Sira Agir: Newroz (2)

  • 09:10 17 Adar 2024
  • Dosya
 
Rahşan Demirel: Ez xwe dikim Newroz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rahşan Demîrel a serhildana li Kurdistanê destpê kiribû di 1992’an de li Kadîfekaleyê bi agirê Newrozê geş kir, bi gotinên ‘ez xwe dikim Newroz’ têkoşîna azadiya gelê Kurd anî astek nû.
 
Newroz ku di dîroka gelê Kurd de xwedî cihekî cuda ye, di roja îro de bi naverokek girseyî û gerdûnî li gelek deverên cîhanê ji aliyê gelan ve tê pîrozkirin. Di vê roja ku agirê brexwedanê tê pêxistin, jinên Kurd bi bedenên xwe de veguhertin heqîqetek cuda. Li gorî her demê jinên Kurd wateyên nû li Newrozan bar kirin. Rotaya têkoşînê diyar kirin. Yên ku ewil peyama Mazlum Dogan ku di 21’ê Adarê de li Zindana Amedê li dijî faşîzma 12’ê îlonê çalakî pêk anî, girtin jinên Kurd bû. Heqîqeta jinên gihişt sira Newrozê, derket holê. 
 
Yek ji van Rahşan Demîrel e. Rahşan Demîrel di 1992'yan de li Îzmîrê li dijî qedexeyan bersiva herî mezin a 'Newroz wê bê pîrozkirin' da. Rahşan di 15'ê Tebaxa 1975'an de li Nisêbîn a Mêrdînê tê dinê. Malbata Rahşanê jî wek gelek malbatên kurd ji ber zextan koç dikin. Rahşan hîna 1 salî bû malbat koçî Îzmîrê dike. Rahşan ji bo piştgiriya aborî ya malbata xwe bike di fabrîkaya tekelê de dixebite. Heta derfetên wan hebûn jî diçû Nisêbînê.
 
Kesk, sor û zer Rahşan bû
 
Rahşan di temenê xwe yê biçûk de zextên dewletê ferq dike û hêrsa wê mezin dike. Dema ji Rahşanê re cil û berg dihatin kirîn divê kesk, sor û zer bûna. Rojekê li dibistanê mamoste ji ber rengên cilên wê sîleyekê lê dide. Rahşan bi heman awayî bersivê dide û qebûl nake. Rahşanê gelek ji Nisêbînê hez dikir. Bi malbata xwe re ew jî diçû Nisêbînê.
 
Di salên 1990'î de berxwedana li Nisêbînê dest pê kir li her derê belav bû û li Kadîfekale ya Îzmîrê jî xwe dide der. Li Kadîfekaleyê wek jina ciwan a di çalakiyan de di eniya pêş de cih digirt hat nasîn. Rahşan her carê ji dayika xwe re daxwaza xwe ya çûyîna çiyan digot. Rojekê ji dayika xwe re dibêje 'Li Cizîrê gelê me tê qetilkirin, kurdan dikujin, em çima tiştekî nakin?."
 
Serhildan birin metropolan
 
Rahşan ji berxwedana Cizîrê ya 1992'yan gelek bi bandor dibe. Ji televîzyonan qedexeyên pîrozbahiyên Newrozê dibihîze. Wezîrê Karên Hundir ê demî Îsmet Sezgîn got 'îsal Newroz nayê pîrozkirin, ger bê pîrozkirin tiştên hewce wê bê kirin'. Roja din di 22'yê Adara 1992'yan de Rahşan sibehê zû radibe û li ser kartonê dinivîse 'Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz, divê ez bersiva Cizîr, Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez agahî didim Îsmet Sezgîn wê Newroz bê pîrozkirin… Lastik tune be em ê bi canê xwe pîroz bikin!" Rahşan di 17 saliya xwe de bi agirê berda bedena xwe bersiva dewletê da.