Ber bi Newroza Azadiyê ve (2)

  • 10:15 12 Adar 2024
  • Dosya
 
Dîroka Newrozê ji Rojhilata Navîn heta Kafkasyayê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Rojhilata Navîn heta Kafkasya û Asyaya Navîn gelek kes Newrozê wekî sembola “biharê” pîroz dikin. Cejna Newrozê ku bi kurdan re bûye xwedî wateyeke siyasî û gerdûnî, ne tenê kevneşopiyek e, di warê çandî û siyasî de jî sembola têkoşîna hebûnê ye.
 
Newroz ew roj e ku ji Rojhilata Navîn heta Kafkasya û Asyayê gelek kes bi rîtuelên curbecur bi coş pêşwaziya biharê dikin. Newroz her çendî di hemû civakan de nûbûn, hêvî, ronîbûn û şiyarbûnê temsîl dike, di heman demê de bûye çanda berxwedanê. Dîroka siyasî ya kurdan di vê de roleke mezin dilîze.
 
Ji Rojhilata Navîn ber bi Asyayê ve...
 
Cejna Newrozê li Îran, Iraq, Tirkiye, Azerbaycan, Ozbekistan, Tirkmenistan, Sûriye, Efxanistan, Belûçistan, Albanya, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Gurcistan, Kazakistan, Kirgizistan, Kosova, Makedonya, Ozbekistan û welatên din ên Asyaya Navîn tê pîrozkirin û dîroka hezar salan e. Helbet Newroz di gelek civakan de ne tenê destpêka salekê ye, di heman demê de weke sembola çanda berxwedan û azadiyê ye.
 
Dawî li zilma Dehaqê anîn 
 
Efsaneya Hesinkar Kawa di bingehê wateya ku Kurd ji Newrozê re vedibêjin de ye. Li gorî rîwayetan Şahê Asûriyan Dehaq ku beriya zayînê di sala 612'yan de (B.Z.) li Nînovayê jiyaye, ji ber ku marên li ser milên wî şîn bûne, her roj mejiyê du ciwanên kurd dixwe û jiyana xwe didomîne. Gelê ku bi salan rastî vê zilmê hat, bi pêşengiya Hesinkar Kawa xwe birêxistin dike û ji çiya dadikevin û dawî li zilma Dehaq tînin. Roja ku desthilatdariya Dehaq qediya 21ê Adarê bû. Di wê rojê de agirên mezin ên ku ji çiyayan û li her derê xuya dibin, pêdikevin. Ji wê rojê û vir ve 21’ê Adarê bûye sembola berxwedana li dijî dagirkeran û bi şêweyên cuda tê pîrozkirin.
 
Li gorî baweriya Zerdeştî Newroz 
 
Di efsaneya din a mîtolojîk de, li gorî baweriya Zerdeşt, Newroz serkeftina Ahûra Mazda ya xwedayê qenciyê, li dijî Ehrîman a xwedaya xerabiyê nîşan dide. Li gor vê efsaneyê lehengê bi navê Bahman di 21'ê Adarê de dest bi pîrozkirina Newrozê kiriye, roja ku xwedaya xerab Ehrîman têk biriye û zivistan bi dawî bûye ye. Newroz vejîna bihar û xwezayê, serkeftina qenciyê û destpêkeke nû temsîl dike. Li gorî vê efsaneyê Newroz di heman demê de têkoşîna qenciyê li hemberî xerabiyê nîşan dide û mirovan hişyar  dike ku qenciyê hilbijêrin.
 
Newroz ji bo kurdan ne tenê kevneşopiyek e
 
Bi taybetî ji bo Kurdan Newroz çalakiyeke parastina nasnameya xwe, daxwaza azadî û edaleta civakî ye û vegotina van li qadên Newerozê ye. Lewma pîrozkirina Newrozê ne tenê kevneşopiyek e, di heman demê de mijara “hebûn” û naskirina çanda xwe ya  siyasî ye. Di heman demê de bi xurtkirina hesta hevgirtin û yekitiya gelan, sembola berxwedan û hêviyê ya li hemberî zehmetiyên berê û niha jî derdixe holê.
 
