Li Çanakkaleyê şewata daristanan

  • 18:52 30 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
ÇANAKKALE – Li nêzî Koyunyerî Goletî ya girêdayê navçeya Çan a Çanakkaleyê li daristanê şewat derket.
 
Li navçeya Çan a Çanakkaleyê li nêzî Koyunyerî Goletî li daristanê şewat derket. Li îxbara ji Kuleya Erenler a Şeftiya Karadag ya Midûriyeta Daristana Çan, ekîbên îtfayê çûn cihê bûyerê.
 
Gundiyên derdorê jî piştigiriyê didin temirandina agir û muxalale didome. Sedema derketina şewatê nayê zanîn.