Li Cudiyê li du nokteyan şewat

  • 22:05 21 Îlon 2023
  • Ekolojî
ŞIRNEX- Li herêmên Serê Dehlê û Şilerût yên Cûdî şewat derketin.
 
Li herêmên Serê Dehlê û Şilerût ên li quntarên Çiyayê Cudî yê Şirnexê şewat derket Li du noqteyên ku şewat lê rûdane bi mehan e ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.
 
Şewata ku ji navenda Şirnexê dixuye û gav bi gav li qadên din belav dibe bi tu awayî mudaxile lê nayê kirin. 
 
Her wiha duh jî li du noqteyên gundê Cifanê yê quntarê Cûdî şewat rûdabû û şewata ku mudexele lê nehatibû kirin xwe bi xwe vemirîbû.