Berxwedana reng bi reng (4)

  • 09:14 4 Adar 2024
  • Dosya
 
 
‘Di 8’ê Adarê de rihê şoreşa jinê tê zindîkirin’ 
 
Gulistan Şahîn 
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da zanîn 8’ê Adarê îro li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî cuda tê pêşwazîkirin û got:” Li dijî êrişan li vir agirê têkoşîn û berxwedanê hîn gur dibe. Di vê rojê de rihê şoreşa jinê tê zindîkirin. Em bang li hemû jinên li herêmê dikin ku tevli 8’ê Adarê bibin. Em li vir hîn zêdetir têkoşîna xwe bikin û bersivê bidin siyasetên ku jinan hedef digirin.” 
 
Bi hatina 8’ê Adarê li Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên ji bo vê roja girîng jî zêde dibin. Di bin siya êrişên dewleta tirk de û ambargoya hukemeta Şamê de jî jinên kurd pêşengiyê dikin û têkoşîna xwe didomînin. Rêxistinbûyina xwe xurt dikin. Di bin banê Kongreya Star û saziyên wekî din ên jinan de li dijî zihniyeta baviksalarî li berxwe didin. Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo bal kişand ser dîrok û girîngiya 8’ê Adarê. Her wiha qala ked û têkoşîna jinan a bûye bingeha xebatên 8’ê Adarê kir. Şîrazê diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn bû sembolek bilindkirina têkoşînê û got: “8’ê Adarê îro li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî cuda tê pêşwazîkirin.”
 
‘Îlankirina 8’ê Adarê xwediyê bingehekê ye’
 
Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo di destpêkê de bal kişand ser dîrok û girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û wiha got: “Em niha di nava kêliyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ne. Îlankirina 8’ê Adarê xwediyê bingehekê ye. Jixwe çavkaniyên vê jî hene. 8’ê Adarê ji bo hemû jinan cihê asta bilindkirina têkoşînê ye. Cihê ku ji têkoşîna hemû jinan re bû sembol. Ji ber 129 jinan li hemberî zihniyeta baviksalar serî netewandin hatin qetilkirin. Ji ber ku bi yek dengî li dijî zihniyeta baviksalarî gotin êdî em van zordariyan û koletiyê qebûl nakin, hatin qetilkirin. Divê wekhevî hebe, divê mafê jinan hebe. Jinan dema dengê xwe bilind kirin hatin qetilkirin. Em dikarin bêjin ew qirkirin li dijî daxwaza wekheviyê û hem jî daxwaza mafên jinan bû. Ev rêbazên li dûrî nirxên mirovahiyê pêk anîn. 
 
‘ Ji destpêka dîroka heta roja me ya îro jî ev ked û têkoşîna jinan heye’
 
Şîrazê bal kişand ser ked û têkoşîna jinan û wiha got:”Kedeke mezin a jinan a ji dîrokê heta niha heye. Mîraseke têkoşîna jinan heye. Her wiha mîraseke jinan a di rola avakirina civakê de heye. Ji destpêka dîroka heta roja me ya îro jî ev ked û têkoşîna jinan heye. Ji bo ev têkoşîn mayinde bibe jî çalakiyên 8’ê Adarê qet nehatin rawestandin. Çalakiyên grevên birçîbûnê hatin lidarxistin. Di vir de jî keda jinan her tim heye. Jixwe bi keda jinan 8’ê Adarê bû rojeke cîhanî.”
 
‘8’ê Adarê bû sembolek bilindkirina têkoşînê’
 
Şîrazê bi lêv kir ku bi Şoreşa Rojava re dengê jinan hîn bilind bûn û wiha pê de çû:”8’ê Adarê ji bo jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn bû sembolek bilindkirina têkoşînê. 8’ê Adarê îro li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî cuda tê pêşwazîkirin. Ji ber em dizanin mîraseke mezin bi fedakarî li Rojavayê Kurdistanê hatiye afirandin. Bi fedakariya jinên pêşeng, jinên her tim li qadan e, jinên dixwazin bersivê bidin siyaseta dagirker, siyasetên jinan hedef digirin 8’ê Adarê tê pêşwazîkirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi belavbûna şoreşê re hemû jinên pêkhateyên vê herêmê dengê jinan hîn bilind kirin. 8’ê Adarê bi rengê berxwedana zindî hat pêşwazîkirin. Jinan gotin êdî em xwedî nasname ne.”
 
‘Bi bilindkirina daxwaza azadiya jinan şoreşa jinan pêk hat’
 
Şîrazê bal kişand ser daxwaza azadiyê ya jinan û wiha got:”Bi daxwaza azadiya jinan a ku metirsiyeke hêzên dagirker e 8’ê Adarê tê pêşwazîkirin. Bi bilindkirina daxwaza azadiya jinan şoreşa jinan pêk hat. Di bin sîwana projeya demokratîk de jinan têkoşîna xwe pêş xistin. Di nava projeya demokratîk de hêza jinan bû hêzeke sereke. Bi pêşengiya jinan û bi destkeftiyên jinan ev bêtir pêş ket. Bandor li jinên Rojhilata Navîn, jinên li herêmê û li jinên cîhanê jî kir.”
 
