Berxwedana parzemînan (4)

  • 09:03 29 Sibat 2024
  • Dosya
 
Têkoşîna wekheviyê têkoşîna jinan derxist holê
 
Habîbe Eren 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Fransa yek ji wan welatan e ku têkoşîna jinan li Ewropayê bilind dibe û geş dibe. Di sedsala 19’an de bi belavbûna têkoşîna femînîst re, jinan destkeftiyên xwe ji hemû cîhanê re hiştin. 
 
Li gel ku koka têkoşîna jinan a li Ewropayê bi sedsalan e, destkeftiyên piştî serkeftinên ku jinan bi hev re li hev kirine, li Ewropayê û li Tirkiyeyê jî di bin xeteriyê de ne. Li Fransa ku yek ji welatên ku behsa têkoşîn û şoreşên jinan tê kirin, di sedsala 19’an de jin di bin sîwana femînîzmê de hatin birêxistinkirin û di sedsala dawîn de jî têkoşîneke mezin ji aliyê jinan ve tê meşandin.
 
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, di beşa çaremîn a dosyaya parzemînan de, em bal bikişînin ser têkoşîna jinan a li Fransayê. 
 
Jin û şoreşa li Fransayê
 
Pirsgirêka jin û wekheviyê li Fransayê cara yekem bi Şoreşa Franseyê hat behskirin. Benda yekem a Danezana Mafên Mirovan û Hemwelatiyê ya di sala 1789'an de hat gotin ku "Mirov ji dayik dibin, azad dimînin û di mafan de wekhev in." Di danezanê de hat diyar kirin ku "mafê wekheviyê" ji bo hemû mirovan e. Têkoşîna jinan a ji bo "wekhevî" û "mafên dengdanê" dest pê kir. Her wiha Şoreşê di vê serdemê de cara yekem hişt ku jin bi zanebûn ji bo mafên xwe têbikoşin. Jinan jî dixwest ji têgînên wekhevî, biratî û azadiyê yên ku bi şoreşê re li welat belav bû, sûd werbigirin, lê derfeta pêkanîna van daxwazan ji aliyê zilam û dewletê ve nehat dayîn. Civîn û avakirina komeleyan li jinan hat qedexekirin û komeleyên jinan ên çalak hatin girtin.
 
Serhildana Versayê 
 
Di 5 û 6 'ê Cotmeha 1789'an de, li Fransayê jin cara yekem protestoya Versayê pêk anîn. Gel ji dahatên newekhev gazinc bûn. Bi taybetî jî jin ji buhabûna nan pir bi gazincin. Di 5'ê Cotmehê serê sibê de jinan rewşa Şoreşa Fransayê guhert û dest bi meşa xwe ya navdar kirin. Jinên ji Hotela Villeyê bi rê ketin bi tevlîbûna jinên din gihaştin Qesra Versayê û xwestin Louis XVI re hevdîtinê bikin. Bi taybetî jinên ku bazarvaniyê dikirin dixwestin zarokên xwe têr bikin û nan bibînin tevlî meşê bibûn. Bi navê "Meşa Jinan" di dîrokê de cih girt. Bi serîrakirina jinan û piştevaniya şoreşgeran re cepxaneya bajêr hat talankirin Qesra Versayê hat dagirkirin. Malbata kraliyetê ji qesrê hat girtin û anîn Parîsê. Sê sal piştî vê serhildanê komar hat ragihandin.
 
Komuna Parîsê û helwdana jinan
 
Komuna Parîsê di adara sala 1871'an de li dijî hikûmetê avakirina rejîmeke sosyalîst bû. Komun tenê 72 roj berdewam kir. Jinan di avakirin, parastin û di gelek beşan de bi aktîf têkoşîn da. Di komîteyên ewlehî, kulup, kantîn, xwaringeh, ambulansan de her wiha leşkeriyê de wezîfe girtin. Bi taybetî di alîkariya xizanan û mutbaxên seyar de cih girtin. Her wiha di plansaziya reformên perwerdê de rolek mezin girtin. Bi taybetî ji bo perwerdeya zarokên keç komîsyon hatin avakirin. 
 
