Li Licê polîtîkayên şerê taybet û qirkirina xwezayê

  • 09:08 26 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
 
AMED - Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Licê Leyla Karakeçî bertek nîşanî hedefgirtina xwezaya gel a li navçeya Licê ya ku bi şewata daristanan tê kirin da û da xuyakirin ku zextên piralî li ser navçeyê hene. Leylayê got, “Jin xwe di bin zextê de hîs dikin. Ji ber ku gef li wan tê xwarin."
 
Li navçeya Licê ya Amed û gundên wê talankirina xwezayê didome. Li Çiyayê Cûdî yê herêma Şirnexê û Akbelena Mûglayê ku bi birîna daran û şewata daristanan êrîşên li dijî xwezayê dewam dikin, li Licê jî heman polîtîka tên meşandin. Ji ber şewata ku ji dawiya tîrmehê vir ve dijwar bû, girêdayî navçeyê li Huseynik, Zengesor, Gom, Bamitnî û Çiyayê Cumayê gelek qadên daristanê şewitîn. Li hin cihan qet mudaxele nehat kirin û li hinekan ji wan jî dereng mudaxele hat kirin. Welatiyên li navçeyê ku li hemberî talankirina xwezayê li ber xwe didin, Li aliyekî jî  li gundên xwe yên ku biyaniyan tînin pirsgirêkên ewlehiyê dijîn. 
 
Endama Meclisa Şaredariya Licê û Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Licê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Karakeçî ku li ser mijarê axivî anî ziman ku ne tenê xweza hatiye tunekirin û wiha got: "Bi salan e bi Licê re mijûl in. Hem bi xwezaya wê û hem jî bi morvên wê re mijûl in. Lê cihên bejahî gel ji vê gelek aciz e û xwe dibin zextan de hîs dike."  
 
'Li çar aliyên Licê qirkirin dewam dike'
 
Leyla da zanîn ku li gel qetlîama xwezayê, li tevahiya Licê bi gelek awayan qetlîam hatine kirin û got, “Li çiyayê herî bilind ê Licê di bin navê çêkirina qereqolê de xweza qir kirin. Dema ew qereqol dihat çêkirin, xwezaya derdorê hat tunekirin. Qirkirina ku li wê dest pê kir bi dawî nebû. Ev qirkirin li çar aliyên Licê didome. Dar tên birîn û tên şewitandin. Di şewatan de xweza di bin navê operasyona li dijî tiryakê de tê şewitandin û tunekirin. Niha di navbera gundikê Goma Ahmet û Xanokê dar tên birîn. Ji dar, daristan û xwezayê tiştek nema. Kesên ku vî tiştî dikin gelek hêsan dikin. Ji ber ku li pişt van sîstemek heye. Yên ku ji vê herî zêde zirarê dibînin gundî ne.  Gundiyên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin, li wir nikarin sewalan biçêrînin, herêm her ku diçe teng dibe.
 
'Biyaniyên li navçeyê fikaran çêdikin'
 
Leylayê da zanîn ku gel ji ber tirsê nikare bertekên xwe bîne ziman û biyaniyên li Licê jî ku gel ji wan bi fikare di bin sedema ku ev tirs zêdetir bibe. Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Licê bi her awayî qetlîam dewam dikin. Xelkên gundan ji vê rewşê pir aciz in û xwe di bin zextê de hîs dikin. Sedema ku gel bertek nîşan nedaye ew e ku welatiyên Efgan, biyanî û Sûriyeyiyên ku em wan nas nakin anîne hemû gundan, çek dane wan û kirine cerdevan. Jin xwe di bin zextê de hîs dikin û nikarin ji malên xwe derkevin. Jinên ku divê biçin nav baxçe û zeviyên xwe nikarin ji malê derkevin. Ji ber ku zextê li wan dikin û wan ditirsînin. Bi ser malên wan de digirin, ji wan xwarin û vexwain tê xwestin. Sewalên wan dixwazin. Ji wan re dibêjin 'Em li vir in, hûnê heywanên xwe serjê bikin û bidin me'."
 
'Ev gel di bin zextê de ye'
 
Leylayê anî ziman ku dema di hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2023'an de li gundan geriyane jinan gotiye ku ew ji welatiyên biyanî ditirsin û dernakevin derve. Leyla di berdewamiyê de ev tişt anî ziman, "Welatî dibêjin 'Em nû vegeriyan gundên xwe, lê di bin van şert û mercan de em neçar in vegerin. Jiyana bajêr jî pir zehmet e, em nikarin li wir jî bikin. Li vir jî em nikarin li gund, bexçe û zeviya xwe tu karî bikin, em nikarin derkevin.' Ev gel bi her awayî di bin zextê de ye, ne tenê bi birîna daristanan û şewatê. Mixabin mirov li hember vê yekê kor û kerr in. Tu kes rewşa gundiyên vêderê nabîne. Her çend me gelek caran rewş vegot jî ji rayedaran tu bersîv nehat. Ger heyetên ji derve hatibûna vêderê, belkî wan jinan teşwîq bikira û jinan dengê xwe bilind bikira. Mixabin ev yek pêk nehat. Ew jî li wir terkî qedera xwe mane. Ev jî ne jiyan e.”