Newroza ku di berhemên gelek nivîskar û rewşenbîrên weke bav Tahirê Hemedanî, alimê kurd Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan, pêşengê serhildana Agiriyê Îhsan Nurî, Pîremêrd û Cegerxwînde jî cih girtiye, piştî salên 1980 û 1990'î êdî ji bo kurdan di weateyeke polîtîk de ye.  
 
Li Rojhilata Navîn Newroz bi çalakiyên curbecur tê organîzekirin
 
Li Rojhilata Navîn welatên wekî Îran, Azerbaycan, Iraq, Sûriye û Afganîstanê cihên pîrozbahiyên  Newrozê ne. Dema ku pîrozbahî bi gelemperî li kolan, park û qadên ku mirov lê kom dibin pêk tên; Çalakiyên wekî pêxistina agir tên kirin û li gel muzîkê govend tê girtin. Herwiha kesên ku tevli pîrozbahiya Newrozê dibin cil û bergên xwe yên neweweyî jî li xwe dikin û bi wî rengî tevli pîrozbahiyê dibin. Newroz roja jekitî û piştevaniyê ye. 
 
Pîrozbahiyên li Îranê
 
Newroz li Îranê bi taybetî ji ber bandora baweriya Zerdeştî xwedî girîngiyeke mezin e. Gelê Îranê 13 rojan Newrozê wek cejn pîroz dikin. Amadekarî berî bi hefteyan dest pê dike û malbat malên xwe paqij dikin, kincên nû li xwe dikin û xwarinên malê çêdikên. Di vê demê de malbat tên cem hev û sifreya kevneşopî ya Heft Sîn tê danîn. Li ser vê sifreyê wekî sembolîk hefte nesneyên sembolîk ên bi tîpa "Sîn" dest pê dikên hene. Di Newroza Îranê de dîlanên gelêrî, şanoyên muzîkê, şanoya kolanan û çalakiyên din tên lidarxistin. Her wiha kevneşopiyek heye ku di roja duyemîn a Newrozê de li "Sizdah Bedar" li derve seyrangehê dikin û dema xwe derbas bikin.
 
Newroza li Kafkasyayê
 
Li Kafkasyayê Newroz bi gelemperî bi şahiyên bi coş û rengîn tê pêşwazîkirin. Ev cejn bi taybetî li Azerbaycan, Gurcistan, Ermenistan û welatên din ên Kafkasyayê girîng e. Pîrozbahî bi gelemperî li qadên kombûna gelemperî, parkan an meydanan pêk tê. Dans, muzîk, performansa kolanan û xwarinên kevneşopî hêmanên bingehîn ên van şahiyan in. Her wiha kevneşopiyên taybet ên Newrozê jî parçeyek ji van çalakiyên bi coş in. Her çend her welatek kevneşopiya xwe ya pîrozkirina Newrozê heye jî, armanca pîrozkirina hatina biharê û xurtkirina hestên yekîtiyê bi giştî hevpar e.
 
Cejna Newrozê bûye gerdûnî
 
Newroz îro ne tenê li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê, li gelek deverên cîhanê jî bûye cejneke cîhanî. 21’ê Adarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke “Roja Newrozê ya Navneteweyî” hat ragihandin û ev jî nîşaneya gerdûnîbûna Newrozê ye. Newroz her ku sembola hatina biharê, vejîna xwezayê û hêviyê ye, di heman demê de derfeta pîrozkirina pirrengiya çandî û girêdana gelan bi hev re dide. Gerdûnîbûna Newrozê hem dewlemendiya çandî derdixe holê û hem jî dibe alîkar ku di nav civakên cuda de hevgirtin û têgihiştinek hevpar were afirandin.