UNESCO'yê Sûr hildan lîsteya 'Mîrateyên di xeteriyê de'

  • 14:44 29 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
AMED - UNESCO'yê Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê yên ku bi kirinên hikûmet û qeyûman hatibûn hilweşandin û rûxandin, xist nava "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de".
 
Sûrên bajarên Amedê û Baxçeyên Hewselê yên ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirin xistin "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de." UNESCO'yê bi lêkolîna sûr û avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê ku gelek avahiyên qeydkirî di bin navê "îmarê" de hatin xerakirin û li şûna wan betonarme hate lêkirin, UNESCO'yê pêşnûmeya biryarê ya li ser sûrên bajêr û Baxçeyên Hewselê amade kir. Di raporê de ku behsa wêrankirinên hatine kirin tê kir, hat destnîşankirin ku divê sûr û baxçeyên Hewselê bi "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de" were parastin. 
 
Biryara ku hê jî pêşnûme ye, tê payîn ku di civîna Navenda Mîrateya Çandê ya ku dê di 9'ê îlonê de li Riyada paytexta Erebistana Siûdî bê lidarxistin, teqez bibe. 
 
Midûra berê ya Muzeya Amedê Nevîn Soyukaya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev nêrîn parve kir: "Xemgîn im! Tişta ku wê piştî van hemû rûxandinan û talanê biqewime ev bû. Nava Sûrê bi awayekî plankirî û sîstematîk hat îmhakirin. UNESCO’yê biryar da ku Kela Amedê û Baxçeyên Hewselê ku mîrateya cîhanê ne, di bin navê Herêma Peyzaja Çandî ya Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de bê parastin."