‘Di 8’ê Adarê de divê em hîn zêde deskeftiyên xwe biparêzin’
 
Şîrazê da zanîn perwerdekirina jinan gelekî girîng e û wiha lê zêde kir:”8’ê Adarê ji bo me tevahî jinan ne rojek e normal e ji bo hemûyan rojeke serhildanê ye. Ji bo me bilindkirina asta têkoşînê ye. Di 8’ê Adarê de divê em hîn zêde deskeftiyên xwe biparêzin. Divê em parêzvanên xeta jina azad bin. Divê em hem parêzvanên ked û têkoşîna jinan bin hem jî parêzvanên keda civakê bin. Bi baweriya em ê nirxên civakê biparêzin, em ê çanda xwe biparêzin û em xwediyê vî welatî ne, bi rihê welatparêziyê divê em xebatên 8’ê Adarê bikin û 8’ê Adarê wiha pêşwazî bikin. Roleke sereke ya jinan di xweserbûyina Rojavayê Kurdistanê û Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de heye. Ji bo rengekî cuda bidin 8’ê Adarê ev hêzek e. Pêşxistina hêza jinan û gihiştina hemû jinên ku em bikaribin wan bi rêxistin bikin, perwerde bikin gelekî girîng e. Ji bo xebatên me hemû jinan ev tiştekî bingehîn e.” 
 
Rola hêza jinê 
 
Şîrazê diyar kir ku jin roleke sereke dilîze û wiha got:”Hêza jinê ya di nava herêmê de û di nava projeya neteweya demokratîk de roleke sereke û girîng e. Jixwe dema projeyeke demokratîk bê avakirin ev hêzdayinek û çavkaniyek e. Ev ji bo gihaştina asta azadiya jinan û mafên jinan girîng e. Ji ber vê jî jina kurd roleke sereke dilîze. Rêber Apo felsefeya rizgariya jinê diyar kir û ev jî bû hêzek. Vê yekê bandoreke mezin li jinên kurd û li hemû jinên li herêmê kir.”
 
‘Jin dîsa di bilindkirina asta têkoşînê de bi israr in’
 
Şîrazê da zanîn jin di bilindkirina asta têkoşînê de bi israr din û wiha got:”Niha êrişeke mezin li herêmê heye. Êrişên dewleta tirk her tim li ser herêmên me hene. Dixwaze bi êrişan îradeya civakê ya hatiye avkirin bişkîne. Her wiha yê ku pêşengiyê dike îradeya jinê ye. Bi taybet jî ji bo hedefgirina îradeya jinê jî ev êriş tên kirin. Dewleta tirk dixwaze bi êrişên xwe civakê ji hev qut bike û rihê berxwedanê li cem wan tune bike. Her wiha jin di warê girêdana bi axa xwe re jî roleke sereke dilîze. Nifşên piştre jî li ser vê welatparêziyê tên perwerdekirin. Ji bo vê jî jin pêşengiyê dikin. Loma jî dewleta tirk dixwaze îrade û destkeftiyên jinan têk bibe. Lê belê jin bersiva van êrişana didin. Jin bi israr û parastina destkeftiyên xwe bersivê didin êrişan. Jin her roj li qadan e û asta berxwedanê bilind dikin. Ev ji bo êrişên dewleta tirk a dagirker bersivdayinek e. Zextên hukumeta Sûriyeyê jî li hemberî îradeya gelan a hatiye avakirin, heye. Ruxmî van tiştan hemûyan jî jin ji xeta azadiyê venagerin. Jin dîsa di bilindkirina asta têkoşînê de bi israr in.”
 
‘Bi rihê têkoşîn û berxwedana li vir em 8’ê Adarê bidin pênasekirin’ 
 
Şîrazê anî ziman ew ê 8’ê Adarê bi hev re pêşwazî bikin û wiha got:”Bi taybet di rojên taybet ên wekî 8’ê Adarê de rihê têkoşîna bi jinan re zêdetir dibe. Ev tişt jî li qadan dan diyarkirin. Me jî xwest em wekî jinên Rojava û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû jinan re çerkez dibin ereb dibin ermen dibin aşûr dibin bi hemû pêkhateyan re di heman eniyê de li berxwe bidin. Jixwe em li qadan bi hev re ne. Em bi yek dengî dengê xwe bilind dikin. Em ê 8’ê Adarê bi hev re pêşwazî bikin. Jixwe me plansaziya xebatên vê rojê jî kirin. Bi rihê têkoşîn û berxwedana li vir em 8’ê Adarê bidin pênasekirin.”
 
Banga tevlibûna 8’ê Adarê
 
Şîrazê banga tevlibûna 8’ê Adarê kir û wiha got:”Perwerde ji bo mêr jî tê dayin. Hîlala Zêrîn wê festîvalê li dar bixe. Rêzeçalakiyên me hene. Wê meşeke girseyî bê lidarxistin. Wê di 8’ê Adarê de jinên kurd bi cil û bergên xwe wê yên ereb, suryan, aşûr bi cil û bergên xwe tevli 8’ê Adarê bibin. Her kes wê bi çanda xwe tevli 8’ê Adarê bibin. Ev roj wê bi coşekê bê pêşwazîkirin. Li dijî êrişan li vir agirê têkoşîn û berxwedanê hîn gur dibe. Di vê rojê de rihê şoreşa jinê tê zindîkirin. Em bang li hemû jinên li herêmê dikin ku tevli 8’ê Adarê bibin. Em li vir hîn zêdetir têkoşîna xwe bikin û bersivê bidin siyasetên ku jinan hedef digirin.”