Ber bi Newroza Azadiyê ve (3)

  • 09:09 13 Adar 2024
  • Dosya
 
Ji qedexeyan ber bi Newroza mîlyonan ve 
 
Şehrîban Aslan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz ku bi kurdan re wateyek nû qezenc kir, di pêvajoya dîrokî de bi berxwedanê hat pêşwazîkirin û îro jî bi berxwedanê tê pêşwazîkirin.
 
Newroz ku ji aliyê gelên cîhanê ve bi awayên cuda tê pêşwazîkirin, bi Gelê Kurd re xwe li nasnameya berxwedanê dipêçe. Newroza ku wek mizgîniya biharê navê xwe li dîrokê nivîsî, bi keda jinan heta îro hatiye. Newroz wek sîmgeya berxwedan û serhildanê di her sala nû de hêviyên nû bi xwe re tîne. Ji salên 80’ê şûnde bi pîrozbahiyên Newrozê peyamên polîtîk û siyasî yên girîng hatin dayîn.
 
Di vê beşa dosyayê dema pîrozvahiyên salên 90’î digirin dest.
 
Agirê ewi li zindana Amedê tê pêxistin
 
Di salên 1970-80’ê de Newroz wateyek cuda digire û yekemîn agirê Newrozê li Zindana Amedê di 21’ê Adara 1982’yan de ji aliyê Mazlum Dogan ve tê pêxistin û ev ji bo kurdan dibe destpêkeke. 
 
Li hember kurdan komkujî
 
Di 1991 û 1992’yan de  Newroz bi rihê berxwedanê tê pîrozkirin. Tevî hemû êrîşan rihê Newrozê Kurdistanê dipêçe. Bi taybet dîmenên Newroza Cizîr û Nisêbînê ji hişan naçe. Li navenda Şirnexê di 1992’yan de şeva Newrozê bomberanê dest pê kir û sê rojan hat domandin. Oteleya ku rojnameger lê diman hat gulebarankirin. Rojnamegerê Sabahê Îzzet Kezer jiyana xwe ji dest da. Zarokên bi navê Hatîce Katar û Mehdî Gungen hatin qetilkirin.
 
Agirbest 
 
Di 1993’yan de bi pêşengiya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) Newroz hat pîrozkirin. Rojek beriya Newrozê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi armanca bidawîbûna pevçbûnan agirbest îlan kir. Pîrozbahî jî li ser vê peyamê hatin kirin.
 
Di Newroza 1995’an de bi pêşengiya HADEP’ê li bajarê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê Newroz hat pîrozkirin.
 
Di 1996’an de dewlet ji rektoriyên zanîngehan re giştînameya ‘Ji Newrozê re amadekariyan bikin’ dişine.  Serokomarê demî Suleyman Demîrel û serokwezîr Mesut Yilmaz tevli pîrozvahiyan didin. Giştînameyekê diweşînin û 17-24’3'ye Adarê Hefteya Newrozê îlan dikin.
 
Li Amedê Newroza 1997’an 
 
Walîtiya Amedê bi rojan berê îlan dike û çalakiyên wan eleqeyê nabînin. Civînên ku HADEP jî têde hatibûn goranîzekirin hatin astengkirin. Batikent  û Rezan a Amedê agirê Newrozê hat pêxistin û bi hezarna kev tevli bûn. Polîsan êrîş kir.
 
Di 1998’an de bi pêşengiya HADEP’ê li Stenbolê agirê Newrozê hat pêxistin. Di serî de li amed û gelek bajaran pîrozvahî hat kirin û li hember van êriş pêk hatin û gele kes hatin binçavkirin.
 
Di 1999’an de Newroz bi berxwedanek mezin hat pîrozkirin û bandorek mezin dike. Di çalakiyên pêk hatin de li gorî ÎHD’ê 8 hezar û 174 kes hatine binçavkirin.
 
Di 2000’î de Abdullah Ocalan carek din agirbestê îlan dike û Newroz di pêvajoya agirbestê de tê pîrozkirin.
 
Di 2002’yan de Newroza bi Heybet
 
Di 2002’yan tevî qedexeyan di serî de li Amed, Êlih, Wan û Colemêrgê li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin. Bi mîlyonan kesî daxwaz kir ku Abdullah Ocalan bê berdan.
 
Di 2005’an de bi şîara ‘Em rê nadin şer’ Newroz hat pîroz kirin û Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan pêş xistibû pêk hat.
 
Di 2006’an de di pîrozvahiyên Newrozê de hat xwestin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îradeya siyasî bê qebûlkirin.
 
Di 2008’an de bi dirûşmeya ‘Êdî bese’ daketin qadên Newrozê. Di Newrozê de di êrişa polîsan de Ramazan Dal û Zekî Erînç li Wanê, Îkbal Yaşar jî li Geverê hatin qetilkirin. 
 
Dîsa qedexe
 
Di 2012’yan de dîqa Neroz hat qedexekirin. Tevî qedexeyan bi mîlyonan daketin qadan. Bi sedehzaran kesên li Amedê çûn pîrozbahiyan barikat rakirin û gihiştin Parka Newrozê. Li Stenbolê jî bi dehezaran çûn Qada Kazliçeşme. Di encama êrişan de Haci Zengîn hat qetilkirin.
 
Newroza 2013’yan bû mîlad
 
Di 2013’yan de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP’ê bi dirûşmeya ‘ji Ocalan azadî ji Kurdan re statu’ Newroz hat pîrozkirin. Peyma ku Abdullah Ocalan şandibû di Newroza 2013’yan de xwendin. Ji 2 mîlyonî zêdetir kes tevli Newroza Amedê bûn.
 
Newroza 2014’an 
 
Newroza 2014’an jî bi heybeta xwe wek ya sala 2013’yan bû. Di pîrozvahiyê de dîsa Peyma ku Abdulllah Ocalan şandibû hat xwendin.
 
Newroza 2015’an jî wek yên di bi heybet derbas dibe. Ji gelek welatan yên wekê DYA, Fransa, Almanya, Hollanda û welatên din kes tevli bûn. 
 
Di 2016’an de jî Newroz bi coş hat pîrozkirin tevlibûna Newrozê tevî hemû zextan gelek xurt bû. Di 2017’an de  tevî OHAL’ê Newroz hat pîrozkirin. Li Amedê di saetên sibehê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut hat qetilkirin.
 
Astengiya pandemiyê
 
Di 2020’an de ji ber vîrusa Covîd-19 li qadan Newroz nehat pîrozkirin. Di 2022’yan de 29 bajar li 72 navendî bi dirûşmeya ‘Dem dema serkeftinê ye’ bi mîlyonan kes daketin qadan û Newroz hat pîrozkirin.
 
Di 2023’yan de bi şîara ‘Her dem Newroz her der azadî’ li 42 navendê Newroz hat pîrozkirin.
 
Di 2024’an jî wê li 57 nokteyî pîrozvahî pêk bên. Starta wê di 15’ê Adarê de wê li Dep a Xarpêtê bê dayîn. Dirûşmeya îsal jî ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’.
 
Sibê : Agirê Newrozê wê bi rihê 32 salî li Nisêbînê pêxînin.