Têkoşîna ji bo perwerdeya zarokên keç 
 
André Léo, yek ji jinên navdar ên Komuna Parîsê, edîtorê rojnameyên Komuna Parîsê bû. Ji bo mafê perwerdehiya keçan têkoşiya. Femînîstên serdemê li mala wê kom bûn û tora têkoşînê organîze kirin. Elizabeth Dmietrieff li eniyên pêş ên Komuna Parîsê şer kir. Li dijî cudakarî û zayendperestiyê şer kir. Louise Michel ji komînên jin ên herî navdar e. Ew bi tena serê xwe di 17 Kanûn 1871 de hate darizandin. Parêzer red kir û nûnertiya xwe kir. Komun parast, berpirsyariya kiryarên xwe girt ser xwe. Cezayê sirgûnê lê hate birîn.
 
Her wiha jinan di Komuna Parîsê de ji bo mafê wekhev, heqdesteke wekhev, zewaca bi dil, perwerdeya bê pere a zarokên keç û kur bi dest xistin û fihûşê qedexekirin. 
 
Di serê sala 1900'an de bi pêşengiya rojnameger Hubertine Auclert berxwedaneke nû ya jinan derdikeve holê. Di vê çarçoveyê de semîner tên organîzekirin, dayîna dahatê tê redkirin, sindoqên hilbijartinê tên vegerandin û hilbijartin tên sabotekirin. 
 
Bandora salên 60'i û 70'yan...
 
Di sala 1944'an de cara yekem jinên fransî mafê dengdayînê bi dest xistin. Wekî welatên din ên Rojava di sala 1960'an û 1970'an de di hêla civakî û hiqûqê de gelek guhertin pêk hatin. Femînizma Fransî bingeha xwe ji Şoreşa Fransayê digire û di sedsala 20'an de bi taybetî nivîskar Sîmone de Beauvoir bi nivîsên xwe di bîrdoziya razber de gelek bi bandor bû. Her wiha xebatên zanyarî yên jinan ên wekî perwerde, mafê welidînê, malbat, femînizm, şîdeta di nav malbatê de, huner û olî de daneyên girîng derketin holê. 
 
Protestoyên sala 1968'an û jin 
 
Di gulana 1968’an de li Fransayê çalakiyên xwendekaran derketin pêş. Ev çalakî ji bo jinên femînist a ku azadiyê daxwaz dikir bû cesaret û jinan amadekariya çalakiya 1970'an kir. Di çalakiyên sala 1968'an de bilindbûna siyaseta çepgir, hewldanên li dijî şer, mafê civakî û li dijbûna burokrasiyê û  li tevahiya cîhanê belavbibû. Ev yek li Fransayê jî bi bandor bû û bû sedema grevên girseyî. 
 
Salên 1970'an 
 
Christine Delphy, Collete Guillaumin, Monique Wittig, Nicole-Claude Mathieu û Paola Tabet di nav femînîstên materyalîst de ne ku di salên 1970’î de Tevgera Azadiya Jinê li Fransayê organîze kirin û piştre li dora kovara Nouvelles Questions Féministes kom bûn. Teorî li welatên din jî belav bû û li ser Stevi Jackson, Diane Leonard, Lisa Adkins, Danielle Juteau-Lee, Lisa Disch, Sylvia Walby û Anna Jónasdóttir bandor bû.
 
Tevgera Rizgariya Jinan 
 
Di grev û çalakiyên femînistan de Tevgera Rizgariya Jinan (Mouvement de Libération des Femmes) derket holê. Ev tevger li dijî civaka baviksalarî derket. Azadiya Jinên Amerîkî, bûyerên Gulanê a sala 1968'an, Kontrola Welidînê û destpêka mafê kurtajê, mafê wekheviyê bi saya vê tevgerê derketin pêş. Li gorî Qanûna Napolyon jinên zewicandî di bin otorîteya mêr de ye, di sala 1965'an de jinan mafê karkirinê beyî destûra mêr qezenç kir, Di sala 1970'an de otoriteya bav a li ser malbatê ji holê hat rakirin, di sala 1994'an de destdirêjiya di nav zewacê de wek sûc nirxand û qanûnek derxist.