Li Silopiyê kesekî zirar da gelek daran

  • 16:51 19 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyê kesekî zirar da gelek daran û her wiha dîmenê êrişkar di dîmenên mobeseyê de jî hat tespîtkirin.
 
Li gelek bajarên Kurdistanê talankirina xwezayê berdewam dike. Gelek êriş li xwezayê tê kirin û zirareke mezin didên. Li Kolana Nexweşxaneyê ya Taxa Yenîşehîr a navçeya Silopî ya Şirnexê kesekî zirar da gelek daran. Ev kes navê wî nehat zanîn. 
 
Şaredariya Silopiyê piştî ku bûyer ferq kir şûnde dîmenên mobeseyê lêkolîn kir û di dîmenan de hat dîtin ku êrîşkar bi awayekî zanebûn saet li dora deh û nîvê şevê zirar daye gelek daran. Li ser vê yekê Şaredariya Silopiyê li dozgeriyê serlêdana sûc kir û hat zanîn ku derbarê êrîşkar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
 
Nasnameya êrîşkar ku hîn nehatiye diyarkirin, nehat zanîn ku êrîşkar ji ber çi zirar da gelek daran.