Li Dukanê şewat: 10 donim pûş û giyan şewitî

  • 12:46 16 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Telan a bajaroka Dukanê yê bi ser Silêmaniyê şewatek mezin derket, di encama şewatê de 10 donim pûş û giyan şewitî û nêzî 100 darên xwezayî yên ji cûrê berû şewitîn. Kesek bi tometa pêxistina agir, hat binçavkirin.
 
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, şewatek berfireh li gundê Telan a ser bi bajaroka Dukanê derket.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tîmên agirkujiyê karîn agir vemirînin, lê di encama şewatê de 10 donim puş û giya şewitîn her wiha nêzî 100 darên xwezayî yên ji cûrê berû jî şewitîn.
 
Hat gotin bi tometa pêxistina agir kesek hatiye binçavkirin.