Ber bi Newroza Azadiyê ve (4)

  • 09:08 14 Adar 2024
  • Dosya
 
Agirê Newrozê wê bi rihê 32 salan li Nisêbînê ji nûve pêxînin
 
Melek Avci
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di ser ‘Newroza bi xwîn’ re 32 sal derbas bûn lê tevî vê şahidên komkujiyê agirê berxwedanê îsal ji bo şikandina tecrîdê pêxistin. Peyama "Ez li vir im, naçim" jî bi yek dengî tê qîrin.
 
Agirê Newreozê îsal bi dirûşma "Rabe Dema azadî û serkeftinê ye" wê li navçeya Depê ya Xarpêtê di 15’ê ADarê de bê vêxistin û wê Newroz li 57 navendan bê pîrozkirin.  Yekemîn agirê rêxistinkirî yê Newrozê Mazlum Dogan di 21’ê Adara 1982’yan de pêxist û bedena xwe da ber agir. 
 
Sê darikên niftikê
 
Bi wê dema dîrokî re agirê Newrozê ku nasnameya polîtîk qezenc kir di 1991’an de bi girseyî li Nisêbîn, Cizîr, Stenbol, Edene, Bismil, Kerboran, Pirsus, Pasûr û Hênê tevî hemû qedexeyan hat pêxistin. Lê hêzên dewletê berxwedana li Nisêbînê veguhertin komkujiyek bi xwîn û 31 kes qetil kirin. Salek şûnde gel dîsa li heman qadan bi rengên xwe yên kesk sor û zer cih girtin û Newrozek din a bi xwîn li dîroka dewletê nivîsîn.
 
Tevî komkujiyan salek şûnde dîsa li Newrozê bû
 
Serokwezîrê demî  Suleyman Demîrel beriya pîrozvahiyên Newroza 1992’an de got wê her kes bi awyaekî azad Newrozê pîroz bike. Lê li Cizîr û Nisêbînê  walîtiyê bi hinceta OHAL’ê qedexe kir. Şeva 20’ê Adarê di serî de li Cizîr, Nisêbîn û Amedê li gelek cîhan pîrozvahî hatibû kirin. Lê di pîrozvahiyên Şirnex û Cizîrê de êrîşî hezaran kesî hatibû kirin û bi giştî wê rojê 94 kes hatibûn qetilkirin. Tevî ku gelê Nisêbînê Newroz bêdeng pîroz kiribû jî çawa agahiya komkujiyê girtin daketin kolanan.
 
Şahidiya 32 salan
 
Bi hezaran kes 22’ê Adarê daketin kolanan û li ser ‘Pira Şehîdan’ a ser çemê Çag Çagê hatin gel hev û çalakiya runiştinê pêk anîn. Her du aliyê pirê bi panzêran hatin girtin û ji bo mirov bên qetilkirin hêzên dewletê li girê nexweşxanê bi cih bibûn. Polîsan gule bi ser gel de reşandin, bi panzeran bi ser gel de çûn. Di êrîşan de 16 kes mirin û hinekan xwe avêt çem. 106 kes birîndar bûn. Şahida Newrozê, dayika aştiyê Latîfe Akyuz a di Nobeta Edeletê de ye tiştên 32 sal berê hatibû jiyîn vegot.
 
'Me hîs kir ku wê komkujiyê bikin'
 
Latîfe Akyuz wiha got: “Li Nisêbinê roja Newrozê piştî pîrozvahiyan em bi zexta leşker û polîsan şiyar bûn. Ji ber zextan em çûn cihên cuda. Roja din agahiyek di nav gel de geriya gotin we duh Newroz pîroz nekir îro pîroz bikin. Me bawer nekir. Me hîs kir ku wê tiştek bibe. Mirov ji bo protestokirinê çûn Pira Şehîdan. Bi awayê tund bi ser gel de çûn. Hinekan xwe avêt avê hinek şehîd ketin hinek destê wan lingên wan serê wan şikestin. Hemû kes birîndar bûn.”
 
'Bi ser gel de diçûn'
 
Latîfeyê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Li Nisêbînê di Newrozê de komkujiyek wisa kirin hemû cîhan matmayî ma. Ev nêzîkatî îro jî didomin. Ew roj tu carê nayê jibîrkirin. Em hinek reviyan mizgefta taxa Kişlayê. Me dît ku cenazeyek li wir e. Me got em binêrin ka kî ye. Kesekî ji taxa me bû. Me got em cenaze bigirin, ji me girtin û avêtin erdê. Em dîsa çûn. Lê ew jî bi ser me de dihatin.”
 
'Bi dehan ciwan girtin'
 
Letîfeyê anî ziman ku yên ji pirê reviyabûn li malekê xwe veşartine ku neyên wan negirin û wiha dirêjî daye: “Jina malê got ez nan çêdikim. Dizanibû derî vebe wê polîs me bigirin. Me got neçe derve derî veneke. Lê me çi kir ew nesekinî. Meger ew ne li alî me li alî kesên li ber derî bûn. Me du saetan nîqaş kir. Du kurê min hebûn. Me çi kir wê jinê derî vekir û bi dehan ciwanên wê hewşê girtin. Ew jîn girtin, lêpirsîn kirin. Dema ew roj ew zilm tê bîra min bîhna min diçike.  Ji wê rojê de em ji bo aştî,wekhevî û edeletê têdikoşin. Em ji bo aştî û mirovahiyê têdikoşin.”
 
Ez naçim…
 
Latîfeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha em piranî 70 salî ne û em di nobeta edeletê de ne. Çi ji destê min bê m ê bikim. Ez naçim. Bila zarokên me berdin. 109 roje zarokên me di grevê de ne. Piranî nexweşin. Êdî bes e. Em çareseriyê dixwazin.”