Sira Agir: Newroz (1)

  • 09:30 16 Adar 2024
  • Dosya
 
 
Newroz bi agir tê pîrozkirin: Zekiye
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zekiye Alkan ku got "Agirê Newrozê herî baş divê di bedena mirov de bişewite", "Newroz bi gir tê pîrozkirin" li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û wek maşeleyekê Newroza mîlyonan temaşe dike.
 
Newroz ku li dijî zilmê sembola xeta azadiyê ya li dijî koletî û berxwedanê ya li dijî zilmê ye, li Kurdistanê  wek cejnekê tê pîrozkirin. Newroza ku wek cejna vejînê, biharê û berxwedanê tê dîtin, bi jinên kurd re veguherî wateyek cuda. Di vê roja ku agirê berxwedanê tê pêxistin, jinên kurd bi bedenên xwe de veguhertin heqîqetek cuda.
 
Li gorî her demê jinên kurd wateyên nû li Newrozan bar kirin. Rotaya têkoşînê diyar kirin. Yên ku ewil peyama Mazlum Dogan ku di 21’ê Adarê de li Zindana Amedê li dijî faşîzma 12’yê îlonê çalakî pêk anî, girtin jinê kurd bû. Heqîqeta jinên gihişt sira Newrozê  dreket holê. Ya ku pêşengiya vê vê kir Zekiye Alkan bû û li ser Sûrên Amedê berxwedana xwe da ber agir.
 
Zekiye Alkan kî ye?
 
Zekiye di sala 1965’an de li gundê Akdag a navçeya Kelkît a Gumuşxaneyê de hat dinê. Dema Zekiye 8 salî bû malbata wê ji Gumuşxaneyê koçî Erzînganê dike û piştre jî koçî Îzmîrê dike. Zekiye Beşa tipê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc dike û têkoşîna gelê kurd bala wê dikişîne. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’yî hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt. Zekiye Alkan zilma ku dihat kirin qebûl nedikir. Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 kîbrîtan li Zindana Amedê Newroz pîroz kir dixwend. Beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş wê de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Zekiye dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê. Di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Cenazeya wê li navçeya Bornova ya Îzmîrê hat definkirin.
 
Abdullah Ocalan ji bo Zekiye Alkan çi got?
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan der barê Zekiye Alkan de wiha vegot: “Jina kurd jiyana azad ferq kiriye. Dema mirov hemû pêvajoyên hatine jiyîn binirxînin piştî salên 1990’î xebatên jinan demeke nû îfade dikin. Çalakiya keça me ya qehreman Zekiye Alkan, mînaka cesaret û fedekariya bêdawî ye. Ji ber vê jî ketina wê ya rizgariya jinê wisa ne ketineke ku biçûk bê dîtinê ye.” 
 
Zekiye ku sira agir bi Newrozê re kir yek, riya herikîna Newrozê ya mîlyonan vekir. Agirê Newroza li Sûrên Amedê şewitî, Kurdistan derbas kir û li her derê cîhanê gûr bû.