Ber bi Newroza azadiyê ve (5)

  • 09:11 15 Adar 2024
  • Dosya
 
Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Ew roj wekî îro di bîra me de ye 
 
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Asya Dalmiş û Sedîka Erden ya ji Newrozên Cizîrê re şahidi kirine diyar kirin ku dema ji bo pîrobahiya Newrozê ji malên xwe derketine helîkopteran bombeyên gazê bi ser wan de barandine. Jinan diyar kir ku wêrekî û berxwedana Berîvanê ya bûye sembola Newroza Cizîrê hîna di bîra wan de ye.
 
Newroza ku bi efsuna berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehqên Zalim ji dîrokê de heta niha di nav Kurdan de xwedî cihekî girînge, îasl wê li hemû herêmên Kurdistanê bê pîrozkirin. Newroza ku ji bo Kurdan tê wateya berxwedan û vejînê, yek ji sembola herî mezin a  Newrozê, Newroza Cizîrê ya ku nayê jibîrkirinê ye.  Di 1992’an de Newroza ku bi kelecanek mezin dihat payîn bi komkujiyê dest pê kir. Roja Newrozê girseya li taxên Nur, Cudî û Yafes hatin gel hev û ber bi goristana Cizîrê ve dest bi meşê kirin. Ji wesayîtên zirxî gule bi ser girseyê de hatin reşandin û plana komkujiyê ket dewrê. Li gorî hejmarên fermî 57, li gorî şahidan jî herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest daye.
 
Şahidên Newroza Cizîrê Asya Dalmiş û Sedîka Erden Newroza Cizîrê vegotin.
 
‘Ji helîkopteran gaz davêtin’
 
Sedîkayê da zanîn ku di 1992’an de her kesî biryar daye ku tevli Newrozê bibin û zarokên xwe girtine û tevli Newrozê bûne. Sedîkayê wiha got: “Cihê kombûnên goristana Cizîrê bû. Lê hîna em nehiştibûn wir êrîş kirin. Em li taxên Yafes û Nurê hatin gel hev. Li taxa Cudî nehiştin. Tax bi panzeran hatibû girtin. Em gihiştin goristana Cudî lê polîsan dora me girt. Bi helîkopteran gaz avêtin ser me. Baranê nû dest pê kiribû. Ji ber baranê em ji gazê bandor nedibûn. Tevî êrîşan me xwest em bikevin Dortyolê. Polîsan pêşiya me girtin û bombeyên gazê avêtin. Berîvan ji milê xwe birîndar bû û ket çalê. Ciwanan ew xilas kir. Milê Berîvanê bi laçikek sipî girê dan. Berîvan ji nû ve tevli berxwedanê bû.”
 
‘Êrîşê gundiyan kirin’ 
 
Sedîkayê wiha dirêjî daye: “Ji bo em biçin Dortyolê em ketin kolanên navberê. Polîsan dîsa pêşiya me girt. Rojnamegerek hebû em dişopandin. Ew kuştin. Me dît bûyer mezin dibin her kes ket taxên din. Agahî hat gotin panzêran riyên gundan girtine ku mirov neyên bajar. Gotin ev ne tenê astengkirine gelek kes hatine kuştin û birîndar hene. 20 deqe şûnde gotin hevalekî bi navê Hasan jiyana xwe ji dest daye. Bi dehan jin, ciwan, zaork hatibûn qetilkirin. Piştre agahî dan gotin her kes biçin malên xwe.”
 
‘Berîvanê hêvî dida me’
 
Sedîkayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Sê roj şûnde qedexeya derketina derve dest  pê kir. Kes nikaribû ji malên xwe derkevin. Kolan hatibûn girtin. Yên derketibana tehdîd dikirin. Ji agirê Newrozê tirsiyan. Newroz cejna Kurdane. Ji bo me girînge. Dema me Berîvan didît me jê moral digirt. Berîvan ji wê rojê heta îro dilê me de bû hêvî. Em ê dîsa biçin Newrozê. Newroz ji bo me azadiye.”
 
‘Berxwedana Berîvanê em kelecanî dikirin’
 
Asyayê jî destnîşan kir ku her tim tevli Newrozê dibin û dema li gund bûne jî Newroz pîroz dikirin. Asyayê wiha bi lêv kir: “Newroz ji bo me Kurdan berxwedana Kawayê Hesinkar  li dijî Dehaqê zalim e. Wê rojê em ê biçûna Dortyolê û ji wir jî em ê biçûna goristana Cudî. Em çûn Dortyolê, li taxa Cudî bûyer hebûn. Çawa ev agahî hat ji me re pêşiya me hat girtin û bombeyên gazê avêtin. Me wê demê bombeya gazê dît û navê wê fêr bûn. Dema êrîş kirin em nikaribûn biçin cihekî din. Meha Remezanê bû. Me rojî digirt. Gelek kes mirin û birîndar bûn. Nehiştin em biçin goristanê. Dema me berxwedana Berîvanê bihist em kelecanî bûn. Me xwest em biçin lê nehiştin.  Kesekî bi navê Silo Dîreş hebû çû ser panzere û lingê wî şikest.Me nizanibûn çima evqas ji me ditirisin. Bi gopal be jî em ê biçin  Newrozê û agi pêxistin. Bila her kes tevli Newrozê bibin.”