin. Bi taybetî di salên dawiyê de hewldan, çalakî û helwestên ku ji hêla jinan ve tên nîşandan  bandorê li pêvajoyê dike.
 
Jiyan hat rawestandin
 
Li Meksîkayê tevgerên jinan gelek bi hêz in, li gelek bajaran li dijî becezahiştina kujerên jinan, ji bo qanûnîkirina mafê kurtajê û li dijî şîdeta li hemberî xwedekarên li zanîngehan, berxwedaneke mezin dan bi mehan grev li darxistin û çalakiyên dagirkirinê pêk anîn. Ev yek di rojeva cîhanê de jî cih girt. Bi taybetî jî di sala 2019’an de têkoşîna jinan li dijî qetilkirina jinan derket asta herî jor û jin bi girseyî daketin qadan. Jinên Meksîkayî 14’ê Sibatê wek roja protestoyî îlan kirin û di 8’ê Adara sala 2020’an de jî greva giştî ya jinan li dar xistin. 100 hezar jin li Mexico Cityê kom bûn û jiyan rawestandin.
 
Polîtîkayên ku dibin sedema kuştinê
 
Her wiha di salên dawiyê de pêşketina bazirganiya hişbirê bandorê li civakê kir bi hezaran mirov hatin qetilkirin û winda bûn. Di vê bazirganiyê de bi taybetî zarokên keç û jinên ciwan hatin windakirin û bûn qurbana bazirganiya hişbirê. Li gorî rêxistinên feminist, hikûmet kuştina jinan di bin hezarî de nîşan dide ku bûdçeyek taybet ji bo jinan veneqetîne. Her wiha her roj li Meksîkayê 12 jin tên qetilkirin û ji sedî 70 zarokên keç bi şîdetê re rûbirû dimînin. Li dijî vê yeke jinan di 25’ê Mijdara sala 2023’yan de bi girseyî daketin qadan. Polîtîkayên ku dibin sedema kuştina jinan protesto kirin.
 
Berdewamkirina rêwitiyê…
 
Ligel her cure şîdet, qetilkirin û astengiyan jinên Meksîkayî îlhamê ji şoreşgerên wekî Petra Herrera, Maria de la Luz Espinosa Barrera û Margarita, şervanên xwecihî Comandante Ramona û Ana Maria û sazkarên kongreya yekem a jinan û hwd digirin û rêwitiya xwe ya azadiyê berdewam dikin.
 
Sazkara Koma Leşkerî ya jinan: Petra Herrera…
 
Yek ji wan jinan a ku di dîroka têkoşîna jinan de cih girtiye lê di dîroka giştî de qet cih negirtiye Petra Herrera ye. Petra pêşengtiya jinan kir, li hemberî mêr û faşîzmê li Meksîkayê yekem car Koma Leşkerî ya Jinan ava kir.
 
Dîroka zayîna wê nayê zanîn lê bi texmînî serê sala 1800’an de hatiye dinê. Di nava malbateke xizan de tê dinê. Hêj di temenê biçûk de şoreşê nas dike. Ji fermandar Francisco Villa bi bandor dibe. Piştî ku şoreşê nas dike bi aktif, wekî jinen din li dijî hêzên dewletê tevlî şoreşê dibe û di nav Soldaderasê ango şervanên jin de cih digire. Lê di şoreşê de hebûna jinan nedihat nasîn û têkoşîna jinan nedihat qebûlkirin. Ev yek rê li ber daxwaza têkoşîna jinan digirt.
 
Bandora baviksalariyê û şoreş…
 
Jinên ku ji şoreşê bi bandorbûn hem li dijî dîktatoriyê û hem jî li dijî rêhevalên xwe li ber xwe didan. Pêşengtiya jinan di şoreşê de yekcar dihat redkirin. Bandora baviksalarî rol û misyona jinan a di nava civakê de diyar kiribû û ji bilî vê tiştek din tunebû. Jinên ku di Soldaderasê de cih digirt xwarin çêdikir, paqijî dikir û çekên leşkeran dibir û dianîn.
 
Cilê mêran li xwe kir
 
Petra xwest vê pirsgirêkê çareser bike û cilên mêran li xwe kir û xwest tevlî yekineyên şer bibe. Navê xwe jî kir Pedro Herrera. Petra, demek bi wê nasnameyê şer kir. Petra wek Pedra di operasyonên leşkerî de serkeftinên mezin bi dest xist. Bi taybetî jî di 30’ê Gulana sala 1914’an de Şerê 2’yem a Torreónê de behsa wêrektiya wê hat kirin. Bi pira ku hilweşandî bajarê xwe rizgar kir.
 
Ji arteşê hat dûrxistin
 
Lê êdî sebra Petrayê nema û nasnameya xwe aşkera kir. Lê belê nêzikatiyeke li bendê bû dît. Li şûna ku terfî bike ji arteşê hat dûrxistin. Li hemberî vê yeke Petra hêzek din a jinan ava kir. Ev hêz ji 25 kesan pêk hat û dû re gihaşt bi hezaran jinê. Ev hêz di şoreşê de roleke mezin list. Ev helwesta Petrayê hemû rêgezên mêran serûbûnî kir.
 
Êdî pê ve bi Pancho Vîlla yê têkoşîn neda. Di salên 1917-1920’an ji arteşê re rêvebertî kir. Piştî têkoşîna bi salan di berxwedana jinan de cihek girîng girt. Ji bo rêxistina xwe li Jimenezê dest bi sixûrtiyê kir. Dema li vir dixebitî komek mêr êriş bir ser û birîndar dibe. Di bedena wê de birinin kûr vedibin û nayê dermankirin. Petra ji ber van birînan jiyana xwe ji des dide. Dîroka mirina wê jî nayê zanîn.
 
Petra, li Meksîka û cîhanê bû efsane û mîrateyek mezin li pêy xwe hişt, wekî bi sedan jinên din ên berxwedêr...