Li Cûdiyê şewat derket

  • 13:00 21 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li Kuntarê Çiyayê Cûdî li gundê Nevava ku di salên 1990'an de ji aliyê leşkeriyê ve hat valakirin şewat derket.
 
Li Herêma Besta li kuntarê Çiyayê Cûdî li bejahiya gundê Nevav ku di salên 1990'an de ji aliyê leşkeriyê ve hatibû valakirin şewat derket. 
 
Li gundê ku ketina welatiyan qedexe ye hat diyarkirin ku şewata derketiye her diçe belav dibe û tu kes mudaxele nake.