Ji Kadikoyê bang: Li dijî qirkirina xwezayê têkoşînê mezin bikin

  • 09:04 24 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinên li Kadikoyê ji mîkrofona me re behsa qetlîama xwezayê ya ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên hikûmetê pêk pêk tê kirin. Jinan diyar kirin ku di navbera têkoşeran de pêwendiyek tune ye û bertekên xwe yên li hemberî qirkirin xwezayê bi gotina, "Yên ku daran dibirin bila bi hesreta siya daran bimînin."
 
Qirkirina xwezayê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her roja ku diçe zêde dibe. Li aliyekî têkoşîna parazvanên jiyanê ya li dijî li Daristana Akbelen a navçeya Îkizkoy a navçeya Mîlas a Mûglayê dewam dike , li aliyê din li Kurdistanê Cûdî, Xîzana Bedlîsê, navçeya Licê ya Amedê û  bajarê Çewlîgê jî di nav de ligel operasyonên leşkerî di bin navê "ewlehiyê" de daristan tên şewitandin. Di van 2 mehên dawî de bi hezaran hektar qadên daristanan bûne xwelî û di encama şewatê de gelek zindewar jî hatine qetilkirin.
 
Di meha Tîrmehê de li Kurdistanê şewat
 
Walîtiya Bedlîsê di meha Tîrmehê de li Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên navçeya Xîzan ya Bedlîsê di 2’ê Tîrmehê de qedexeya derketina derve îlan kiribû û bi qedexeyê re operasyona leşkerî li herêmê hatibû destpêkirin. Li herêma ku di 6'ê tîrmehê de qedexe bi dawî bû û operasyon hat kirin de, qirkirina daran berdewam kir, li herêmê şewat bi hinceta operasyonan hat darxistin. Dîsa li navçeya Licê ya Amedê li taxa Karahasan li gundikê Panav ku lişkeran operasyon da destpêkirin bi şewata ku hat derxistin re du rojan berdewam kir û li qada daristanê belav bû.. Di encama şewatê de 20 hektar qada daristanê zerar dît. Her wiha li herêma Girê Helizê û Çemê Mazî yên girêdayî herêma Besta ya Şirnexê şewat derketibû û di meha Hezîranê de ji aliyê cerdevanan ve bi hinceta “ewlehiyê” darên gund hatibûn birîn.  Mudaxele li şewatê nehat kirin û Şewat piştî rojekê hat vemirandin.
 
Şewat di meha Tebaxê de jî hat berdewamkirin 
 
Di 11’ê Tebaxê de li bejahiya gundê Dêrêsor ê li quntarê Çiyayê Cûdî yê girêdayî bajarokê Bêspîn ê girêdayî navçeya Sîlopya Şirnexê di encama gulebarana leşkeran de li daristanê şewat derket. hat hînbûn ku mudaxele li şewatê nehatiye kirin. Li bejahiya gundê Newala Îsaaxa yê navçeya Cizîrê şewata ku li cihê tetbîqata leşkeriyê ya Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê û Midûriyeta Polîsan a Navçeyê pêk dihat derket, belavî mêrga gund bû û nehat vemirandin. Di 5’ê Tebaxê de li qada daristanê ya gundê Bunîsra yê girêdayî Çiyayê Gabar a Şirnexê ku di salên 1990'î de bi zorê hatibû valakirin şewat derketibû. Li herêma ku şewat derket 2 kuleyên leşkerî hene. Li aliyê din hat diyarkirin ku li herêma ku şewat derketiye xebatên lêgerîna neftê tên kirin û piştî dengên dînamîtan ên ku beriya şewatê gelek caran li herêmê hatine bihîstin şewat derketiye.
 
Derbarê qirkirina xwezayê ku bi destê mirovan tê kirin de jinên li Kadikoyê ji mîkrofona me re axivîn.
 
'Divê em bêzar nebin'
 
Emîne Sunay, anî ziman ku qetlîama xwezayê pir tirsnak e û wiha got: “Ji bo rantê û berjewendiyên xwe vê dikin.  Heyfa xwezaya me. Cihê em lê nefesê bigirin nemaye, li her derê avahiyên bilind hene. Divê em çareseriyek ji van tiştan re bibînin û dest ji têkoşînê bernedin. Qadên ku tên birîn firotine, ji biyaniyan re hatine firotin, divê hilweşînin. Tundiyê li parêzvanên xwezayê dikin, lê kevir û axa vî welatî diparêzin. Ez nikarim hêsirên xwe bigirim dema vê tundiyê di televîzyonê de temaşe dikim. Gundî ji bo parastina axa xwe têdikoşin. Li wê ne tenê dar, zindiyên din jî hene. Divê em bêzar nebin û xwezaya xwe biparêzin."  
 
'Tişta tê kirin zilm e'
 
Sevgî Yeltepe ya ku bertek nîşanî qirkirina xwezayê û birîna daran da ku hema hema her sal li gelek bajaran ji ber sedemên cuda bi dehan dar tên birîn û got ku divê têkoşîna cangoriyan bê mezinkirin. Sevgî got, “Ev qirkirin zilm e . Xwezaya me nayê parastin. Li gelek cihan qirkirin pêk tên, ez li dijî hemûyan me. Niha hêzeke mezin li pêşiya me ye, divê bi ser bikeve. Lê divê em li hemberî rawestin. Bi qirkirina xwezayê re êdî hevsengiya ekolojîk xera bûye. Daristan bi hêsanî şîn nabin, ji bo madenê tunekirina wan dilê meriv diêşîne. Ez têkoşîna ku îro tê dayîn pir watedar dibînim. Em jî piştgiriya wan dikin. Lê ne tenê piştgirî ye, pêdivî ye ku bêtir kes tevkariyê bikin. Divê darên me neyên birîn."
 
'Di navbera Akbelen û Cûdî de qutbûn heye'
 
Saîme Karsan bi gotina "Em naxwazin dar bên birîn" jî bal kişand ser bilindkirina dengê hevpar li dijî qirkirina xwezayê ya ji Akbelen heta Cûdî pêk tê û got, “Vê ji bo rantê dikin. Mirov ne xwediyê xwezayê ne. Divê em xwezayê biparêzin. Em li dijî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî xwezayê ne. Çareserî yekbûn û guhertina rejîmê ye. Xelk ditirse ku gavan bavêje, divê em deng derxînin û birêxistin bin. Di navbera Akbelen û Cûdî de qutbûn heye. Divê em netirsin û bi hev re tebigerinç"
 
'Yên ku daran dibirin bila bi hesreta siya daran bimînin'
 
Zeynep Ozkar, anî ziman ku ji bo şînbûna daran gelek sal lazim e û got ku dar bi demê re mîna zarokekî mezin dibe. Zeynep got, “Dar jî zindî ne. Ew jî mîna mirovan hewceyê lênêrînê ne. Hêvîdar im yên ku daran dibirrin, bi hesreta siya daran û fêkiyên daran bimînin. Xwedê darbiran bi agirê dojehê bişewitîne. Ji bo rantê daran dibirin. Dema ku şewat derdikeve dibên em ê darên şewitîn biçînin lê nakin. Li her derê komplo çêkirin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê îqtîdar biguhere. Heta ku neguhere çareserî pêk nayê.”