Li Hezexê şewat derket

  • 15:08 20 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li Newala Hespistê ya Hezexê şewat derket. Şewat her ku diçe bêhtir belav dibe. 
 
Îro di danê sibehê de li Newala Hespistê ya navçeya Hezex a Şirnexê şewat derket. Heta niha jî ji bo vemirandina agir tu mudaxile nehatine kirin û şewat li tevahiya herêmê belav bû. Di encama şewata heta niha de darên li derdora rûbarî şewitîn. Sedema derketina şewatê nehate zanîn.