Agir bi daristanên quntarê Çiyayê Gabarê ket

  • 11:15 17 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Agir bi daristanên quntarê Çiyayê Gabarê ket.
 
Di saetên serê sibehê de li quntarên Çiyayê Gabarê yên li devera navçeya Basayê dimînin, agir bi daristanê ket. Sedema derketina şewatê nehat zanîn û hat zanîn ku ji bo vemirandina şewatê hate niha jî tu mudaxale nehatine kirin. 
 
Hat zanîn ku herêma ku şewat lê dest pê kiriye weke “ewlehiya taybet” hatiye ragihandin lewma nahêlin sivîl bikevin herêmê.